Di xebatên civakî û leşkerî de jinên malbata Eyubiyan -2
Di qada cengê de serkeftinên Deyfe Xatun ê Cesareta Deyfe Xatunê û jêhatîbûna wê ya di şer de seyra êrîşên Xaçan û Moxolan li ser erdnîgariya Mezrabotanê daye guhertin.
Di qada cengê de serkeftinên Deyfe Xatun ê
Cesareta Deyfe Xatunê û jêhatîbûna wê ya di şer de seyra êrîşên Xaçan û Moxolan li ser erdnîgariya Mezrabotanê daye guhertin.
Navenda Nûçeyan – Jinên kurd di dîrokê de her tim bûne xwedî rol û gelek serkeftin, qehremaniyên mezin bi dest xistine. Di her qadê de cih girtine, ked dane û erk û berpirsyarî hilgirtine ser milên xwe. Deyfe Xatûn jî yek ji wan jinan e ku bûye sembolek herî girîng a berxwedêriya jinên kurd. Jinên kurd her wekî berê, îro jî di nav civakê û her qadê de bi rol û mîsyona xwe radibin. Ji bo azadiya civakî pêk bê ked û xebat didin meşandin.
Sembola berxwedanê Deyfe Xatun
Deyfe Xatun biraziya Selahedînê Eyûbî ye. Di sala 1186’ê hicrî de, li Kelha Helebê tê dinyayê. Di temenê 25 salî de bi lawê Elmelîk Elzahirê ji xanedaniya Eyûbî re dizewice. Di pêvajoya ku hevserê wê li ser desthilatdariyê ye, jiyana xwe ji dest dide, ji ber ku kurê wê biçûk e, ew tê ser erk û rêveberiyê digire dest xwe û heya ku kurê wê dibe 17 salî, ew bi tena serê xwe xanedaniyê birêve dibe. Lawê wê di sala 1236’an de, dema hîn 24 salî ye dimire. Rêveberî dikeve destên lawê wê yê ku wek Selahedînê II. tê nasîn. Dema ew jî dimire, vê carê rêveberî ji neviyê wê ku 7 salî ye re dimîne lê ji ber ku temenê wî biçûk e, careke din Deyfe Xatun di temenê xwe yê 50 salî de erka rêvebirinê digire dest xwe. Helep û derdora wê hema bêje 6 salan birêve dibe.
Cesareta Deyfe Xatunê
Di dema rêveberiya xwe de, bi berpirsên Hama, Tunus, Şam, Selçukiyan û Kurdistanê re hevdîtinan çêdike. Ji bo pêşîgirtina êrîşên Xaçan û Moxolan, ji wan alîkariyê dixwaze. Di dema êrîşan de nêzikatî û helwestek bi wêrek raber dike. Di sala 1219’an de, (li gorî dîroka hîcrî) Moxol, di bin rêveberiya Cengîz Xan de, bi awayek hovane êrîşê Buhara û Semerkantê dikin. Tevkujiyên nayên dîtin, bihîstin, pêk tînin. Bajarên misilmanan, camî û dibistanan talan dikin. Pirtûkan tevî aliman dişewitînin. Talanek wehşiyane pêk tînin. Li hemberî vê wehşetê, dema ku gelek rêveber ditirsin, Deyfe Xanim di pêvajoyek wiha de ji wan natirse, serî natewîne.
Hemû welatiyan tevli parastinê dike
Di sala 1226’an de Cengîz Xan dimire. Lê, piştî çar salan, li hemberî Saruhan, Kîşlohan, Berdîhan û Xûwarîzmayê êrîş pêk tên. Vê carê dora Selçûkiyan tê. Heya keviyên Firatê nêz dibin. Bi êrîşa li ser Qela Cihberê gel ditirsînin. Beşek ji artêşa Deyfe Xatunê ji bo parastina Kela Cihberê, beşek jî ji bo parastina Şîrez û yên din jî ji bo ku Kela Helebê biparêzin, dikevin rê. Di encama vê parastinê de Moxol berê xwe didin Helebê. Deyfe Xanim, li hemberî vê êrîşê bi gelê xwe re dibe yek û ji wan dixwaze ku xwe li hemberî êrîşan biparêzin. Gelê ku li dor hev civiyaye, di kelehê de dest bi parastina xwe dikin.
Li hemberî îxanetê tawîz nade
Moxol, bi dehan caran êrîşê Helebê, Xanedaniya Eyûbiyan dlkin. Her carê jî Deyfe Xatun tevî leşkerên xwe berxwedanek mezin raber dike û rê nade Moxol bi pêş ve biçin. Tê gotin ku Sûhabutîn Eyûbî, nikare xwe li ber vê nêzikatî û jêhatîbûna Deyfe Xanimê rabigire û dixwaze bi xwe rêveberiyê bike. Lê, bi tena serê xwe cesareta vê yekê di xwe de nabîne û diçe cem Padişahê Şamê Elmelîk Eleşref û wiha jê re dibêje: “Mîr û begên li derdora te Deyfe Xanimê naxwazin. Dixwazin ji bin desthilatdariya wê derkevin û azad bin. Ji ber ku ew li pey padişahekê ne.” Padişahê Şamê jî wiha wî dibersivîne û dibêje; “Ez ê xirabiyê li neviya Eyûbiyan nekim.” Û bi vî rengî vê daxwaza Sûhabutîn Eyûbî bi cih nayne. Deyfe Xatun, dema ku vê yekê dibihîse, leşkerên xwe derdixe pişiya vî zilamê ku dixwaze îxanetê lê bike û tevahiya mal û milkên wî ji dest digire. Wî û hevkarên wî di kela Helebê de heps dike.
Piştî êrîşên Moxolan, dîsa Xaçî derdikevin ser dika dîrokê. Her cure êrîşan di bin ser gel. Deyfe Xanim li hemberî Xaçiyan jî şer dike. Tevî leşkerên xwe berxwedaniyek mezin raber dike.
59 salên têkoşînê
Deyfe Xatun ku di qada rêvebirinê de serkeftinên mezin, qehremanî da nîşandan, her wiha di qada medreseyan de jî gelek xebat û keda wê çêbûye. Li Helebê medreseya Fîrdewsî da çêkirin. Di sala 1236’an de, li wê goristanekê dide avakirin. Deyfe Xatun, hicrî di sala 1242’an de, di 59 saliya xwe de, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dide.
Sibê: Berdevka Yekîtiya Rewşembîran a bajarê Helebê Leyla Xalid behsa jêhatîbûnên Dayfe Xatûn a 6 salan bajarê Helebê bi rêve biriye dike.