Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çand û zimanê xwe nûjen dibe (2)

Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re pêşketina zimanê Kurdî Kurd bi hezaran sal bi riya tirk kirin û ereb kirinê, bi polîtikayên çewisandin, înkar, tunekirin û helandina zimanan rû bi rû maye. Şoreşa Rojava ya ku bi çiruska 19’ê Tîrmeha 2012’an despêkirî ronîbûn di qada ziman de jî çêkir û her kuçe û kolan bû cihê perwerda bi zimanê dayikê.

Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re pêşketina zimanê Kurdî
Kurd bi hezaran sal bi riya tirk kirin û ereb kirinê, bi polîtikayên çewisandin, înkar, tunekirin û helandina zimanan rû bi rû maye. Şoreşa Rojava ya ku bi çiruska 19’ê Tîrmeha 2012’an despêkirî ronîbûn di qada ziman de jî çêkir û her kuçe û kolan bû cihê perwerda bi zimanê dayikê.
NECAH MEÎŞ
Hesekê - Bi hezarê salan Kurd di nava têkoşîna hebûn û tunebûnê de jiyan kirine, wêje, ziman, çand û nasnameya xwe ji pişaftinê parastine. Her netew ziman, çand, wêje û dîroka wan cuda ye, dema ziman û wêjeya wê netewê were jibîrkirin, dê çaranûsa wan tunebûn be. Ji ber ku mirov bi ziman û dewlemendiya wêjeya zimanê xwe, xwe li ser piyan dihêle.
Ji qunaxên dîrokê heya roja me ya îro, netewe dewletên cîran ên erdnîgariya ku Kurd li ser dijîn Kurdistan di nava xwe de par kirine, nivîsandin û axaftina bi zimanê Kurdî qedexekirine da ku ev gel di qirkirinê re derbas bibe. Lê Kurdan bi hezaran sal xwe ji komkujî, qirkirin û îmhayan ku li ser wan hatiye frezkirin parastine. Dengbêj, stranbêj, çîrokbêj û helbestvanên Kurd ji bo vejandina zimanê kurdî rolek pir girîng lîstin e. Heryek ji wan bi kilam, helbest û çîrokên xwe çand û zimanê Kurdî bi giyan kirine û ta roja me ya îro anîne. Kurdan di çîroka Mem û Zîn, Derwêşê Evdî, Kawayê Hesinkar, dîsa di stranên De Miho, Ez Xelefim, Zembîlfiroş, Lawikê Metînî û hwd de vedana çand û zimanê xwe dîtine.
Di pêşxistina xebatên ziman de keda jinê 
Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19'ê Tîrmeha 2012'an re Rêveberiya Xweser pergala rejîma Baas hilweşand û derfet ji hemû pêkhateyên ku li bakur û rojhilatê suriyê jiyan dikin re afirand ku bi ziman, çand, bawerî, wêje û dîroka xwe bixwînin û kevneşopiyên bav û kalên xwe zindî bikin. Ji ber ku hikumetê hemû pêkhateyên ku li sûriyê jiyan dikirin, di din yek al, yek ziman û yek rengî de rêxistin dikirin û ew ji dîrok, çand û zimanê wan dûrdixisitin. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser pêdivî pê dît ku ji qada perwerdeyê destpêbike. Ji ber ku rejîmê hemû gel di nava sîstem û perwerdeya xwe de helandibûn. Ji xwe di pêşxistina xebatên ziman de jinê pir rol lîst. Hem di dîrokê de ya ku nehîşt ziman winda bibe dayik e, hem jî di roja me ya îro de ya ku herî bi xwestek nêzîk bû, zû fêr bû û dida fêrkirin dîsa jin bû. 
Asta pêşketina ziman, asta pêşketina jiyanê ye”
Bi pêşengiya jinên xwedî şiyana perwerdê yên weke Viyan Amara ku weke Mamosta Viyan li herêma Firadê dihat zanîn heskirina ji bo perwerda zimanê dayikê zêdebû. Bi diruşma “Asta pêşketina ziman, asta pêşketina jiyanê ye” li her kuçe û kolanan xebatên perwerdê hatin despêkirin. Jinên weke Leyla Gomo ya ji gundê Gemo yê bajarê Hesekê di temenê 50 saliyê de çu peyîmangeha Kurdî xwend û niha li gundê Xerbê Xezal ê Hesekê perwerdê dide zarokên gund. Her roj piştî rojbaşê bi gotina “zarokno îro çî li cem me heye” dest bi rojê dike û zarok jî bi yek dengî waneya xwe ya rojê dibêjin. Bi rêbazên cuda yên dilê zarokan li perwerdê vedike her roj tê ser peyîwirê û zarok jî bi heskirin tevlî waneya wê dibin. Ji ber ew qîmeta perwerdê dizane û derdê bê perwerdehiyê di temenê xwe yê derbasbûyî de dîtiye ji bo wê jî dizane çawan perwerdê bi zarokan bide heskirin. 
Êdî zarok sîroda 'Ey Reqîb' fêrbûn
Ji ber ku Hikumeta Sûriyê axaftina bi zimanê Kurdî qedexekiribû, Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi dizî xwe fêrî xwendin û nivisîna Kurdî dikir. Ji sala 2003'an ve Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi awayekî veşartî kar û xebatên xwe dida meşandin û di malan de perwerdehiya xwe didîtin. Ji bo ku rejîm pirtûk û tîpên Kurdî nebîne, hemû pirtûk di bin erdê de vedişartin. 
Ji bo bihêzkirina zimanê Kurdî cara yek li bajarê Kobanê di sala 2007'an de konferans hat çêkirin û di sala 2009'an de jî li bajarê Helebê hat lidarxistin. Di Konferansa sala 2012'an de ku li bajarê Amûdê hatibû lidarxistin, hat pêşinyarkirin ku li hemû bajar û gundên Rojava saziyên ji bo dayîna perwerdeya zimanê Kurdî werin vekirin û dibistanên heyî ji destê hikumeta Sûriyê werin derxisitn. Di sala 2013'an de ev pêşinyar pêk hat û hemû branşên rejîma Baas ku ramana neteweyî ya şovenîst tê de heye ji holê hatin rakirin. Sirûda Baasiyan jî li hemû dibistanan hat qedexekirin, ne mamoste û ne xwendekaran ew dirûşme nexwendin. Cihê wê zarok li ser 'Ey Reqîb' hatin perwerdekirin. Hemû xwendekar bi xwestekbûn û di demeke kin de fêr bûn. Yek jê waneya li ser pergala Baasiyan ya bi navê ‘Qewmiyê’ dihat dayîn, ji hemû bernameyên dibistanan hate rakirin.
 Herkesê perwerdeya zimanê Kurdî dît 
Ji bo perwerdeya mamosteyan Akademiyên taybet hate vekirin û di 11'ê tebaxa 2013'an de yekem Akademiya ku bi ziman û wêjeya Kurdî re mijûl dibû li bajarê Efrînê bi navê 'Ş.Ferzat Kemanger' hate vekirin. Her wiha di 28'ê Cotmehê de peymangeha bi navê 'Ş.Viyan Amara' hat vekirin. Ji xwe di nava xebatên perwerdehiyê de Zanîngeha Mezopotamya jî hebû. Bi ramanên azad ve girêdayî bû. Ew zanîngeh di 2014-15'an de hate vesazkirin. Di heman demê de ji bo zêdekirina hejmara mamosteyan yekem peymangeh di 9'ê Nîsana 2015'an de li bajarê Dêrikê hate vekirin. Hikumeta Sûriyê nerazîbûneke tund nîşanî van destkeftiyan da û bi hemû rê û rêbazan xwest xwendina bi zimanê Kurdî reş bike. Rêveberiya Xweser hemû hewildanên wan vala derxistin. Her car hin dibistan ji destê wan derdixistin, beramberî wê ji welatiyên nava civakê bigire heya leşkeran herkesê perwerdeya zimanê kurdî dît.
Ji bo bihêzkirin û domandina zimanê Kurdî Zanîngeh hatin vekirin
Di peymangehan de kesên ku bi xwesteka xwe fêrî ziman bibin navê xwe lê tomar dikirin. Waneyên ku dihatin dayîn ziman, zaniyarî, bîrdozî, bîrkarî, civak, jiyan bûn û pedagojî jî dihat dayîn da ku mamoste bizanibin bi çi rêbazî bi şagirtan re dan û stendinê bikin. Êdî hewcedarî bi branşên navîn hate dîtin û li gorî wê tevgeriyan. Bi derbasbûna demê re ji bo şagirtên ku di dibistanên Rêveberiya Xweser de dixwînin hat pêşinyarkirin ku Zanîngeh werin vekirin. 
Zangîngehên Rojava
Di 14'ê Hezîrana 2015'an de yekem zangîngeh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê Zangîngeha Efrînê hate vekirin. Di 4'ê Tîrmeha 2016'an de Zanîngeha Rojava û di 30' Îlona 2017'an de jî Zanîngeha Kobanê deriyê xwe ji xwendekaran re vekirin.
Mamosteyên zimanê Kurdî despêkê hewildan hemû zarok û ciwanên ku di nava pergala Baas de heliyane, rizgar bikin. Ji ber ku di hemû welatên pergala netewe dewletê lê heyî de, qada ku herî zêde têkiliyên desthilatdariyê lê tên hilberandin û pêşxistin, qada perwerdeyê ye. Loma hikumeta Sûriyê ji bo serweriya xwe bide domandin, zarok dikirin armanc. Niha hemû pêkhatiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, bi çand û wêjeya xwe, xwe ji nû ve zindî dikin. Di roja me ya îroyîn de qadeke perwerdê ya berfireh çêbûye. Ji hejmara xwendekar û mamosteyan bigire heya dibistan, peymangeh, akademî û zanîgehan.
Sibê: Hevpeyvîn bi Berdevka Rêvberiya Dibistana Giştî ya Kantona Hesekê Jîdna Elî Ehmê