Efrîna ku bi destên jinan hatibû avakirin û rewşa wê ya beriya dagirkirinê (1)

Efrîn bû hedefa kesên laîk, olperest, jin, mêr, muxalefet û desthilatdariya Tirkiyeyê. Kesên ku navê xwe li ser bombeyan nivîsandin, bi duayên fethê qurbanan serjê kirin, hedefa wan demokrasî, jin û Kurd bûn.

BÊRÎTAN SARYA

Kurd, ji komkujiyên Dêrsim, Zîlan û yên din haydar bûn û dijminahiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan û jinan baş dizanibûn. Dagirkeriya tirk bi şerê ku ji bo dagirkirinê li dijî Efrînê bi hemû alîgir û mekanîzmayên xwe da destpêkirin nîşanî cîhanê da ku xwediyê kokek çendî faşîst û qirker e.

Li dijî Efrîna ku navenda demokrasî, jin û Kurdan e, di 20’ê Çileya 2018’an de operasyon hat destpêkirin. Tevî nakokiyên di navbera wan de jî, gelê tirk bi netewperest, olperest, muxalefet, desthilatdarî, jin, mêr û partiyên xwe bûn yek; navê xwe li ser bombeyan nivîsandin, bi duayên fethê û serjêkirina qurabanan, heta komkujiyên ku di weşanên zindî de nîşan didan, hemû rêbazên faşîzan raxistin ber çavan.

Wezareta Diyanetê ya Tirkiyeyê ji 20’ê Çileya 2018’an ango roja ku êrîşên ji bo dagirkirinê dest pê kirin ve heta roja dawî li hemû mizgeftan, piştî limêja îşayê û ya sibehê sûreya fethê da xwendin. Şaredara Başarê Mezin ê Aydinê yê CHP’ê Ozlem Çerçîoolu navê xwe li ser bombeyek ku avêtin Efrînê nivîsand. Piştî wê çend siyasetmedarên din jî wisa kirin. Terîqetên alîgirên AKP’ê jî di dema êrîşên ji bo dagirkeriyê de desteka xwe diyar kirin, qurbanan serjê kirin û duayan xwendin. Yek ji van terîqetan jî Weqfa Hîranûr a ku damezrînerê wê Yusuf Ziya Gumuşel ê ji Cemaeta Îsmaîlaga bû ku keça xwe ya 6 salî bi mêrê 29 salî re dabû zewicandin û bûbû sedem ku bi salan rastî tecawizê were.

Dewleta Tirk di 20’ê Çileya 2018’an de de bi 79 balafir, bi sedan tank û obus, bi hezaran leşker û 25 hezar  çeteyan, dest bi êrîşên dagirkeriyê kir. Efrîn ji dîrokê ve heta wê demê bajarê jinan bû, bi Şoreşa Rojava re bûbû bihuşta gelan û jinan.

Kantona Efrînê ya ku mafen gelan, bawerî û jinan bi awayê fermî hatibûn pejirandin, li dijî êrîşên dewleta tirk a bi seferberiya hemû beşan û derfetên NATO’yê pêk hat, 58 rojan li ber xwe da.

Dema ku em li rewş, jiyan û pergala li Efrînê ya beriya dagirkeriyê binêrin, em ê bibînin ku êrîşa li dijî Efrînê ji ber dijminahiya Kurdan, jinan, azadî û demokrasiyê pêk hatiye. 

Her çendî di bin dorpêçê de bû jî jiyana azad li wê derê hebû

Efrîn di tevahiya dîrokê de bajarê Kurdan û jinan bû. Ji destpêka şoreşê ve, her dem rastî êrîşên dewleta Tirk û çeteyan hat. Piştî şoreşa 19’ê Temûza sala 2012’an, êrîşa yekem a li dijî rojava di 27’ê Cotmeha 2012’an de ji aliyê koma Asîfet Şîmal a ji aliyê MÎT’ê ve hatibû birêxistinkirin, li gundê Qestel Cindo û girê wê pêk hat. Piştî wê êrîşên din jî çêbûn. Hêzên YPG-YPJ yên li Efrînê hemû êrîşên OSO, Îxwan, Cebhet El Nusra û DAIŞ’ê têk birin. Tevî ku Efrîn her dem rastî êrîşan dihat jî, xwe parast û pergala xwe ya rêvebera xweser a demokratîk ava kir û ji bo gelên Sûriyeyê bû stargehek demokratîk û bi ewle.

Nifûsa Efrînê beriya êrîşên 20’ê Çileya 2018’an 500 hezar bû, ji sedî 96’ê wê Kurd bûn. Gelên Ereb, Tirkmen, Ermenî, Kurd, Roman bi hev re bi wekhevî jiyana xwe didomandin. Di 29’ê Çileya 2014’an de avakirina Kantona Efrînê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava hat îlankirin. Bi avakirina rêveberiya xweser, li bajar di warê azadî, parastin, aborî, siyaset, demokrasî û perwerdeyê de pêşketin çêbûn. Hemû gel, bawerî û jinan, cihê xwe di meclis û komunan de girtin, di rêveberiya xweser de bi xwe xwe bi rêve dibirin.

Komîteya aboriyê ya rêveberiya xweser, di serî de zeytûnên ku sembola Efrînê ye, projeyên li ser berhemên xwezayî xist meriyetê, bajarê ku ji aliyê rêveberiya Şamê, çete û dewleta tirk ve hatibû dorpêçkirin veguherandibû bihuştê. Efrîn bi wê aliyê xwe, ji bo gelan û jinên ku li herêmên di bin kontrola rêveberiya Şamê û cihên ku ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ve hatibûn dagirkirin dijiyan, bûbû cihê balkêşiyê. Efrîniyên ku xwedî nifûsa 500 hezarî bû, 400 hezar penaperên ji bajarên din hewandin û nanê xwe bi wan re parve kirin.

Tevî gefan jî pergala xwe bi coş û kelecan ava kirin

Dema ku ez di navbera meha Tebax û Mijdara 2017’an de li Efrînê dimam, dewleta tirk her dem Efrîn û Şehbayê bombebaran dikir û serokomarê AKP’î R.T. Erdogan di kanalên tv. de gefên ji bo dagirkirina Efrînê dixwar. Bajar, bi şênî û penaberên xwe li dijî êrîşan li ber xwe didan, amadekariya xwe li dijî êrîşan dikirin lê jiyana rojane jî bi hemû rengîniya xwe û heta tu bibêjî zindî didomiya. Li bajar, ji rêveberî heta partiyan, ji çandinî heta senayiyê, ji saziyên jinan heta yên çand û hunerê û hêzên parastinê, di her warî de xebat didomiyan.

Li axa bi bereket a Efrînê 15 milyon daren zeytûnê hebûn. Gelê Efrînê bi xebata xwe îsbat dikirin ku neolîtîk, bi jêhatinî axa xwe diçandin, nêzî milyonek nifûsê xwedî dikirin. Elewî û Êzidiyan, di dema rêveberiya xweser de, cara yekem navendên xwe yên baweriyê vekiribûn, bi awayek azad rîtuelên olî û civînên xwe li dar dixistin.

Ligel van tiştan, di Adara 2016’an de coşa îlankirina Federasyona Bakurê Sûriyeyê hebû. Efrîn jî di nava vê federasyonê de wekî herêmek cihê xwe girtibû. Di Îlona 2017’an de jî wekî  tûra yekem a hilbijartina federasyonê, hilbijartinên hevserokatiya komunan dihat lidarxistin. Her civakê komuna xwe û komuna taxê ava kiribû. Hilbijartinên hevserokatiyê, bi eleqeyek mezin bi dawî bûbûn. Ez jî bûbûm şahid ku cara yekem ronamên li Efrînê di mekanîzmayên rêveberiyê de cihê xwe girtibûn û vê yekê pîroz dikirin.

Cihê ku xwedî dîroka jinan û Kurdan e

Efrîn ji 90 girên ku girêdayî 9 ziyaretan in, ji 7 newal, 7 navçe, her navçeyek ku xwedî 52 gundan e, bi tevahî ji 365 gundan pêk dihat.

Ji mekanên dîrokî yên ku şopa çanda Îştar li ser wan e heta ziyaretên xwe, ji newala jinan bigre heta şikeftên jinan gelek dane nîşan didin ku li vî bajarî di tevahiya dîrokê de şop û rengê jinan maye. Şikefta Qîzika ya li gundê Hasandêran ê navçeya Bilbilê, Newala Qîzika, Keleha Qîzika û Şikefta Bûkê, hemû daneyên çanda Til Xelef yanî şoreşa yekemîn a jinan şoreşa çandinî-gund nîşan didin Cindirêsê jî di vî warî de dikare mînak were nîşandan.

Efrîna ku serdemên paleotîk, mezolîtîk û neolîtîk jiyaye, xwedî wê bandorê û bermahiyên dîrokî ye. Beriya dagirkirinê bi dehan cihên dîrokî yên nivîsar, keleh, peyker û hwd. ên ji serdema Hurrî, Mîtannî, Roma, Bizans û Osmaniyan mane hebûn. Neanderthal a ku îskeletê zarokî yê beriya sedsalan di Şikefta Duderî de hatibû dîtin, Keleha Nebî Hurî, (Keleha Sîros) Perestgeha Ey Dara, Keleha Sîmon a ji bo Xirîstiyanan girîng e çend ji van berhemên dîrokî ne.

 Efrîn bajarê jinan bû

Efrîna ku bi berhemên xwe yên dîrokî û çanda xwe şopa jinan nîşan dida, bi Şoreşa Rojava re vê cehwerê wê zêdetir diyar bû. Bajar ji destpêka şoreşê heta dema hat dagirkirin wekî bajarê jinan bû, bi wî rengê rêxistin lê hebûn. Efrîn beriya şoreşê jî yek ji wan cihan bû ku çanda baviksalar lê kêm bû, jin li wê derê pir çalak bûn. Jinên ku ji rojava destpêkê beşdarî Tevgera Azadiya Kurd bûn, ji Efrînê bûn.

Jinên Efrînî yên vî mîrasê hilgirtin, bi awayê çalak tevli şoreşa rojava bûn, di warê xweparastinê de şoreşa xwe pêk anîn. Îradeya wan qewî û têkiliya wan a bi çavkaniya jiyanê re ango bi xweza û axê re, zemînek wisa ava kiribû ku di dema şoreşê de li hemû waran dest bi xabatê kirin.

Li Efrînê piştî şoreşê, beşdariya jinan a xebatên perwerde, parastin, siayset, aborî, çand, çapemenî û hwd. pir zêde bû. Jinên Efrînî di sala yekem a şoreşê de, malên jinan, meclisên jinan, akademiya jinan ava kirin û di warê aborî de jî îmze avêtin bin projeyên giştî û xweser. Di sala 2014’an de li 3 Rêveberiya Xweser a Rojava li bajarên cuda kantonan îlan kir, seroka jin a yekem ji bo kantona Efrînê, Hêvî Mustafa hat hilbijartin. Hêvî Mustafa piştî ku pergala hevserokatiyê çêbû jî peywira xwe domand. Jin wekî herêmên din ên Rojava, li Efrînê jî bi kotaya ji sedî 50 tevli konsey, komîte, komun û hwd. ên Rêveberiya Xweser bûn. Di hemû saziyên giştî de pergala hevserokatiyê ket meriyetê. Beriya dagikirinê li Efrînê gelek sazî û rêxistinên jinan hebûn. Jinên ku beriya dagirkirinê ji Idlib, Cerablûs, Bab û derên din koçberî Efrînê bûbûn, diyar dikirin ku ew li Efrînê bi rêxistinkirinê bi hebûna xwe hesiyane, hêza jinan dîtine.

Her wiha di dema Şoreşa Rojava de Rêveberiya Xweser hemû mafên jinan bi zagonan xistibû bin temînatê, li dijî pêkanînên paşverû zagonan derxistibû, pirzewaciya mêr û ya zewaca di temên biçûk de qedexe kiribû.

Tabûra jinan a yekem li Rojava li Efrînê hat avakirin

Jinên Efrînî beriya ku şoreş bi awayê fermî dest pê bike xwedî hêza parastinê YXK’ê bûn dûre Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat avakirin û di 13’yê Sibata 2013’an di nav YPJ’ê ya ku di bin fermandariya Şehît Ruksen Efrîn de hat damezrandin, cihê xwe girtin. Li Rojava tabûra jinan a yekem bi navê “Tabûra Şehîd Rûken” li ismiyle Efrînê hat avakirin. Şehîdên destpêkê yên YPJ’ê li Efrîn bûn. Bêrîvan Nucan a bi navê kod Bêrîvan Qalender, di 28’ê Gulana 2013’an de di şerê li dijî çeteyên Cephet El Nusra de li Şêrewaya Efrîn şehîd bû. Meryem Mihemed a bi navê kod Silava jî di 29’ê Gulana 2013’an de li bajaroka Şêrewa Basilê Şehîd bû. Silava û Bêrîvan şehîdên YPJ’ê yên yekem in li Rojava.

Efrîn tevî bajarekî biçûk bû jî ji dema ku YPJ hat avakirin û pê ve eleqeyek mezin dît.  Di dawiya sala 2014’an de 7 hezar şervanên YPJ’ê yên Kurd û Ereb hebûn. Temenê wan di navbera 18 û 40’î de bû heta meha Mijdara sala 2016’an bû 20 hezar, di Adara 2017’an de jî bû 24 hezar.

Şervanên YPG û YPJ’ê yên Efrînê ne tenê di parastina Efrînê de li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, di hemû pêngavan de cihê xwe girtin. Di şerê ku 20’ê Çileya 2018’an li dijî Efrînê hat destpêkirin û 58 roj domiya de ango di Berxwedana Serdemê de şervanên YPJ’ê û jinên Efrinî pêşengî kirin. Di 27’ê Çileyê de li gundê Hemamê yê Efrînê di şerê navbera QSD’ê û hêzên dagirker ên tirk de  şervana YPJ’ê Avesta Xabûr çalakiya fedaî li dar xist. Avesta Xabûr bi bombeyên li ser xwe ket nava tanka artêşa tirk û çalakiyê pêk anî. Di wê çalakiyê de tank bi kesên di nav de îmha bû, Avesta jî şehîd bû.

Sibê: Piştî 5 salan li Efrînê pêkanînên dagirkeriyê