Di sedsala 21`emîn de çeka sereke: Şerê taybet (3)

Şerê taybet jin kiriye meta û herî zêde hedefa wan jinên ciwane Jinên ciwan ên Kobanê der barê şerê taybet ê li ser jinan de wiha dibêjin: "Yek ji armancên şerê taybet ew e ku jinan bixapîne. Di heman demê de hewl dide jinan wekî meta bi kar bîne û piraniya propagandayê li ser jinan dike."

Şerê taybet jin kiriye meta û herî zêde hedefa wan jinên ciwane
Jinên ciwan ên Kobanê der barê şerê taybet ê li ser jinan de wiha dibêjin: "Yek ji armancên şerê taybet ew e ku jinan bixapîne. Di heman demê de hewl dide jinan wekî meta bi kar bîne û piraniya propagandayê li ser jinan dike." 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di hemû serdeman de jin bûne kole û mafên wan hatine binpêkirin, bi demê re li gorî hatiye xwestin tevgeriyaye, şerê taybat ê ku niha weke nexweşiya penceşêrê di nava civakê de belav bûye rola xwe herî zêde li ser jinan daye meşandin û li gorî xwe ferdên civakê dixebitîne, bi kar tîne. Di her şerekî ku jinan xwestine pêşengiyê bikin de ew jin bi riya şerê taybet hatine hedefgirtin. Mînakên jinên têkoşer û siyasetmedar ên ku bi destên hêzên hegemon hatine qetilkirin hene û heye roja îroj jî ew jin tên hedefgirtin. Heya gihîştiye asteke wisa ku wêneyên jinan li ser maşîne, dikan, cil, marke û hwd. hatine daliqandin ji bo ku bên firotan, bi wê yekê jin bûne meta û bi rêbazên cuda wêneyên wan tên belavkirin. Bi bedena jinan tê lîstin tenê ji bo berjewendiyên ferdî û çawa bikaribin jinan di nava civakê de biçûk bixin her tiştî dikin. Yek ji rêbazên ku jinan di nava xwe de wek lîstok didin lîstin, bi riya fihûş û têkiliyên cinsî bi kar tînin. Her jineke ku xwedî erk be û civakê bi rêxistin bike, li rex wê kuştin, destdirêjî, tacîz û tecawiz tê kirin. Gelek caran di milê hestiyarî de jinan bi kar tînin ev yek jî piranî li ser jinên ciwan tê kirin. Di heman demê de hewl didin jinan bikin sîxurên dewletê.
"Jin bi şerê taybet re rû bi rû ye"   
                                         
Dîrok di du milan de diherike, di milekî de xwediyên desthilatdarî û serweriyê xwedî kiriye, di milekî din de jî li ser navê gelan û civakan nirxên demokratîk heya roja me ya îro aniye. Di dîrokê de şoreşa dijber ê yekemîn, weke cinsê ku destpêkê hatiye mistandin û pelçiqandin li hemberî jinan bi komployê hatiye pêkanîn. Di vê wateyê de jin bûye qurbana yekemîn a şerê taybet ê mêjiyê zilam, bi xapandin û bê pîvan. Şerê taybet ê ku li hemberî jinan hatiye meşandin, ji dîrokê heya vê rojê jî bi rêbazên derew, xapandin, qurnazî, weke ku pergala jinan qebûl kiribe lê di bin re birêxistinkirina tifaqên bi hêz, xesp, talan, tecawiz û kolekirinê ve bi hev re hatiye pêşxistin. Heya şoreşa dijber a destpêkê ku li hemberî jinan hatiye pêkanîn neyê fêmkirin dê neyê têgihîştin ku civak çawa hatiye dîlgirtin û kolekirin. Serxwebûn û azadiya ku ji jinan hatiye dizîn, serxwebûn û azadiya ku ji civakê hatiye dizîn e. Nirxên ku bi zorê ji jinan hatine girtin, xespa berhem û avakirinên ku bi ked û hewldana hemû civakê hatiye avakirin e. Avakirin, bawerî û hezkirina jinan, jiyana bi coş, bi ewle û siheta civakê ye. Ji ber vê dema pirsgirêka şerê taybet tê lêkolînkirin, bersiva rast a ku ji pirsa ‘Çima Jin’ re were dayîn, dê bibe bersiva rast a pirsa ‘Çawa civak’ jî. Ji ber ku weke cinsekê ku nîvê civakê ava dike, ji lûtkeyên jiyanê ketina wê ya pêlikên herî jêr ango avêtina wê ya bîrekî bêbinî, çîroka di tarîtiyê de mayîn û ketina civakekî jî dihewîne.
Jin li hemberî şerê taybet hêza herî bingehîn a têkoşînê ye
Şerê taybet ê veguheriye mekanîzmaya dîlgirtin û birêvebirina civakên roja me, têkilî û terzê jiyana me bi awayekî cidî bi bandor kiriye û beralî kiriye. Şerê taybet ku weke amûreke bi xeter û veşartî çiziriye jiyana me ya civakî, dema rast neyê fêmkirin bênav dimîne û xeteriyên wî jî nayên dîtin. Ji ber vê bisazîbûn û kesayeta şerê taybet ê wek hêzeke veşartî ya tevahî jiyana me dorpêç dike divê di warê bîrdozî de were nirxandin û bi hêza fikrî were têkbirin.
Çawa ku nûnerên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst dibêjin ‘destpêkê li jinan bidin’ avakarê paradîgmaya Modernîteya Demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibêje ‘Destpêkê jinan rizgar bikin.’ Wê demê tişta ku divê were kirin, rêxistinakirina jinan a li hemberî şerê taybet weke eniyek e şoreşgerî ye. Veguhertina keleheke xweparastî ya weke barîkatan e. Bi felsefeya ‘Xwe bizanibe, xwe bihêz bike û bibe wek xwe’ hêza jineke ku azadiyê bi dest dixe, li hemberî şerê taybet hêza herî bingehîn a têkoşînê ye. Bêyî ku rêbazên şerê taybet ên di civakê de li hemberî jinan tê pêşxistin ji rêzê were bidestgirtin, bi hesasiyet û pêşdîtinek mezin a şoreşgerî şopandin û anîna rewşekî nikaribe kar bike yek ji rojevên me yên bingehîn e. Ji bo avakirina vê rojevê cîhana xwe ya hest, ruh û fikrî ya şoreşê ku xwe dispêre bîrdoziya civaka ekolojîk û azadiya jinê re yekparebûn, weke xwedî armanc û hedefên mezin parastina hêvî û xeyalan xala navendî ya lêhûrbûnê ye. Li hemberî pêkanînên şerê taybet bûyîna pêşbîn, baldar û bi tedbîr nêzbûn dê wê vala derbixe. Ji bo vê şopandina meylên serdestan, rast fêmkirin, bi taktîk û stratejiyên dijber pêngavên dijber pêşxistin, ji kur de dahûrandina vî şerî dixwaze. 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ciwan di xetera şerê taybet de ne
Ji bo ku pergala serdest civakê bixe bin kontrola xwe divê di destpêkê de li hêza civakê ya herikbar beşa ciwanan hukum bike. Lewre ji her kesê zêdetir, ciwan bi şerê taybet re rû bi rû dimînin. Sedsala 21`emîn, sedsala medyaya civakî û înternetê ye, yên ku herî zêde jî jê bi bandor dibin û pê ve hatine girêdan ciwan in. Ji ber vê yekê hêzên hegemon bi rengekî hêsan xwestek û fikrên xwe di mêjiyê ciwanan de bi cih dikin. Dixwazin ciwanan li derveyî rastiyê di cîhana xeyalan de bidin jiyîn her wiha wan ji çand, ziman, polîtîka û civakbûyînê qut bikin, kesayeteke ezezî û ji cewherê xwe pişaftî, ava dikin. 
Dewleta tirk hewl dide bi hemû rêbazan civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birizîne. Ji ber wê êrîşên leşkerî, derûnî, aborî, medya û siyasî bi kar tîne, ya herî berbiçav hedefgirtina ciwanan û di şerê taybet de karanîna wane. Dewleta tirk ciwanên herêmê teşwîqî koçberiyê dike, fihûş û madeyên hişbirê bi pêş dixe. Bi vê yeke nirxên civakê û rêgezên exlaqî teşhîr dike û li şûna wê rêgezên ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatine diyarkirin, ava dike. Her wiha sîxoriyê di nava ciwanan de bi pêş dixe da ku berjewendiyên dewleta tirk bi cih werin û ew ciwan li hemberî welat û gelê xwe bişixulin. Jinên ciwan ên Kobanê Jînda Temî û Hebûn Mihemed têkildarî şerê taybet û bandora lê li ser jinan tayîbetî jî jinên ciwan nirxandin kirin.
"Divê em bi şêweyekî teng li şerê taybet nenihêrin"
Jînda Temî da zanîn ku li dijî pêkanînên şerê taybet ên weke: Sîxûrî, fihûş û madeyên hişbir divê hişyarî bê kirin û wiha pêde çû: "Mijara şerê taybet mijareke kûr û berfireh e divê em bi baldarî tevbigerin. Gelek rê û rêbazên wê hene, dema em behsa şerê taybet bikin û bandora wê ya li ser jinan binirxînin divê em vegerin dîrokê. Ji destpêka avabûna cihê jîngehê yê jiyanê, kesên avaker û afrîner jin bûn, yên ku civakê bi rêxistin dikirin û bi rêve dibirin jin bûn. Jinan di wê demê de xwedawendî dikir lê bi riya şerê taybet ku heya niha jî dixwaze hebûna jinan di nava civakê de rake û tune bike, di nava wan hewldanan de ye ku çawa jinan bike yek ji alavên şerê taybet. Jinan ji civakbûyînê dûrxistin, ev hemû bi riya şerê taybet hatin kirin û tên kirin. Bi derketina hişmendiya baviksalarî re êdî li vir mirov dikare bibêje ku jin di şerê taybet re derbas dibûn lê ne di wê ferqê de bûn ji ber ku jin bi hestiyarî û dilnizmî tên naskirin. Lewma dihatin xwapandin. Jinên ku niha di malê de tenê bi xizmeta malê û zarokan dikin ev yek ji şerê taybet e ku dihêle jin tenê di çarçoveya malê de bimîne. Rêbazê ku herî zêde li ser jinê tê meşandin yek jê ol û baweriye, di bin navê ol de jin tê xapandin, di heman demê de dema ku em li fîlm an jî diziyan tameşe dikin, yekser bedena jinan tê bikaranîn û jin wek pêkenok û yek e ne ji rêzê lê tê mêzekirin, her timî rola jin a xerabûyînê ye, di heman demê de şerê taybet jî vê yekê dide meşandin."
"Di êrîşên bi rêbazên şerê taybet tên kirin de hedefgirtina jinan"
Jînda di dawiyê de wiha got jin ne tenê di malê de rastî şerê taybet tê di hemû qadên jiyanê de rastî şer tê û wiha bi dawî kir: "Kesên ku zêde dixebitin ku jinan lewaz bikin û jinan di kêmasiyan re derbas bikin dewletên serdest in. Li ser her maşîne, telefon an jî kîjan amûr dibe bila bibe wêneyên jinan li ser hene. Ev yek jî dide diyarkirin ku berjewendiyên xwe li ser pişta jinan didin meşandin, mijarek din ku di nava salekê de gelek jin hatin kuştin û rastî tundiyê hatin ev bi xwe şerê taybet e, li ser medyaya civakî mirov çawa dawî li jiyana xwe bîne, şerê teybat her tim rêbazên neyînî dide civakê, bi vê yekê jî civak tê xirakirin û ber bi şerê taybet ve diçin wê demê şerê taybet dikare hêdî hêdî xwe berde nava civakê da ku jinan ji rastiya wê derxin."
"Divê em ciwan li hemberî lîstokan şiyar bin"
Hebûn Mihemed jî behsa xwe rêxistinkirina ciwanan kir û got: "Şerê taybet, rêbazeke veşartî ye û li ser tevahî civakê tê meşandin. Şerekî wisa ye ku bêyî mirov ferq bike dikeve nav pencên wê, ji ber vê ev şer ji yê leşkerî dijwartir e. Herî zêde ciwan dibin hedefa şerê taybet, mînakên vê yekê jî sistkirina sînorên dewleta tirk ji bo koçberiya ciwanan e. Em weke Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên şoreşger, bi riya xwebirêxistinkirinê li dijî van êrîşan dibin bersiv. Em bi riya perwerdekirina ciwanan xwe ji şerê taybet diparêzin. Em bang li ciwanan dikin ku li hemberî êrîşan hişyar bin û nekevin xizmeta dijmin. Dewleta tirk dixwaze me ciwanan ji xeta azadiyê  bîrdoziya rêber Apo derbixe, berê me bide riyeke din da ku me ji cewhera me dûr bixe. Em ciwanên bîrdoziya Rêber Apo û cangoriyên azadiyê ne, ji ber vê em ê li dijî tevahî rêbazên êrîşan têbikoşin. Li ser vê bingehê em parastina xwe û civakê bikin."
Qediya