Di pergalan de xebitîna şaredariyan
Şaredarî dezgeheke ku berpirsyariya pêşxistina bajar û gundên derdorê hildigre. Ew ji bo baştirkirina jîngeh û kolanan bi çandina daran û dabînkirina ronîkirinê dixebite. Her wiha çalakiyên çandî, werzîşî û civakî peyda dike.

SENAA EL-ELÎ
Navenda Nûçeyan – Armanca têkoşîna azadiyê hilweşandina dewletê nîne. Hewl dide ku civak ji bo hilberandin û vejandina xwe pê ve girêdayî nebe. Her wiha armanc dike ku dewletê bi rêdana ku gel xwe bi xwe birêve bibe, bêfonksiyon bike. Ev rêveberî jî bi riya sîstemek bi navê şaredarî pêk tê û di çarçoveya hêzên ku ji hêla zagonê ve hatine dayîn de, dixebite. Li hin welatan şaredarî di çarçoveya vê qanûnê de xwedî kesayetiya hiqûqî û heta serxwebûna darayî û îdarî ne. Li welatên din, hebûna wan bandorek rastîn nake, pirsgirêk li vir e û di navbera dewlet û îradeya civakê de krîzek diafirîne.
Sîstemên şaredariyan li Rojhilata Navîn bi wateya xwe ya rastîn pir nayên nasîn. Van sîsteman bi kevneşopî desthilatdarî bi destekî hesinî girtine, heta li ser mijarên herî biçûk jî û ji bo ku ew di destê yek kesî, yek bajarî û paytext de bimîne xebitîne. Gelek şaredarî bê statuya zagonî, budçeyên serbixwe, an jî biryargirtina serbixwe ne.
Şaredarî gelek karan pêk tîne, ew hewl didin wêneyek medenî bidin welêt û geştiyariyê teşwîq bikin. Heta ji bo guhertina helwestên li hember gelek karan, wek paqijî, pêşxistina bajarî û rêxistina bazarê, dixebite.
Yekem welatê ku şaredarî lê hatiye avakirin Îngilîstan e
Îngilîstan yekem welat bû ku sîstema şaredariyê bicîh anî û yekemîn encumena şaredariyê ya fermî di sala 1325'an Piştî Zayînê de li bajarê Liverpoolê hat damezrandin. Li welatên Erebî, hebûna şaredariyan bi şêweyê "hikûmeta herêmî" xwe dispêre sala 1868'an. Li Lubnanê, di serdema ku Mihemed Elî Paşa li Misrê hikum dikir, Lubnanê tevlî desthilatdariya xwe dikir (di dema dagirkirina Osmaniyan de). Ev ceribandin bû sedem ku li paytext Beyrûdê encumena şêwirmendiyê bê avakirin. Lê fonksiyonên wê ji bilî ewlehî û ronahîkirinê, ji rêvebirina karûbarên tenduristiya giştî wêdetir neçûn.
Damezrandina şaredariyan di bin dagirkerî û kolonyalîzmê de
Pêwîst bû ku bajar û deverên gundewarî bên rêxistinkirin, bê ku şert û mercên dijwar ên ku welatên Ereb pê re rûbirû man, çi di dema dagirkeriya Osmanî, Brîtanî, an Fransî de, an jî di dema mandata Rojavayî ya li ser wan hatî ferzkirin de bin. Ji avakirin an damezrandina şaredariyan rev tune bû.
Yekem şaredariyên ku li dewlet û welatan hatine avakirin
Li herêma Kendava Erebî, yekem şaredarî di sala 1868'an de li Yemenê di dema dagirkirina bajarê Adena li başûrê welêt ji aliyê Brîtanyayê ve hat damezrandin. Şaredariya El-Behrên di sala 1919'an de hat damezrandin û xebata wê li ser parastina jîngeh, tenduristî û baştirkirina jiyana mirovan bû. Heman xebat ji bo yekem şaredariya bajarê Mekkeyê yê Siûdî di sala 1925'an de hate kirin. Şaredariya Kuweytê di sala 1930'an de hat damezrandin, piştre Şaredariya Sultanatê Omanê li paytext Muscat di sala 1939'an de hat damezrandin. Şaredariya Dubayê jî di sala 1954'an de li Îmaratên Erebî yên Yekbûyî hate damezrandin û Qeterê rêya van welatan şopand û şaredariya xwe li gorî Zagona Hejmar 11 a sala 1963'an ava kir.
Partiya Baasê bandora şaredariyê kêm kir
Yekem şaredariya Filistînê di sala 1863'an de li bajarê El-Qudis hat damezrandin. Urdunê di sala 1887'an de yekem şaredariya xwe li bajarê El-Suld ava kir. Li Sûriyeyê, yekem şaredarî di sala 1925'an de li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat damezrandin. Ew wek yekem şaredariya rêxistinkirî ya welêt tê hesibandin. Lê piştî ku Partiya Baas desthilatdariya Sûriyeyê bi dest xist, şaredarî mîna hemû saziyên sivîl û xizmetguzariyê ji her hêzê bêpar ma û xebata wê bi qelsî, gendelî û burokrasiyê ve hate nîşankirin. Di encama vê siyaseta bêberpirsiyar de, gelek bajar hatin paşguhkirin û gundewar ji xizmetên bingehîn bêpar man, ku ya herî kêm jî asfaltkirina rêyan bû.
Di dawiya salên 1800’i de li Rojhilata Navîn hatin avakirin
Li Iraqê jî şaredariya yekem di sala 1868'an de li paytext Bexdayê hate damezrandin. Şaredariya yekem li Îranê di sala 1907'an de li bajarê Şîrazê hate damezrandin. Li Afganistanê nayê zanîn kengî şaredariya yekem hatiye damezrandin. Tê gotin ku bajarê Belxê ku di demên kevnar de wek navendeke bajarî ya geş dihat nasîn, şahidiya cureyek rêveberiya herêmî an şaredariyê kiriye. Di serdema nûjen de, Şaredariya Kabûlê di sala 1973'an de hate damezrandin. Şaredariya yekem li Tirkiyeyê di sala 1855'an de li bajarê Stenbolê hate damezrandin û wek "Şaredariya Stenbolê ya Mezin" tê zanîn.
Li welatên Bakurê Afrîkayê, yekem şaredarî di serdema kolonyalîzma Fransayê de di sala 1833'an de li Cezayirê û di sala 1858'an de li Tûnisê hat damezrandin. Li Misrê, şaredariya Îskenderiyeyê di sala 1890'î de hat damezrandin. Li Sûdanê, şaredarî di sala 1899'an de li paytext Xartûmê hat damezrandin. Piştre li Lîbyayê şaredariya Trablusê di sala 1912'an de û di sala 1917'an de şaredariya Mexribê hat damezrandin. Li Somaliyê jî şaredarî di serdema wesayeta navneteweyî ya di navbera salên 1950 û 1960'î de li bajarê Mogadîşûyê hat damezrandin û Mogadîşû bû xwediyê rêveberiyeke herêmî ya Somalî.
Şaredarî dikare çi pêşkêşî welatiyan bike?
Têgeha şaredariyê li dora rola wê wek desthilateke herêmî dizivire ku berpirsiyarê peydakirina xizmetên giştî û rêxistinkirina jiyana rojane di nav desthilata xwe de ye. Ev yek pêşxistina bajar û gundan, dabînkirina xizmetên bingehîn ên wek tenduristî, perwerde û hemû xizmetên têkildarî binesaziyê û her wiha mîsogerkirina paqijiya giştî û tekûzkirina bazar û dikanan vedihewîne.
Erkên ku dikevin ser milên şaredariyan
Şaredarî dikare wek dezgeheke hikûmetê were pênasekirin ku bajar û gundan bipêş dixe. Erkên wê ronîkirina rêyan û baştirkirina jîngeha bajêr bi çandina daran, danîna tabelayan, pêkanîna planan, organîzekirina bazaran, valakirina ava baranê û parastina paqijiyê. Ji bo van hemûyan şaredarî xwedî budçeyek mezin û beşên bibandor e ku hemû aliyên xizmetê yên ji hêla herêmê ve hewce ne, vedihewîne. Beşa teknîkî berpirsyarê plansazkirin, tamîrkirina tesîs û rêyan e. Beşa tenduristiya jîngehê jî têkildarî parastina tenduristiya welatiyan û pêşîgirtina li her tiştê ku dibe zirarê bide jîngehê ye. Ev beş dikanên xwarinê dişopîne û hişyariyan dide an jî her tiştê ku rêziknameyên bingehîn ên tenduristî û paqijiyê binpê dike digire. Şaredarî her wiha milkê welatiyan, di nav de milk, erd û dikanan bi dayîna kaxezên xwedîtiyê ji xwediyên wan re diparêze. Mafê şaredariyên mezin heye ku li gorî budçeya veqetandinê veberhênanê bikin ku geştyariyê teşwîq dike.
Li welatek bê şaredarî çi dibe?
Şaredarî alîkariya welatiyan dikin ku karûbarên xwe li ser bingeha prensîba ku her kes bajar, gundê xwe û pêdiviyên xwe herî baş dizane û dikare planeke ji bo pêşveçûna xwe pêş bixe. Xebata li gorî vê perspektîfê di heman demê de ruhê hevgirtinê, piştgiriya hevbeş û berpirsyariyê di nav bajêr de diafirîne û deriyê xebata wekhev di navbera şaredariyên li bajarên cûda de vedike ku çerxa pêşveçûnê leztir dike û jîngehê diparêze. Welatek bê pergala şaredariyê dê deverên paşguh ên berfireh û gundên dûr biafirîne ku bê xizmetên herî bingehîn jî ne. Ji ber ku navend nikare bi tena serê xwe bixebite û saziyên wê ji ber burokrasî û gendeliyê dorpêçkirî ne.
Hilbijartinên şaredariyê ceribandinek ji bo bandora siyasî ne
Şaredarî saziyeke xizmetguzariyê ye ku ji siyasetê dûr e. Lê li gelek welatan, bûye ceribandinek ji bo bandora partiyên siyasî. Ev yek di hilbijartinên şaredariyê yên dawî yên li Tirkiye û Lubnanê de eşkare bû. Dema ku di serdema hilbijartinan de di navbera hêzên siyasî de pevçûnek rastîn derket, ku wek ceribandinek ji bo populerbûna saziyek an partiyek siyasî hate dîtin.
Di hilbijartinên şaredariyên dawî yên li Lubnanê di meha Gulanê de, populerbûna Hizbullahê li hemû bajaran kêm bû. Wekî din, ji dema damezrandina şaredariyê ve, ji ber krîzên siyasî yên ku welat tê de ye, hilbijartin çend caran hatine paşxistin. Li Tirkiyeyê jî şaredarî ji bo pêşbirka siyasî di navbera partiyan de ji bo xizmetkirina welatiyan modelek pêşkêş dikin, bi vî awayî bandora wan di nav gel de berfireh dikin. Lê îradeya gel ji hêla rayedarên Tirkiyeyê ve tê dizîn. Piştî hilbijartinên dawî ya sala 2024'an, rayedarên bi serokatiya Partiya Edalet û Pêşketinê (AKP) encam betal kirin û parêzvanên xwe tayîn kirin, piştî ku li dijî namzetên serketî sûcdariyan çêkirin û ew girtin.
Amadebûn û bandora sîstema kotayê
Saziya Neteweyên Yekbûyî ya Jinan û Bernameya Pêşxistinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) balkişand ser pêwîstiya bicîhanîna sîstema kotaya jinan wek tedbîreke yasayî ya awarte. Saziyê xwest ku li dijî stereotîp û paşguhkirina jinan derkevin ku dê beşdariya jinan a bi bandor di rêveberiya herêmî û şaredariyan de mîsoger bike. Li gor vê, gelek welatan ji bo teşwîqkirina jinan ji bo şopandina karên şaredariyê, sîstemeke kota ya ne ji sedî 30 zêdetir pejirandine. Lê rastî ev e ku piraniya şaredariyan bandorek girîng li ser rolên jinan nakin. Wek di hemû qadan de, biryardayîn di destê mêran de dimîne û mêr pir caran serokatiya şaredariyê digirin.
Lê girîngiya kotayê nayê kêmkirin, ji ber ku ew klîşeyên civakî yên li ser hebûna jinan di vê saziyê de dişkîne, wan teşwîq dike ku beşdarî karên xizmetguzariyê bibin û asta jiyanê û xizmetguzariyê li deverên wan baştir dike. Ji ber ku ew ji hewcedariyên civakê bêtir haydar in.
Ezmûna Hevserokatiyê li gor projeya Neteweya Demokratîk
Li hemû şaredariyan, şaredarekî hilbijartî heye û di piraniya rewşan de, ew mêr e. Lê li şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Mexmûr, Bakurê Kurdistanê û Şengal herêmên ku projeya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tînin, pergala hevserokatiyê tê bicîhkirin. Ev hewce dike ku şaredarî ji hêla mêr û jinek hilbijartî ve were rêvebirin ku hemû biryar, berpirsiyarî û desthilatan parve dikin.
Li Mexmûr û Şengalê di sala 2014’an de pêk hat
Di Adara 2025'an de, Rêveberiya Xweser a li Şengalê şaredariyek vekir da ku xizmetê bide niştecihên ku piştî komkujiya çeteyên terorîst ên DAIŞ'ê di sala 2014'an de li dijî wan pêk hat, vegeriyane. Li kampa Rustem Cûdî ya li Mexmûrê yê ku penaberên ji bakurê Kurdistanê lê dimînin, ku dewleta Tirk di salên 1990'î de li dijî wan komkujî pêk aniye. Projeya Neteweya Demokratîk ji bo avakirina şaredariyekê hat pejirandin, bi vî awayî sîstema hevserokatiyê cara yekem di sala 2014'an de hat bicîhanîn.
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha 57 şaredarî hene
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev ezmûnek pêşeng e ku li Rojhilata Navîn di sala 2014'an de dest bi damezrandina şaredariyan kirin. Niha 57 şaredarî hene, her yek xwedî nivîsgehek jinan a taybet e. Xebata wê li ser şopandina pêşveçûna xebata jinan, destekkirina planên zêdekirina hejmara jinên ku di şaredariyan de dixebitin, pêşxistina projeyên jinan, pêkanîna projeyan bi komunan re û lidarxistina waneyên rewşenbîrî û pîşeyî ji bo jinan disekine. Şaredariyên Bakurê Kurdistanê jî di sala 1979'an de hebûneke girîng a jinan dîtin û konsepteke nû ya rêveberiya herêmî li Kurdistanê dest pê kir. Di hilbijartinan de beşdariyeke girîng a jinan çêbû, tevgera siyasî ya Kurd di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de cara yekem sîstema Hevserokatiyê pêk anî.
Ezmûnên serkeftî yên ku dikarin werin etîketkirin
Şaredariyên li Rojhilata Navîn ji gelek aliyan ve ji yên li Ewropayê cuda ne, ya yekem avahiya wan e. Navendîkirin li ser şaredariyên welatên Ereb serdest e, her wiha dewlet jî ku tu saziyek piçûk ji hêla desthilatdariya xwe ve nahêle. Ev bi tevahî berevajî pergalên şaredariyê yên çend welatên Ewropî ye, ku di rêvebirina karûbarên herêmî yên bajêr de xwedî serbixweyek tevahî û desthilatên berfireh in.
Li Norwecê pêvajoya perwerdeyê heta pola 10’an birêve dibin
Norwec mînakek berbiçav e. Şaredarî di perwerdeyê de xwedî desthilatên berfireh in, heta bi awayekî serbixwe pêvajoya perwerdeyê heta pola dehan birêve dibin. Her wiha ew xwedî desthilat in ku lênêrîna tenduristiyê, pêşketina aborî, plansaziya bajarî, xizmetên ji bo extiyaran, refaha civakî, plansaziya bajarî, pêşkeftina aborî, rê û tesîsên şaredariyê birêve bibin. Paytext Oslo, heta xwedî sîstemek parlamenter a nîv-xweser e ku beşdarî pêşketina domdar û baştirkirina kalîteya jiyanê ya niştecihên wê dibe.
Li Belçîkayê ji tenduristiyê heta çalakiyên civakî gelek rayeyên wan hene
Li Belçîkayê jî şaredarî xwedî desthilatên berfireh in ji bo birêvebirina karûbarên herêmî. Di nav van karan de perwerdehî, lênêrîna zarokan, asfaltkirina rêyan, lênêrîna parkan, dayîna lîsansên ajotinê û destûrên rûniştinê, sertîfîkayên jidayîkbûn û mirinê û lidarxistina çalakiyên ku têkiliyên civakî xurt dikin hene. Ev hemû rasterast welatiyan eleqedar dikin.