Hêrsa serketinê ya pêşengên tevgera sofrajetan (5)
Xwediya Xelata Wêjeyê ya Nobelê û nivîskara tevgera sufrajetan Selma Lagerlof li Îsveç ê bi berhemên xwe yên piştbestîn bi çîrok û destanan tê nasîn. Hem wêjevan hem jî axaftvana sufrajetanbû.
Nivîskara sufrajetan Selma Xelata Nobelê girtiye
Navenda Nûçeyan - Selma Ottilia Lovisa Lagerlof 20’ê mijdara 1858’an li çiftliga binavê Marbacka ya dikeve rojavayê İsveç ê hatiye dinê. Selma di zarokatiyê de bêdeng, cidî û ji xwnedinê gelek hezdikir. Bê daxwaza bavê xwe sala 1882’an li Stockholmê dest bi xwendina dibistanê dike. Sala 1884’an ji ber bavê wê di aboriyê de îflas dike çiftliga xwe difiroşe, vê rewşê bandorek mezin li ser Selma yê kir. Sala 1885’an bavê xwe winda kir. Ji sala 1885’an heya 1895’an li Landskronê di dibistanek amadeyi ya keçan de mamostahî kiriye. Di pêvajoya perwerde dida zarokên keçik de ji destanên wan vedigotin bandorbûye û hunera wê ya vegotina çîrokan pêşketiye. Bi xêra perwerdeya Akademiya perwreda Bilind a Jinên Qiraliyeta Stocholm ê li ber destê nivîskarên nûjen ên Îsveçi yên weke Lagerlof, August û Strindberg gihaye.
Berhema Girêdanên Nepenî
Pêvajoya mamostabûye cilda despêkê ya pirtûka xwe ya binavê ‘Destana Gosta a Berlin ê’ nivîsandiye. Di romana xwe ya sala 1924’an a pêvajoya herî xweş a atoliyayên hesin ên Varmaland a yê aniye ziman. Vê pirtûka xwe dişîne pêşbaziyek wêjeyê, di pêşbaziyê de derece digire û pirûk mafê xwe yê çapkirinê bidest dixe. Piştî wê êdî di aliyê nivîskariyê de pêşiya wê hîn zêdetir vedibe. Ji bo teşfîkê Fredrika Limnell alîkariya madî dide Selma ji bo nivîsandin. Sala 1890’an jî pirtûka çîrokan a binavê ‘Girêdanên Nepenî’ ku naveroka wê ji bo zindîkirina romantîzmê rolek giring lîstiye nivîsand.
Gera Selma û Sophie
Selma sala 1894 nivîskar Sophie Elkan dinase û ji wê demê û şon de ji hev re nameyan dinivîsin. Her du nivîskar di nameyên xwe de berhemên hev rexnedikin û hîn zêdetir li ser nivîskariyê lêhurbûn dikin. Sala 1895’an û şonde mamostahiyê berdide û di nivîskariyê de kur dibe. Ji bo berhemên xwe meteryalan kom dike, paşê jî dest bi ger û geştên lêhurbûna nivîsandina pirtûkan dike. Selma bi Sophie re despêkê li Îtalya paşê jî li Filistînê digerin. Ji pirtûkên di wan geştan de nivîsiyî ya herî li îsveç ê hatî ecibandin romana binavê ‘kudus’ bû, ku di gera xwe ya zivistana 1899-1900’an Filistîn û Mistê de nivîsîbû.
Axaftvana komeleya jinan
Nivîskar Selma sala 1905’an seroka beşa Fallun a Komeleya Mafê Dengdanê yê Jinan û endama komîteya komeleyê ya navendîbûye. Li gel mamostahiyê hem girêdayî tevgera sufrajet ê nivîsan dinivîse hem jî bi profesorek ê ziman re ser weşana pirtûkên îsveçi desekinî. Selma ji axaftvanên welatê Îsveç ê ya Komeleya Mafê Dengdana Jinanbû. Ji ber van xebatên xwe yên berfireh ji aliyê welatiyan ve rastî rêzdariyek mezin dihat. Hezîrana 1911’an li Kongreya Nevnetewiya Sufrajet a li Stockholm ê de carekdin axaftvan Selma bû.
Bi jêhatinên wêjeyê Madaliya ya Mezin a Zêr girtiye
Ji sala 1907’an ve weke nivîskarek serbixwe li Fallunê dijî. Sala 1904’an Akademiya Îsveç ê ji ber brehemên Selma yên wêjeyî bi Madaliya ya Mezin a Zêr ew xelat kir. 1914’an jî weke jina despêkê girtin nava xebatên akademiyê. Sala 1909’an ji ber berhemên wê yên têde hêza xeyalkirinê, îdialîzim û asta bilindbûna manewyatê hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê hat dîtin. Selma yekem jina Îsveç ê ya Xelata Nobelê digiri ye. Sala 1907’an Zanîngeha Uppsala yê doxtora dayê. 1928’an jî li Akademiya Hunerê ya Zanîngeha Greifswald ê hêjayî doktoraya rometê hat dîtin.
Di pêvajoya 2’emîn Şerê Cîhanê de jî Xelata xwe ya Nobelê û ya Akademiya Îsveç ê ji hukimeta Finlandiya re şand ji bo bikin pere û li hemberî Yekîtiya Sovyetê bixebitînin. Lê hukmetê pere ji cihên dinê peyîda kirin û cardin madaliyayên wê jêre şandin.
Hewildanên jin ji zilama naziyan xilaskirinê
Selma bi nivîskara Yehudiya Elman Nelly Sachs re jî hevaltiyê dike. Sala 1940’an ji bo dapîra Sachs ji Naziyên Elmanan rizgarbike bi malbata qiraliyeta Îsveç ê re têkilî didane û dapîra wê ji talokeyê rizgar dike. Selma paşê diçe Stockholmê û heya dawiya jiyana xwe li wê dijî. Navê Lagerlof li cadeyek a Îsrailê kirine.
Berhemên Selma yê bûn mijara filîman
Berhemên xwe yên nenivîsî jî dinavê de tevahiyan ji bo bibe filîm dide Saziya Sînema û Şanoyê ya Îsveç ê. Paşê gelek berhemên wê bûne mijara filîman û di pêvajoya sînemaya bêdeng de Îsveç ê sud ji berhemên wê girtine. Sala 1996’an berhema wê ya Kudus bû filîm û li nava sînemaya navnetewî xwe gihand temaşevanan.
16’ê Adara sala 1940’an di temenê 81 salî de Selmayê jiyana xwe ji dest da û li cihê lê hatî diniyayê Marbacka yê sipartin axê. Piştî ku Selma yê jiyana xwe ji dest da navê wê li gelek berhemên hunerî û hinek cade û kolanan kirin. Sala 1959’an Yekîtîya Soviyetê navê wê li ser polên postayê dan û romet nîşanî wê dan. Li ser 20 banqnotê Îsveçê jî wêneyê wê tê dîtin. Xwediya gelek berhemên wêjeyê yên serkeftî weke çîroknivîsa nûjen a herî serketî tê nasîn. Ji berhemên wê yên serkeftî dîziyek filîmkartonan jî hatiye amadekirin.
Sibê: Emîly Murphy ji bo mafê jinan bi çar hevalên xwe re di Senatoya Kanadayê de têkoşînek bi heybet da ye.