Herêma Kurdistanê ji bo rojnameger û nivîskaran dojeh e

Li herêma Kurditanê ji ber pêşîlêgirtinên desthilatdar û dezgehên ewlehiyê li hemberî rojnameger û nivîskaran, karê rojnamegeriyê tê astengkirin û her roja ku diçe di warê azadiya rojnamegeran de derdor teng dibe.

LAVE KURDE

Navenda Nûçeyan- Rojnamegerî ji bo agahdarî û têgihîştina bûyeran qadeke girîng e, ji belge, nûçe û wêneyan pêk tê. Belavkirina wan li gorî exlaq û zagona rojnamegeran amrazên rojnamegeran giştî de ye, erkê serekê yê rojnamegeran ji çavdarêkirina kar û reftarên desthilatdar û berpirsyarên hukmî li hemberî hemwelatiyan bersiv bide û ji karê wan jî berpirsyar be.

Rojnamegerî maf û azadî ye

Azadiya rojnamegeran di çarçoveya yasayên navdewletî de dikeve nava azadiya fikrî ku yek ji mafê bingehîn ê mirovan e, di benda 19 ya hevpeymaniyên navdewletî de mafê medenî û siyasetê heye. Naveroka benda 19 ya mafên mirovan dubare dike û girîngî dide ku hemû kes xwedî mafên azadiya fikrî ne û ev maf jî girtin û belavkirina zanyariyan digre nava xwe. Cihê balkêşiyê ye ku azadiya fikir bi gelek belgeyên navdewletî û herêmê weke mafê bingehîn girîngî jê re hatiye dayîn û berpirsyarî li ser milê dewletê ye, ne tenê di wê rewşa ku zagona navdewletî diyar kiriye.

Li herêma Kurdistanê azadiya rojnamegeran

Di sala 1991’ê de piştî serhildana herêma Kurdistanê û hêzên navxweyî çend saziyên medyayê yên berbiçav hatin avakirin. Her çendî zagona parastina mafê fikrî heye jî her sal ji sala din zêdetir tirsek ji rewşa rojnamegeran li herêmê heye piranî tenê ew rojamegerên girêdayî desthilatdariyê dikarin kar bikin. Li herêma Kurdistanê karê rojnamegeriyê ber bi qonaxeke tarî ve diçe û li dadgehan zagona karê rojnamegeriyê ji bo rojnamegeran nayê bikaranîn. Navenda navxweyî û cîhanî di nava raporta rojnamegeriyê de erdnîgariya herêma Kurdistanê xistiye nava herêmên metirsîdar, ji bo karê rojnamegeriyê. Rojnameger dibêjin girtina rojnameger û azadîxwazan metirsiyek mezin li ser rewşa azadiya rojnamegeran çêdike. Li herêma Kurdistanê metirsiya ji bo karê rojamegeran belavkirina pêşîlêgirtinan ji bo rakêşanê pêngavên pêwîst ji aliyê hikumeta herêmê ve navêjin û her dem rojnameger tên girtin û rastî êrîşan tên.

Ji derveyî êrîşa li ser rojnameger û kuştina wan, di demên aloziyên siyasî û serhildanên xwepêşandanên nerazîbûnên li dijî gendelî û bêdadiya hikumet û her wiha li dijî dagirkirina xaka Kurdistanê ji aliyê dagirkeran ve, dema ku rojnameger dişopînin kesên yekemîn ku rastî desteserkirin, girtin, îşkence û lêdanê tên û her wiha dest datînin ser alav û amûrên wan rojnamegeran.

Kuştina rojnamegeran

Gelek rojnameger ji ber karê xwe dema rexne li desthilatdarî û hikumet û gendeliyên li herêma Kurdistanê kirine hatine qetilkirin lê belê tu sendîka, tu parlamenter, encûmena dadwerî ku xwe weke xwediyê rojnamegeran dibînin heta niha bikuje tu rojnamegeran negirtine. Kuştina rojnamegerên li ser karê xwe wisa mane bikuj nayên girtin, li herêma Kurdistanê tenê rojnamegeran girêdayî desthilatdar û partiyan dikarin kar bidin meşandin. Ger rojnamegerek bixwaze karekê lêkolîn bike û raportekê ji bo berjewendiyên gel amade bike, wê demê jiyana rojnamegeran dikeve metirsiyê.

Zagonên ji bo azadiya rojnamegeran

Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye divê pabendî destûra Îraqê be. Azadiya fikrî mafeke ji bo her hemwelatiya Iraqê ku di sala 2005’an de destûra Iraqê dest bi kar kiriye. Lê belê di sala 1992’an de ku hilbijartina parlamentoya herêma Kurdistanê hat encamdan, du zagon ji bo karê rojnamegeran hatin derxistin. Ev zagon jî ji zagona hejmar 35 ku di sala 2007’an de zagona karê rojnamegerî her wiha di rûniştina hejmara 28 a sala 2013’an piştre hejmare parlamenterên Kurdistanê bi hukmî berda 1 di madeya 56 ya yasaya jimar 1 di sala 1992’an de parlementoya Kurdistanê hat pejirandin û zagona mafê bi destxistina zanyariya li herêma Kurdistan- Iraqê derket. Yasayek ji 22 madeyan pêk hatiye û dabeşî pênc beşan kiriye, beriya zagona mafê bi destxistina zanyariyan li herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina zanyariyan, zagona hejmar 40 a sala 2004’an sala 1998’an piştgiriya sendîkaya rojnamegeran dikir.

Li herêma Kurdistanê hebûna van zagonan ji bo kar û azadiya rojnamegeran e lê belê niha gelek rojnameger di girtîgehan de ne û rastî nêzîkatiyên xirab tên û tometên cur bi cur ji bo wan tên çêkirin, bi awayekê girtina rojnamegeran dixin çarçoveya zagonek din, bi taybetî zagona xirab di torên civakî de bi kar tînin. Li aliyek din li gorî zagona sala 2007’an a parlamentoya Kurdistanê nabe rojnamegerek were girtin, tenê cezayê madî heye. Lê belê desthilatdar ewqas ji karê rojnamegeriya azad ditirse, rojnamegeran dixin girtîgehan.

Rojnamegerên jin karê wan du qat metirsîtir bûye

Li herêma Kurdistanê astengiyek zêde li hemberî karê rojnamegeriyê heye, ev jî ji bo jinan du qat e, hem ji ber gotinên civakê û hem jî zayenda ku li hemberî hempîşetiyê, hem jî cudabûna aliyên desthilatdar û hikumetê. Ji ber dema ku civînek girîng li ser mijarek giştî be divê tenê rojnamegerên mêr an jî piraniya wan mêran tenê yek rojnamegera jin heye beşdar dibin. Rojnamegerên jin hatine piştguhkirin û ev jî ji ber kêmdîtinê bandora wan li ser azadiya rojnamegeran dike.

Her çendî di van salên borî de di medyayê de hejmara jinan zêde bûye û dest bi karê rojnamegeriyê kirine lê belê hê jî karê rojnamegeriyê ji bo jinan di nava civakê de Kurdî de nîn e. Ji ber wê gelek caran dema ku rojnamegerên jinan diçin qada rastî gelek gotinên nexweş tên û her wiha ev pêşîlêgirtinek din a li hemberî rojnamegerên jin e.

Li gorî rapirsîna di çarçoveya projeya ‘Dengê me’ de bi hevkariya rêxistina PAO ku di sala 2021’an de ancam da, derket holê ku li heremê rojnamegerên jin rastî êrîşên zayendî tên û di rapirsînê de 323 jinên çalakvan û rojnamegerên herêma Kurdistanê beşdar bûne, ji sedî 62’ê rojnamegerên jin di torên civakî de rastî êrîşên zayendî tên û gotinên ne di rê de li ser navê wan tên belavkirin.