Di şerê serxwebûna Cezayirê de rola jinan (8)
Zuleyxa Uday di çalakiyê de dîl ket destê leşkerên Fransa, gelek îşkenceyên giran lêkirin, lê nekarîn ti agahiyan jê bigirin. Dawiyê cezayê darvekirinê lê birîn û deh rojên dinê îşkence kirin, cardin tiştek jê negirtin vêcarê li peyî seyara leşkerî kaş kirin û herî dawî ji balefirê avêtin.
Bedena Zuleyxa ya birîndar ji balefirê avêtin
Navenda Nûçeyan - Yasemîn Şayib ku di nava yekîneyên berxwedanê de binasnavê Zuleyxa Uday dihat nasîn di 7'ê Gulana 1911'an de li bajarê Şirşal ê Cezayîrê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Zuleyxa di nava malbatek welatparêz de mezin dibe. Zarokatiya wê jî rastî dema êrîşên Fransa li ser welatê wê tê û kirinên dermirovî yên ku leşkeran li ser gel dimeşandin bi çavê xwe didît û ji wan demên herî zor re şahidî kir. Ew li çareyekê digeriya, dema ku yekîneyên berxwedanê dinase hema bi lez xwe digihîne wan û weke gelek jinên ciwan cihê xwe di nava wan de digire.
Di eniya Seyid Simayan de Zuleyxa
Zuleyxa despêkê ji bajarê xwe şerşalê despêkir û paşê jî çu li gelek deverên welatê xwe li hemberî dagirkeriyê şer kir. Hunera wê ya bi axaftinê mirov îqnakirinê hebû, ji ber wê jî di belavkirina hişmendiya netewî de rolek mezin girt û bandorek mezin da çêkirin. Li derdora bajarê Şerşalê derman ji birîndarên yekîneyên berxwedanê re dibir. Li Çiyayê Seyid Simyan tevlî yekîneyên berxwedanê bû û di nava çalakiyan de cihê xwe girt. Ji ber bi hostahî kar dikir, hem diçu nava yekîneyên berxwedanê û hem jî dihat nava gel xebat dida meşandin leşkerên Fransa nedikarîn îspat bikin ka çî karî dike. Ji ber wê jî bi rehetî diçu û dihat, bê ku li ser xwe şig û gumanan bide çêkirin.
Bedena wê ya bedew li peyî erebeyên leşkerî kaş kirin
Piştî çalakiyek dem dirêj a li çiyayê Bûherb û Seyid Simyan li dijî leşkerên Fransa hatî kirin dîl dikeve destê leşkerên Fransayê. Gelek îşkenceyên giran lê kirin, dîsan jî tiştek negot. Dawiyê cezayê sêdarê dane û roja ku li sêdarê bidin jî diyar kiribûn. Di 15'ê cotmeha 1957'an de divê darvekiribana, lê ji bo axaftinan jê bigirin cardin dema îşkenceyê 10 rojan dirêj kirin. Di 25'ê cotmeha 1957'an de, li pêşiya çavên gel, wê bi dû erebeyek leşkerî ve girê didin, bi erdê re kaş dikin û wisan canê wê parçe dikin.
‘Eniyên berxwedanê bernedin û pişta çiyayan qayîm bigirin’
Di wî halî de jî gazî welatiyan dikirin û digot: “Pişta çiyayan xurt bikin û dest ji berxwedanê bernedin.” Dîtin bi wî awayî hîn zêdetir bandorê li welatiyan dike û berxwedanê bihêz dike, ji erebê vekirin û birin. Paşê birin li balefirê kirin hinek dur birin li cihek nediyar wê bedena birîndar û parçebûyî ji balefirê avêtin. Bi wî awayî kes nizan li ku ket û çî bi cenazê wê hat… Di guhê xelkên wê li peyî ereba leşkerî dîtin tenê dengê wê yê berxwedanê bernedin mayîndebû…
Piştî salên dirêj hestiyên wê yên veşartî anîn li goristanê sipartin axê
Hinek melayan di sala 1984’an de diyar kirin ku di sala 1957’an de wan li deverek dur li ser rêya xwe cenaze jinekê dîtine, lê nekarîne dengê xwe bikin hema li wan derdoran spartine axê. Li gorî gotinan ew şibandine bedena Zuleyxayê ya parçebûyî. Paşê welatiyên gotina mela bihîstin, mela bi xwe re birin li cihê lê veşartî geriyan û dîtin. Dema vekolan hinek hestiyên wê û parçeyek ji kirasê wê dîtin baş nêrîn ji wî kirasê li ser bû dema li pişta erebê digerandin nasîn û zanîn Zuleyxaye. Hestiyên wê anîn li goristana Menasirê sipartin axê û niha jî gora wê li Menasirê tê dîtin.
Sibe: Di nava yekîneyên berxwedanê de xizmetkarên tenduristiyê Melîke û Sakîne.
(Necah Meîş/Hêlîn Gemo)