Hêrsa komkujiya Kobanê bû bingehê berxwedan û hêza têkbirina DAIŞ’ê (2)

Jinên ku şahidiya Komkujiya Kobanê kirin û malbatên wan li ber çavên wan hatin qetilkirin, gotin: "Heta ku em sax bin em ê vê komkujiyê ji bîr nekin, heta niha êş û şopên wê dijîn û wê hovîtiyê her roj li ber çavên wan e."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Piştî serkeftina Kobanê ku hêrs û kîna dewleta tirk a li hember gelê Kurd zêdetir kir, çeteyên DAIŞ`ê bi alîkariya dewleta tirk di berbanga 25`ê Hezîranê de  êrîşî Kobanê kirin û komkujiyeke mezin pêk anîn.

Çete, di seat 4`ê sibehê de bi cilên leşkerî yên YPG`ê û Volkana Firatê ketin Kobanê û gundewarên wê. Di bajar de çete li hawirdora avahiya Meclisa Kantona Kobanê, riya Heleb başûrê Kobanê, gaziya Mustefa Derwêş, Kaniya Kurdan, Miktelê, Gomrig, qada Azadî, kolana 48`an, bazara Hal a sebzeyan, nexweşxaneya Miştenûr, gundê Termik, gundê Berxbotan ê li Başûrê Kobanê bi cih bûn.

Çeteyan di êrîşên xwe de sator, şûr, keleş, sekvan, bombe, mayîn û wesayîdên teqemeniyê bi kar anîn. Çete rastî kê dihatin, zarok, ciwan, jin û extiyar qetil dikirin. Her yek ji wan qurbaniyan jî bi rêbazên cuda qetil dikirin. Li aliyê din çeteyan gel dorpêç dikir û weke mertal ji bo xwe bi kar dianîn.

Komkujiyê sê rojan berdewam kir, ji ber wê termê qurbaniyan bi rojan li kolan û di malan de man. Şervanên YPJ`ê û YPG`ê welatiyên ku rizgar dikirin li daristana Kobanê û gundê Mezra Dawud bi cih kirin.

Di encama komkujiyê de 233 kesên ku ji wan 35 zarok, 64 jin bûn û 3 ji wan jinan ducanî bûn her wiha 30 şervanên YPJ`ê û YPG`ê  jiyana xwe ji dest dan. 

Ajansa me bi sê jinên şahidên komkujiyê re hevdîtin kir.

Hevjînê wê qetil kirin û mala wê rûxandin

Ferîze Mehmûd Mislim a 65 salî ku li taxa şehîd Moro dijî, hevjînê wê Hesen Ehmed Hemed bi bombeyên çeteyên DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest dide. Ferîze çîroka xwe wiha dibêje: "Heft roj ji rojiya meha remezanê derbas bûbûn, berbang bû me dengê guleyan bihîst. Kurê min endamê hêzên asayîşê bû ez tirsiyam tiştek were serê wî. Malên me li ber hev bûn, ez ji mal derketim û çûm cem wan ku ez ji kurê xwe re bibêjim ji malê dernekeve dibêjin DAIŞ êrîş kiriye. Kurê min ez guhdar nekirim û xwe amede kir ku ji malê derkeve, di wê navberê de me dît ku çete ketin hundir û hemû kes êsîr girtin. Min xwe ji wan dizî û bi lez vegeriyam malê, min dît ku çeteyan bombe avêtin mala min û teqiya, hevjînê min jî hem ji bombeyê bi bandor bû hem jî çeteyan gule kê reşandin. Min ji wan re got ne guneh e ew wiha kir, hevjînê min bi rojî û nimêj bû. Ji min re gotin hûn kafir in, bêdeng be em ê te jî qetil bikin. Bi milê min girtin û ez bi zorê ji mal derxistim, çeteyan nêzî 40 kesî kom kiribûn û amadekarî dikirin ku wan bikujin. Min careke din xwe ji wan dizî û ez vegeriyam malê min gazî hevjînê xwe kir lê bê fayde bû, ji ber ku miribû. Piştre ez li keça xwe geriyam, min çiqas bang lê kir bersiv tunebû, ji ber vê min got teqez çeteyan wê girtine. Ez rûniştim û giriyam, çete bi min hesiyan, ez girtim û derxistim derve. Bombe di dest wan de bûn û em pê tehdîd dikirin, pişt re em hemû kirin odeyekê û gotin em ê niha vegerin û we hemûyan serjê bikin. Şûr û çek di destên wan de bûn, jixwe destên wan heta enîşkê bi xwîn bûn, hinek ji wan bi cilên xwe yên kurt bûn û hinek jî cilên YPG`ê li xwe kiribûn.

Tax hemû di dorpêçê de bû, ji ber vê kes nikaribû xwe bigihîjîne me. Di wê navberê de me ode ji aliyê xwe ve û hinekan ji aliyê xwe de kun kir, em hemû derketin. Keça min ji tirsa xwe di mal de veşartibû û çeteyan ew nedîtbûn, wê jî dîwar kun kiribû û xwe wiha gihand me. Piştî êrîş bi dawî bû, me dît ku mala me hemû hilweşiyaye. Çeteyan sê bombe teqandibûn ku kevir li ser kevir nemabû. Termê hevjînê min jî di bin de bû û xezanê avê bi ser de ketibû.

Ev roj qet nayê jibîrkirin, ez, hevjîn û keça xwe tenê di mal de bûn. Min zarokên xwe yên din hemû zewicandibûn. Em hersê bi hev diman lê DAIŞ’ê pergala min xerab kir û jiyana me kir dojeh. Piştre min zêrên xwe firotin û me mala xwe ji nû ve ava kir, ma can çû ez ê çi bi zêran bikim.

Hevjîn bira û mirovên wê li pey hev hatin qetilkirin

Hedle Mihêmîd ku li taxa şehîd Ebdo ango Miktelê dijî, di komkujiyê de li gel hevjînê xwe 7 mirovên xwe winda dike. Hedle serpêhatiya xwe wiha tîne ziman: "Piştî şerê Kobanê, dema em vegeriyan, me dît ku mal hemû hilweşiyaye. Lê me got bila em di konan de bijîn, bila em li ser axa xwe bin. Em di konan de demek man, qaşo heta ku em mala xwe ji nû ve ava bikin û êdî rehetiya xwe bibînin. Me hê planên xwe pêk neanîbû, komkujî çêbû û hemû hêviyên me pê re mirin. Em wê demê li gundê Mizir Dawdê bûn, birayê min jî li gel min bû. Carekê berbangê em bi dengê guleyan şiyar bûn, min ji birayê xwe pirsî gelo ev çi deng e wî ji min re got ne tiştek e. Di wê kêliyê de dengê teqîneke mezin hat, ez yekser li gel bira û hevjînê xwe rûniştim û min dîsa pirsî çi heye. Hevjînê min got ku çeteyan pismamekî me sûîqest kirine. Rabûn herdû li wesayîdê siwar bûn û berê xwe dan Kobanê. Piştî çûyîna wan agahî ji me re hat ku 2 pismam, kurê pismam û keça xalê min ji aliyê DAIŞ`ê ve li cihên cuda hatine qetilkirin.

Demek derbas bû, ji me re gotin ku birayê te Şêrzad hatiye, min jî xwe amade kir ku ez jê re bibêjim we çima bersiva telefona xwe neda. Dema ez derketim wan bibînim, xwîşka min hat pêşiya min û got dernekeve. Xwîşka min dema ku çavên wê li hevjînê min ket, ji bîr kir ku birayê me jî li gel wî bû. Ez bi îsrara xwe derketim, min dît ku termê birayê min Şêrzad, hevjînê min Hemed û pismamê min Abdullah anîn. Hersê jî di wesayîdê de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin.

Me termê wan li goristana gund binax kir, heta êvarê jî termê 5 mirovên me yên din gihîştin gund û me ew jî binax kirin. Em heta vê rojê li pey wan dinalin lê vala ye. Ji ber vê divê ku ev roj tu carî neyê jibîrkirin û hovîtiya ku DAIŞ’ê li Kobanê pêk anî, were zanîn.

Ji ber komkujiyê hafîzeya xwe winda kir

Mûna Osman ku li taxa şehîd Ebdo dijî, hevjînê wê li ber çavên wê hat qetilkirin û du rojan bi termê wî re bû wiha dibêje: "Beriya rojekê ji komkujiyê, her kes li benda mizgîniya rizgarkirina Sirînê bû. Seat 5`ê sibehê, ji ber ku em bi rojî bûn em hê şiyar bûn. Ji ber ku havîn bû me ciyên xwe li derve raxistibû, hevjînê min xwarin xwar û raket lê ez şiyar mam. Carekê dengê guleyan nêzî mala me hat, hevjînê min yekser ji xew rabû û got Sirîn rizgar bû. Ji ber vê wê bi dilekî geş deriyê mal vekir û derket kolanê. Di wê navberê de dengê guleyan nêziktir û dijwartir bû. Min serê xwe rakir, min dît ku du kes cilên YPG`ê li wan in ji mala min derketin. Kêliyek çû hevjînê min bang kir û got Mûna xwe bigihîjîne min. Ez çûm ser min dît ku guleyan lê reşandine û di nav xwînê de maye.  

Ez gelek şaş mam ku YPG wiha bike, hevjînê min ji min re got ev çete ne û ketine Kobanê. Çeteyan derî li pey xwe vekirî hiştin, hevjînê min got bilez derî bigre beriya ku vegerin. Min derî girt û ez vegeriyam cem wî, min çiqas hewl da wî rakim hundir nikaribû, ji tirsa re çokên min ji ber min çûn û min di wê kêliyê de nikaribû kîloyek rakira. Min jê pirsî ku ez çi bikim, got telefonê cîranan bike bila werin alîkariya te bikin da ku hûn min rakin nexweşxaneyê. Min çiqas hewl da ez xwe bigihîjînim cîranan, kes derneket. Ji ber ku hemû cîran li ser bane razabûn, wan dîtin ku çawa DAIŞ hevjînê min birîndar kiriye, ji ber vê her kesê xwe di malên xwe de veşart. 10 deqe borî, dengê hawara zarok, jin, mêr û extiyaran li taxa me bilind bû,  min ferq kir ku çete ketin malên wan û hinek qetil kirin. Nîv seatek borî, xwîşka hevjînê min xwe gihand me, ji ber ku mala wê li hember me bû. Me isfincek anî û hevjînê xwe qulband ser û bir odeyê. Hejînê min xwest ku malbata wî were cem wî lê derfet tunebû kes were. Em hîn diaxivîn, dengê guleyan careke din hat û hemû li mala min ketin. Zarokên min biçûk bûn wê demê, kirin qîrînî û tirsiyan. Min balgîfên mezin li ser hev danîn û zarokên xwe kirin pişt wan, ji bo ku gule li wan nekevin.

Ode di bin xwînê de mabû, zarokan ji tirsan dikirin hawar. Seat bû 7 min dît ku deng û rengê hevjînê min çû, wê demê min fam kir ku jiyana xwe ji dest daye. Min ser rûyê wî girt û em di nava xwînê de rûniştin li benda rizgariyê bûn. Bû nîvro me dît dengê hêzên parastinê yên me hat ku dibêjin ji malan derkevin êdî tax bi ewle ye. Min bi destên zarokên xwe girt û em li gel hemû cîranên xwe yên sax man ji mal derketin û me xwe bi lez gihand gundê Mezir Dewdê. Qîreqîr û hawara gel bû, ji her malekê bav, dayik, zarok ango dapîr û papîr hatin qetilkirin. Di wê rojê de 72 kes li taxa me şehîd Ebdo hatin qetilkirin. Piştî rojekê agahî dan me ku tax ji DAIŞ’ê paqij bûye, em vegeriyan malê û me hevjînê xwe bir gund binax kir.  

“Rojeke gelek dijwar bû, mirov çiqas bîne ziman jî nikare pênase bike”

Piştî komkujiyê min dît ku derûnî û tendirustiya min xirab dibe, dixwazim bi tenê bimînim û ji mal dernekevim. Ez çûm gelek bijîşkan li Kobanê lê kesê rewşa min fam nekir. Ji ber vê ez çûm Şamê, li wir bijîşkekî ji min re got ku min şewq derbas kiriye ji ber bi rojan tiştek nedihat bîra min heta zarok, dayik û bavê min jî nehatin bîra min. Ev rewş 10, 15 roj domiya, niha rewşa min ji berê baştir bûye.