Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çand û zimanê xwe nûjen dibe (4)
'Bi nûjenbûna ziman û çandê em ê welatê xwe ava bikin' Xwendekarên bajarê Hesekê bi perwerdeya zimanê Kurdî bi kêf in, tişta ku herî li xweşa wan tê jî ew e ku dê nifşên dîtir bi azadî zimanê xwe yê Kurdî bixwînin.
'Bi nûjenbûna ziman û çandê em ê welatê xwe ava bikin'
Xwendekarên bajarê Hesekê bi perwerdeya zimanê Kurdî bi kêf in, tişta ku herî li xweşa wan tê jî ew e ku dê nifşên dîtir bi azadî zimanê xwe yê Kurdî bixwînin.
NECAH MEÎŞ
Hesekê - Hikumeta Şamê di dirêjahiya salên berê de, bi tevahî rêbazan, çand û nasnameya gelê Kurd çewisand. Gelê kurd ji zengîniya wêjeya zimanê xwe bêpar bû lê bi pêşketina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, zimanê xwe yê dayikê bi pêş xist, çand û hebûna xwe parastin. Ji bo vejînkirina zimanê Kurdî gavên pir girîng avêtin û heya niha jî gelek destkeftî di qada perwerdeyê de bi dest xistine. Hêjayî gotinê ye ku ji dema nivîsandina destûra nû ya Iraqê ya di Hezîrana 2004'an de zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî bi awayekî fermî hat pejirandin.
Di hundirê dibistanên Kurdî de, awayê dersdayînê jî cuda ye, şagirt dikare bi rehet nêrîna xwe bîne ziman. Di hundirê her dibistanê de Meclisa Xwendekaran hatiye avakirin. Ew jî ji bo şagirt bi xwe nêrîna xwe bide, her wiha tevli civîna mamoste û rêveberiyên dibistanan dibe. Şagirt jî bûye kesekî esasî di hundirê dibistanê de ku şaştiyên mamoste rexne bike yan nêrîna xwe di biranşê de bide.
'Li ser dîroka xwe têr hînî agahiyan bûm'
Bi pêşketina zimanê Kurdî zarok fêrî dîrok û çanda xwe dibin. Xwendekara dibistana Ehmed Zeal a bajarê Hesekê Sarîn Merwan Îsa ku pola 9 dixwîne, kêfxweşiya xwendina bi zimanê Kurdî bi van gotinana tîne ziman: "Ev derfetek bêhempa ye ji bo me, ji ber ku tu carî bi dest me neketibû ku em zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Berê me me zimanê erebî dixwend, ez rêzgirtina wî zimanî digirim ew jî zimanê neteweyekê ye. Lê bi xwe ev ziman, ne zimanê me ye. Ji ber vê yekê me azadî di xwendina vî zimanî de nedît lê niha me mafê xwe stendiye ku em bi zimanê xwe û di dibistanên xwe de bixwînin. Em bi azadî têkiliya xwe, axaftin û xwendina xwe bi zimanê Kurdî re dikin her wiha em der barê dîroka xwe de têr agahî dibin. Bi rastî ez gelekî bi vê pêşketinê kêfxweş im. Niha derfet li ber her kesî vebûye ku bi zimanê xwe bixwîne, binivisîne û bi azadî zimanê xwe pêş bixe. Ji dema ku min zimanê Kurdî xwendiye heta niha, gelek pêşketin di kesayeta min de çêbûne. Her wiha gelek agahiyên min li ser ziman, dîrok û rêzimanê Kurdî çêbûye."
'Em dixwazin bi Kurdî bixwînin'
Raman dixwaze xwendina zimanê Kurdî berdewam bike û bigihîje asta zanîngehê. Raman Yûsif pola 11 û li heman dibistanê ye: "Ez gelekî kêfxweş im ku bi zimanê xwe dixwînim. Di demên berê de derfet li pêşiya bav û kalên me tunebû ku zimanê Kurdî bixwinin, min jî heya refa 8'an xwendina erebî xwend ve yekê banorê li axaftinên min kiriye. Lê niha piştî dibistanên me yên kurdî vebûne gelekî pêşketin di zimanê min de çêbûye. Zimanê erebî ne şaşe ku yek bixwîne, lê zimanê me yê dayikê heye û em dixwazin bi kurdî bixwînin. Hîn jî ez ê xwendina xwe ya bi zimanê Kurdî berdewam bikim ta bigihîjim asta zanîngehê."
'Xwedî li zimanê xwe derkevin'
Mêvan Şêxmûs Îbrahîm li dibistana Ehmed Zeal pola 8 de dixwîne, Mêvan hêvî dike ku miletê Kurd xwedî li zimanê xwe derkeve û dibêje: "Zimanê Kurdî gelekî xweş e, gelek pêşketin bi me re çêbûye. Heger em bi zimanê xwe nexwînin wê kî were bi zimanê me bixwîne, dengê min diçe hemî miletan û dinyayê giştî ev malbatên ku zarokên xwe dişînin dibistanên Erebî bila werin xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji ber ku zimanê me çand û bedena me ye. Heya Serok jî dibêje 'Ziman beden e, çand beden e, erdnîgarî beden e xwedî li bedena xwe derkevin.' Heya niha bi xwendina Kurdî û bi vê pêşketinê gelekî bi kêf im."
'Kêfxweşiya herî mezin ew e ku nifşên hatî dê bi zimanê xwe bixwînin'
Sîlva Hesen a pola 11’an dixwîne da zanîn ku gelek cudabûn di navbera dibistanên Kurdî û yên rejîmê de hene û wiha qal kir: "Dema em bi zimanê dayikê diaxivin, aştiyê hîs dikin. Carna li malê hin peyvên erebî dikevin nav axaftina me ew jî sedema rejîmê ye ku zimanê Erebî li ser me ferz kiribû. Her wiha gelek cudahî di navbera dibistanên Kurdî û rejîmê de hene, ji ber ku li vê derê hemû netew dihêle bi zimanê xwe biaxive. Di dibistanên rejîmê de zimanê me qedexe kiribûn ji ber ku demokrasî li gel wan tunebû. Di hema demê de ji hêla mamosteyan ve jî gelek cudahî heye, li vir şêwazê mamoste wekî hevalên me bav û dayikên me ne. Lê di dibistanên wan de mamoste bi awayekî zordarî dihatin ser me. Niha em zimanê xwe diparêzin, wekî ku ji mafê her neteweyekê ye bi zimanê xwe bixwîne ji mafê me ye jî ku em bi Kurdî bixwînin. Kêfxweşiya herî mezin ew e ku nifşên dîtir jî wê bi zimanê xwe bixwînin."
'Bi keda şehîdan zimanê me yê Kurdî bi pêş ket'
Narîn Hesen jî diyar kir ku ji ber bi zimanê Kurdî dixwîne gelek pêşketin di bîr û ramanên wê de çêbûne û wiha got: "Ez zimanê Kurdî dixwînim, ji ber ku bi rastî xwendina zimanê dayikê xewnek bû ji bo gelê kurd. Em bejna xwe li ber xwîna şehîdên xwe ditewînin, ji ber ku bi ked û têkoşîna wan, dibistan vebûn û zimanê me yê Kurdî bi pêş ket. Li vir em bi rehetî fêrî zimanê xwe dibin. Ji dema xwendina min a zimanê Kurdî ve gelek pêşketin di kesayeta min de û di bîr û ramanên min de çêbûn. Her wiha em hînî gelek agahiyan bûn li ser dîroka bav û kalên xwe. Em ê bi zanîngehên xwe, bi zimanê xwe û bi pêşketina xwe, welatê xwe ava bikin."
Qediya…