Jinên Afganî di dîroka huner û şer de xwedî roleke girîng in (1)

Jinên Afganî di dirêjahiya dîrokê de, ji sedsalan vir ve di huner, helbest û şer de roleke girîng lîstine. Di her warî de xwedî gotin bûne.

BAHARÎN LEHIB

Kabul - Jinên Afganistanê di dirêjahiya dîrokê de tevî desthilatdariya civaka baviksalarî û dûrxistina jinan ji perwerdeyê û hwd. jî xwedî gotin bûne. Pergalê nikaribûye hêz û jêhatiniya wan ji destên wan bigre. Ji ber vê yekê jinên Afganî ji sedsalan vir ve di dîrokê de roleke girîng lîstine.

Bi lêkolînên ajansê em ê biyografiya çend ji van jinên leheng biweşînin da ku her kes bi rola wan a girîng zanibe.

Hanzele Bedqîsî

Ew yek ji helbestvanên zimanê farisî ye ku di sedsala sêyemîn a hicrî de jiyaye û li Badghisê hatiye dinê. Ji wê re dibêjin dayika zimanê derî lê der barê jiyana wê de zêde agahî nîn in. Di sala 219’an de jiyana xwe ji dest daye.

Helbesteke wê;

Ger mezinbûn çûyîna devê şêr be,

bigre ber çavên xwe û biçe nav devê şêr.

An bi mezinahiyê, rûmet û keremê,

yan jî bi mirinê re rûbirû dimînî.

Rabîa Belxî

Li gorî belgeyên dîrokî, ew yek ji helbestvanên jin ên yekem ên Farisî ye. Dîroka jidayikbûn û wefata wî bi zelalî nayê zanîn. Li gor Attar Nîşabûrî ew di serdema Samaniyan û Rudekî de jiyaye, ji ber ku gelek hevdîtin bi Rudakî re kirine.

Bavê Rabîa ji Erebên ku koçî Xorasanê kirine Ke'bî Qezdarî bû, mîrê Belx, Sîstan, Qendehar û Laşkargahê bû.

Li ser zarokatî û ciwaniya Rabîa tu qeydên berfireh nîn in. Lê Ettar Nîşabûrî wiha gotiye: “Keeb Qezderî fermandarê Belxê kurekî bi navê Harîs û keçek bi navê Rebîa heye. Bav bêtir bi Rabîa re eleqedar dibe. Ji ber ku di huner û teknîkê de jêhatiya wê heye. Bavê wî di vî warî de cesaretê dide wî û bi wî re hevkariyê dike. Rabîa di helbest, huner û wênesaziyê de jêhatî ye, ji bilî wan mijaran jî siwarkar û şûrvanek jêhatî ye. Bavê wî nasnavê Zeyn el-Ereb (xemilandina gelê Ereb) lê kiribû.

Harîs piştî mirina bavê xwe li ser text rûniştiye. Rojekê, Haris ziyafetek padîşahane saz dike û Rabîa vedixwîne, li wir Bektaş (yê ku emanetdarê xezîneya Harîs û yek ji nêzî wî ye) nas dike û evîndarê wî dibe. Rabîa nameyek bi wêneyê xwe ji Bektaş re ku bi xwe xêz kiriye dişîne. Bektaş jî bersiva nameya wî dide. Piştî wê jî nameyan diguherînin û her carê Rabîa ji Bektaş re helbestek dinivîse û dişîne.

Ettar Nîşabûrî dîsa wiha vedibêje: “Dijmin êrîşî Belxê dike û Bektaş bi çend efseran re diçe vî şerî. Rabîa vê yekê fam dike û dema ku Bektaş birîndar dibe bi guhertina cil û bergên xwe û pêçandina rûyê xwe beşdarî şer dibe. Rabîa dikeve qada şer, hejmareke zêde dikuje û Bektaş jî rizgar dike.

Dema ku Rudekî Rabîe nas dike, evîndarê wê dibe. Rudekî piştî hevdîtina bi Rabîe re diçe Buxarayê û helbesteke ji Rebîe re ku li gel wî ye ji Emîrê Samanî re dixwîne û di civînê de qala cemal, zanîn û hezkirina Rebîe ya ji bo Bektaş dike. Harisê birayê Rabîe jî di meclîsê de amade ye û haya wî ji evîna Rabîe û Bektaş hebûye. Dema Herîs vedigere odeya Bektaş, helbestên Rabîe di odeya wî de dibîne. Herîs ferman dide Rabîe ya ku damarên destê xwe biriye di hemamê de heps bikin û Bektaş jî diavêjin zindanê. Heya ku Rabîa sax e bi xwîna xwe li ser dîwarên hemamê helbest nivîsiye û piştî şev û rojek dimire, Bektaş jî piştî mirina Rabîa ji girtîgehê direve û li ser gora Rabîa xwe dikuje.

Çend riste ji helbestek Rebîayê:

Ji nav wan mêran, ew bi dehan dikare.

Wê mijarê got û wek mêran rabû û rûnîşt

Li wir wî girtin û Bektaş birin.

Ji bo ku kes wî nas neke, wî ji nav birin!

Ayişa Dûranî

Ayişa Durranî di sala 1150’î de li Kabîlê hatiye dinyayê û di sala 1223’an de wefat kiriye. Piştî nivîsandina çend helbestan bala Têmûrê Şah Durranî û kurên wî tê ser zêde dibe. Dîwanî bi 3000 beş helbest heya îro maye. Qonaxa helbestên Ayişayê 3 beş e;

Qonaxa yekem: Dema ciwaniya wî ye, der barê Teymurşahê Doranî de û helbestên wê piranî bi xezel bûne.

Qonaxa duyemîn: Helbestên wî bi piranî tesewif û îrfan in û di dewra şerê navxweyî yê Têmûr Şah û kurên wî û şerê Efxanistan û Îngilistanê de bû.

Qonaxa sêyem: Şîna piştî têkçûna Duraniyan li Efxanistane.

Asta xwendina wî li malê bûye û dema ku li ser helbestan dixebite, Hafizê Şîrazî xwendibû. Dema ku yek ji kurên xwe yên biçûk ên di şer de winda dike, wek şînê dixwîne.

Beşek ji sonetên Ayişa Durranî

Cejna behar û geşt û xweşî diçe tu were

Saqiya gotinên bi rih wa diçe tu were

Feraşên bayê seba diçe tu were

Xaliya sor ber bi bax ve raxistine tu were

Lehiya êşê ji çavan dibare tu were,

her pelê çîçekê di devê çûkek de ye tu were

Nazo Ana (Tokhi)

Nazo Tokhi Mahshor ku bi navê Nazo Anna jî tê nasîn (Anna di jinên paştoyî de tê wateya dapîr) yek ji helbestvan û nivîskarên jin ên paşto yên li Afganistanê ye. Bajarê wî Qendahar e, di sala 1651’ê de hatiye dinyayê û di sala 1717’an de wefat kiriye. Di serdema xwe de bi mêrxasî, wêrekî û dilovaniya xwe navdar bûye. Li gorî wê, navê dayika neteweya Afganî jê re hatiye dayîn.

Mahcuba Heravi

Navê wî yê eslî (Bîbî Sefûra) bûye, sala 1258’an ji dayik bûye û sala 1345’an koça dawî kiriye. Ji çardeh saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye û bavê wê jî gelek piştgirî daye wê. Bi helbestên Mestûre Xorî re gelek eleqedar dibe û Mestûre jî ji vê meseleyê haydar e, ji ber vê jî helbesta xwe jê re dişîne ku bike Mexem û bi ser dikeve, ji aliyê Mestûre û hevalên wê ve tê handan.

Mahcuba Herevî dibe endama Komeleya Helbestvanan a Heratê û paşê jî ya Kabîlê û li yek ji dibistanên keçan dest bi mamostehiya edebiyatê dike. Piştî zewacê, jiyana wê ya hevbeş baş derbas nabe û hevjînê wê rê li ber çalakiyên wê digre ku Herevî bi xwe jî gotiye: "Mîna girtiyek ku bi tevahî ji cîhanê bêhay e, ez jî ji bo şiyarbûna gel ji bo nûjeniyê, bi taybetî jî jinan hewl didim. Ez dibêjim, guhdarî dikim, stranan dibêjim heta ku Xwedê bixwaze ez  bigihîjm armanca xwe!"

Piştî wefata hevjînê xwe dîsa dest bi xebatên xwe dike û xwedî dîwaneke bi sê hezar beytan e.

Çend riste ji helbesta Mehcube Herevî

Qasîd derdê dinyayê di canê min de ye,

rabe ji ber ku ez xemgîn û lawaz im

Biçe cem birayê min

ê ku pir bi rehm û mîhreban e.

Melalî Mîwend

Yek ji jinên qehreman û dîrokî ên Afganîstanê Malalî Miwend e. Ew di sala 1861ê de li gundê Xîg ê bajarê Miwend,  ya qendîharê hatiye dinê. Ew yek ji wan jinên ku di Şerê Afganî yê Duyem de ligel jinên din alîkariya şervanên Afganî kiriye. Di gihandina erzaq û çekan û xizmeta birîndaran di eniyên şer de roleke girîng lîstiye. Bavê wî şivan bû û di nav refên şervanên din li dijî êrişkerên welatê xwe şer dikir.

Di şerekî hezîrana 1880’an de, di dema şer de, her çend hejmara leşkerên Afganî pir bû jî hevjîn û bavê Melalî jî di şer de amade bûn. Ew wek her car çûbû hevkariyê bi şervanan re. Di meydana şer de moralê şervanan nebaş bû lewma şerê Efxanan li dijî Îngilîzan ber bi binketinê ve diçû û di vê pêvajoyê de alhilgira şer hat kuştin, Malalî ket qada şer, al hilda û helbestek bi zimanê peştoyê bi dengekî bilind xwend ku moralê hemû leşkeran bilind bibe. Tevî ku şer têk çû, Melalî di şer de hat kuştin jî rola xwe ya dîrokî lîst û bû lehenga hemû gelan. Ew bi bav û hevjînê xwe re li gundê Xîg hat definkirin. Melalî di 19 saliya xwe de li qada şer hat kuştin.

Mastore Qori

Helbestvaneke din a jin ku di dîroka Afganistanê de rol lîstiye Mestore Qorî yan Horelnsa ye. Di sala 1311’an de ji dayik bûye û sala 1345’an koça dawî kiriye, helbestên wî 3500 beyt in.

Nimûneyek ji helbesta Mestore Qorî:

Biçe Mestore

ev dinya, ne cihê rehetiyê ye,

nexwe çima Îbnî Meryem

li ezmanan de cih girtiye?