Helepçe û pilanên jenosaydê li ser Kurdan II

Helepçe 33 sal in bûye birîna kûr a jinan Tevî ku 33 sal di ser komkujiya Helepçeyê re derbas bûye jî; jinên xizm û zarokên xwe di wê rojê de winda kirine hê jî bi hêviya dîtina wan dijîn. Şewnim yek ji wan jinan e ku zarokên xwe, dayik, bav û du birayên xwe di komkujiya Helepçeyê de winda kiriye.

Helepçe 33 sal in bûye birîna kûr a jinan 
Tevî ku 33 sal di ser komkujiya Helepçeyê re derbas bûye jî; jinên xizm û zarokên xwe di wê rojê de winda kirine hê jî bi hêviya dîtina wan dijîn. Şewnim yek ji wan jinan e ku zarokên xwe, dayik, bav û du birayên xwe di komkujiya Helepçeyê de winda kiriye. 
Helepçe- Ji kîmyabarana ku bi ser Helepçeyê de hat barandin herî zêde jin bi bandor bûne. Ew jinên ku di vê komkujiyê de zarok, hevjîn û mirovên xwe winda kirine hêj birîna wan nû ye û dem jî ji vê birînê re nebûye derman. 
Rûbar Muhamed yek ji wan jinan e ku di komkujiya Helepçeyê de dayik, bav, bira û hevjînê xwe winda kiriye. Rûbara ku di wê rojê de lawê wê Suleyman nû hatibû dinê, biribû nexweşxanê û tenê ji malbata wê ew û lawê xwe sax mane. Rûbar ji bo lawê xwe dijî û weke endama Weqfa Qurbanên Kîmyabarana Helepçeyê ji bo ew jinên ji komkujiyê rizgar bûne û bi nexweşiyên fizîkî û psîkolojîk têdikoşin, ji bo careke din ew jin sax bibin û vegerin jiyana bi aram xebetan dide meşandin.
Rûbari ji piştgiriya ku hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê dide jinên mexdûrên Helepçeyê nerazî ye. 
Şopên komkujiya Helepçeyê nayên jibîrkirin
Rûbar diyar kir ku ji komkujiya Helepçeyê, ji malbetê tenê ew û lawekî xwe rizgar bûne û der barê wan rojên ku nayên jibîrkirin de wiha dibêje: “Ez endameke fermî û dilxwaz a weqfê me. Armanca me ew e ku em ji bo jinên ku mirovên xwe yên nêz winda kirine bibin alîkar û xizmetê ji wan re bikin. Ji malbata me tenê ez û lawek xwe man. Ew roja ku çekên kîmyewî hatin bikaranîn, min lawê xwe Suleyman biribû nexweşxaneyê, ji ber wê em rizgar bûn. Ji bo şopên komkujiya li Helepçeyê rabin, gelek sal pêwîst e. Bi taybetî jin bandora komkujiyê derbas nakin. Ji ber ku jin gelek ji kîmyabarnê bi bandor bûne û gelek ji wan êş û nexweşiyên cuda bi wan re peyda bûne. Gelek ji wan jinan ji ber ku êdî nekarîn berpirsyariya jiyana malbat û zarokan bi cih bînin, mecbûr mane ku ji hevjînên xwe cuda bibin. Gelek ji wan piştî komkujiya Helepçe nebûn xwedî zarok.
“Divê ji bo jinan navend werin vekirin” 
Rûbar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku herî zêde jin di rewşek xirab de ne û wiha domand: “Gelek ji jinên Helepçeyê pirsgirêkên wan ên derûnî hene. Lê mixbin li Helepçeyê navendek wisa nîn e ku ev jin alîkariyê bigrin. Jiyan helbet ji hemû kesan re zor e lê ji bo jinan du qat zêdetir zortir e. Hinek ji wan kêm mane û ji jiyanê sar bûne lê ev yek ji bo hemûyan ne derbasdar e. Hejmara jinên ku ev yek bi sernexistine gelek zêde ye. Ger navendeke derûniyê hebûya belkî ji bo wan jinan bibûya alîkar. Madem ku civak bi jinan temam dibe û dema tê gotin nîvî civakê ji jinan pêk tê, wê demê divê cudahi nekeve navbera jin û mêran û girîngiya pêwîst were dayîn û ji pirsgirêkên ku jin dijîn re divê çareserî were dîtin.”
Rubarê li ser alîkariya ku Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê daye Helepçeyê jî nirxandin kir û wiha got: “Ez nabêjim ku wan qet tişteke nekirine lê ji bo jinan tiştek nehatiye kirin. Gelek ji wan jinan di rewşek wisa de ne ku nikarin derbikevin derve. Ger mijûlahiyeke wan hebûya, dema karek wisa hebûya bikin û navendeke jiyanê ji bo wan hebûya di aliyê derûnî de dê bi wan re bibûya alîkar. Belkî ewqas li wan rojan asê nemana û xwe di aliyê derûnê de ewqas bêhêz nexistina.”  
Rûbar Mihemed da zanîn ku weqfê ji bo malbatên Şehîdên Helepçeyê û yên mirovên nêzî wan alîkarî pêşkêş kiriye û hevdîtinên dîplomatîk ên pirsgirêkên ku jin dijîn anî ziman û daxwaz ji Hikumeta Federal a Kurdistanê kir ku ji bo bi jinan re bibin alîkar projeyan ava bikin û bi jinan re hem di aliyê madî de hem jî di aliyê manewî de bibin alîkar.”
Malbata xwe hemû winda kir
Şewnim Abdullah di komkujiya Helepçeyê de dayik, bav, xwişk, bira, keçek û lawek xwe winda kiriye. Bîranîna herî dawî ya bi keça xwe Sara re ev 33 sal in ji bîr nekiriye, Şewnim dibêje: “Ez qet dema keça min bi etekê min girt û got ‘min bernede’ ji bîr nakim.”
Şewnim di 14’ê Adarê de dema ji bo zarok bîne dinyayê diçe bajarê Silêmaniyeyê, di wê demê de komkujiya Helepçeyê çêdibe û êdî ji malbat û her du zarokên xwe tu agahî nagire. Rastiya ku malbata wê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye napejirîne û ev 33 sal in bi hêviyeke mezin bendewariya xwe didomîne.
Şewnim daxwaz ji Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê kir ku der barê zarokên li Helepçeyê winda bûne lêkolîn bikin û wan bibînin û wiha behsa çîroka xwe dike: “Di şeva 13’ê Adarê de bijîjkên Helepçeyê ez birim nexweşxaneya bajarê Silêmaniyeyê, wê zaroka min çêbûya, min keç û lawê xwe li mala bavê xwe hişt. Ez û hevjînê xwe em hatin nexweşxaneyê. Dema em li nexweşxaneyê bûn komkujî çêbû, ji ber wê 33 sal in ez nizanim çi hat serê wan, ez ne dibêjim şehîd in, ne jî dibêjim winda bûne. Ji ber vê jî jiyan ji bo min gelek zor e. Her rojên min wekî 16’ê Adarê ne. Ew zarokên min ên ku piştî wan çêbûne nikarim bibêjim ku min wan re jiyana sererast jiyaye. Ji bo min her roj şîn bû. Cejnên min jî tunebûn, dema ku dihizirîm jiyana nû ava bikim, keça min Sara ya bi etekê min girt û got ‘min bernede’ tê bîra min û careke din êşa min nû dibe.” 
“Ji bo zarokên winda bila xebat were kirin”
Şewnim, dema ew bi bîr tîne dest bi girînê dike û careke din dibêje: “Min Sara li gel xwe nebir û min ew hişt gel bavê xwe wan û ev 33 sal in ez li benda rêya wan im, dibêjim qey dê carek din werin. Nexweşiya penceşêrê bi min re çûbû, ez mecbûr mam ku bi nexweşiya derûnî re têbikoşim. Ên ku dayik in hîs dikin ku min çi jiyaye. Keçek û lawek min hene, encax êşa Sara û Karzan heta mirinê wê li gel min bimîne.”   
Şewnim di 33’emîn salvegera komkujiya Helepçeyê de bang li Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê dike ku ji bo zarokên winda yên Helepçeyê xebat bidin destpêkirin û wiha pêde çû: “Divê bi fermî daxwaz ji Hikumeta Îranê were kirin ku ew zarokên di komkujiya Helepçeyê de birine Îranê werin dîtin. Me 5 sal in projeya ji bo zarokên winda werin ditîn  amade kiriye û me radestî Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir. Lê mixabin heta niha me qet bersivek negirtiye. Ew projeya ku me pêşkêş kiriye ji bo bibe zagon ew parlamenterên ku deng nedane li gorî min tu cudahiya wan ji yên Helepçe bombabaran kirine nîn e. Helepçeyê Kurd bi hemû dinyayê da nasîn. Dema me proje xist rojevê parlamenteran gotin ‘Niha ne dema wê ye.’ 33 sal derbas bû yên ku dibêjin hê ne dema wê ye gelo wê kengê dema wê were?”
 Şewnim yek ji wan jinên endama Weqfa Zarokên Winda yên Helepçeyê ye. Bi yên ku zarok û mirovên xwe winda kirine, bi derfetên xwe ketine pey wan zarokan. Ew hê jî bi hêviya dîtina zarokên xwe yên windabûyî û mirovên xwe ye. Difikire ku carek din dê hev bibînin û ji bo wê daxwaz ji Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê dike ku bi wan re bibe alîkar.
Qediya…