Jinên Afganî di dîroka huner û şer de xwedî roleke girîng in (2)
Pirtûkên ku dîroka Afganistanê ronî dikin, kêm caran behsa jinan tê kirin. Serdema ku Mîr Ebd El-Rihman Xan (1840-1901) tê de jiyaye ji bo gelê Afgan, bi taybetî jî ji bo jinan serdemeke tarî bû.
BAHARÎN LEHIB
Kabul – Serdema ku Mîr Ebd El-Rihman Xan (1840-1901) tê de jiyaye ji bo gelê Afgan, bi taybetî jî ji bo jinan serdemeke tarî bû. Mîr Ebd El-Rihman bi piştgiriya Îngilîstanê derket ser text. Mîr Ebd El-Rihman gelek sûc kir, di nav de îmzekirina pejirandina Xeta Durand bi Hindistana Brîtanî re. Êrîşî Loristanê kirin. Ji ber cudahiya olan, misilmanên cuda ji vê herêmê re digotin Kafiristan û Basan jî piştî ku gelê wê neçar kirin ku bibin misilman, jê re dibêjin Nuristan û şêniyên herêmê neçar kirin ku bibin misilman. Wî fermana qetilkirina gelek Hazarayan da.
Şêrîn û 40 jinên li gel wê
Dema hêzên Ebd El-Rihman Xan ji bo qirkirina Hezaran êrîşî Uruzganê kirin, zarok, ciwan û kesên temen mezin qetil kirin, mal şewitandin û tecawizî jinan kirin. Wê demê jina bi navê “Şerîn” bi 40 jinên din re li dijî van hemû sûcan sekinîn. Piştî serkeftina hêzên Ebd El-Rihman Xan ev jin neçar man bi peyatî biçin Kabulê û ji bo xwe biparêzin li yek ji çiyayên Kabulê xwe veşêrin, lê hêzên Ebd Rihman Xan li pey wan derketin û hilkişiyan serê çiyê. Şêrîn û hevalên wê bi şev û roj bi keviran parastina xwe kirin, lê di dawiyê de bi ser neketin. Dema van jinan dît ku dijmin nêzî wan dibe, neçar man xwe ji çiyê bavêjin û jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku desthilatdariya zalim a Ebd Rihman Xan hat rûxandin, navê vî çiyayî kirin “Çiyayê Çil Keçan”.
Sîra Bedexşî
Sîra Bedexşî ango Bîcom nesab yek ji helbestvanên serdema mîr Ebd El-Rihman Xan e, ku di sala 1876’an de li Bedexşanê ji dayik bûye û di sala 1963’an de jiyana xwe ji dest daye. Di şazdeh saliya xwe de wê dest bi nivîsandina helbestan kir. Ebd El-Rihman Xan bavê wê ku yek ji mîrên Bedexşanê bû, sirgûnî Qendeharê kir. Sîra Bedexşî hemû jiyana xwe li sirgûnê bi malbata xwe re derbas kir.
Sîra Bedexşî nameyek ji Mehcûba Hiravî re şand û tê de behsa êşa wan a hevpar a zexta mêran a li ser jinan kir. Sîra Bedexşî di helbestên xwe de behsa êş û azarên gel û neheqiya mîr Ebd El-Riham Xan kir.
Nimûneyek ji helbestek “Muxebeia” (veşartî) ya Sîra Bedexşî:
Destê ku alîkariyê nade stûyê û çavê kor yê ku şahiyê nabîne dişkînim
Sed bihar derbas bûn û her kulîlk li cîhek din hat çandin
Bîbî Sincî – Meryam
Bîbî Sincî ango Meryam di sala 1864’an de ji dayik bû. Bavê wê ku bi navê Baba Xazî tê nasîn, di Şerên Yekem û Duyemîn ên Îngilîstan-Afganîstan de yek ji rêberên şer bû. Bîbî Sincî di helbestên xwe de tawanên mîr Ebd El-Rihman Xan eşkere kir û ev yek bû sedem ku bi fermana Ebd El-Rihman Xan wê bişînin girtîgehê. Ebd El-Rihman dengbêjî, zanîn û hişyariyê wek asteng dihesiband û ditirsiya ku Bîbî Sincî di zindanê de jinan fêr bike û bibe sedema pirsgirêkek din ji bo hikûmeta wî, lewma ferman da ku wê di hucreya yek kesî de bihêlin. Serokê girtîgehê bi fermana Ebd El-Rihman di nav sê rojan de li devereke dûr a bajarê Kabulê odeyeke kevirî ava kir û Bîbî Sincî xist wê odeyê. Hevjînê Bîbî Sincî ku di dadgehê de dixebitî, ji bo hevjîna wî bê efû kirin çû cem Ebd El-Rihman û daxwaza serbestberdana wê kir û piştî demeke dirêj ji girtîgehê Bîbî Sincî hat berdan. Du navçe li Kabulê bi navê wê hatine binavkirin.