Hêrsa serketinê ya pêşengên tevgera sofrajetan (2)

Pêşenga Sufrajetan Emmeline Pankhurst û du keçên xwe Emmeline Pankhurst bi du keçên xwe Sylvia û Christabel ve ji bo bidestxistina mafê dengdana jinan tevgera WSUP ava kiriye. Piştî mafê dengdana jinan li welatê xwe zagonî kiriye bi sê mihan şonde jiyana xwe jidest daye.

Pêşenga Sufrajetan Emmeline Pankhurst û du keçên xwe
Emmeline Pankhurst bi du keçên xwe Sylvia û Christabel ve ji bo bidestxistina mafê dengdana jinan tevgera WSUP ava kiriye. Piştî mafê dengdana jinan li welatê xwe zagonî kiriye bi sê mihan şonde jiyana xwe jidest daye.  
Navenda Nûçeyan - Emmeline Pankhurst 14’ê tîrmeha sala 1858’an li bajarê Manchester ê Îngîltereyê hatiye dinê. Hê 14 salî dikeve nava tevgera femînîstan. Emmeline di temenê biçuk de zewiciye û pênc zarokên wê çêbûne. Wê keçikên xwe Sylvia û Christabel jî tevlî nava xebatên jinan kiriye. Ji ber çalakiyên bombeyî û şewitandina navendên deshilatdaran gelek caran hatiye girtin. Emmeline tifî nava çavê polîsan kiriye û li wan xistiye. Ew di girtîgehê de dikeve çalakiya greva birçîbûnê. Di gireva birçîbûnê de xwişka wê Mary Jane Clarke jî di nav de gelek jin ji ber bi zorê xwarin danê jiyana xwe jidest  dan.  
Yekem wêneyê dîtbariya jinan
22’ê gulana 1914’an dema hewildide daxwaznameya ji bo bidestxistina mafê jinan bide Hikumdarê Qiraliyeta Yekbûyî V. George li ber Qesra Buchingham ê ji aliyê Mudurê Eminiyet ê Rolfe ve tê girtin. Dema dikeve binçavan jî wêneyê wê rojê di çalakiyê de kêşayî di gelek rojnameyên Londrayê de dibe manşet. Ew wêne dibe yekem wêneyê dîtbariya tevgera jinan.  
‘Ez banga jêhatîbûnê li hemû jinên Birîtanya dikim’
Emmeline di nava girseyê de derkeve ser banê wesayîtê û dibêje: “Caman bişkênin û derdorê hilweşînin; ji ber tenê mêr ji zimanê şer fam dikin. Dixwazin em li hemberî zagonan rêzdarbin, wêdemê bila zagonan birêzdarî amadebikin ku em jî jêre rêzê bigirin. Em guherîna zagonan na, ji nû ve avakirinê dixwazin. Ez banga jêhatîbûnê li hemû jinên Birîtanya dikim. Li cihê koletiyê ez we vedixwînim jêhatîbûnê!”
Her diçu baldariya jinan zêde dibû. 
Emmeline qet navber nade çalakiyan, di nava xebatan de zarokên xwe jî mezin dike. Sala 1903’an bi du keçikên xwe û çar jinên dinê ve Yekîtiya Polîtîk û Civakiya Jinan (WSUP) avadike. Ji ber despêkê ji bo bidestxistina mafê dengdana jinan dixebitin ji bo wê jî navê Suffrage ango Sufrajetan ango dengdanê li xwe dikin. Di çarçova xebatên xwe de 21’ê hezîrana 1908’an li Parka Hyde yê mitîngekê lidardixin. 250 jin tevlî mitîngê dibin. Sala 1918’an ji ser temenê 30 saliyê jin mafê xwe yê dengdanê bidest dixin. Di heman salê de jinên temenê wan ser 21 saliyê re di hilbijartina parlementoyê de dibin berendam. 29’ê Adara 1928’an di meclisê de mafê hemû jinan ê dengdanê bi zagonan tê pejirandin.
14’ê Hezîrana 1928’an  Emmeline çavên xwe li jiyanê digire. Li peyî xwe têkoşînek bi înada serketinê ya hîna li hemû erdnîgariyan jin dimeşînin hêlaye.
Sibê: Keça Emmeline Pankhurst, Christabel Harriette Pankhurst hê zarok ew û xwişka xwe Sylvia bi dayika xwe re li qadên têkoşîna ji bo bidestxistina mafê jinan hevaltî kirin.