Di nava civaka tewariqiyan de pêşangiya jinê çandek qedîme 3

Her çendî eşîretên Tewariqiyan di nava xwe de ne yek bin jî li hemberî êrîşên derve bi hev re dibin yek û berxwedanek mezin nîşan didin. Ji ber vê şêwaza parastinê heta pêvajoya kolonyalîzma Fransayê tu hêzan nekarîbû axa wan ji destê wan derxin.

HÊLÎN GEMO

Navenda Nûçeyan - Di dawiya sedsala nozdehan de Tewariqiyan li dijî kolonîzasyona Fransa ya li ser welatên wan li ber xwe dan, tevî ku di navbera çekên wan ên kevin û çekên pêşketî yên hêzên Fransî de hevsengî tune bû. Piştî gelek komkujiyan, berxwedana Tewariqiyan şikest û ew neçar bûn ku di 1905'an de li Malî û 1917'an li Nîjer peymana aştiyê îmze bikin. Paşê li başûrê Cezayîrê hêzên Fransî rastî berxwedanek bihêz a siltaniya Kul Ahqar ku ew jî beşek ji Tewariqiyane hatin, di dawiyê de herêmên Tewariqiyan hamû ketin bin kontrola kolonyalîzma Fransa.

Berxwedana li hemberî kolonyalîzma Fransayê

Her çend di nav eşîretên Tewariq de yekîtiyek xurt tunebû û hin caran şer di navbera siltaniyên Tewairqiyan derdiket, mîna şerê di navbera Kul Ahqar û Kul Acir di navbera 1875'an û 1878'an de qewimî û gelek ji hev kuştin. Li gel vê neyekbûna wan a navxweyî jî li hemberî hêzên derve tim yek bûn û berxwedanek mezin nîşan didan. Ji ber wê jî berî kolonîzasyona Fransî tu hêzek derve, herêmên Tewairqiyan kontrol nekirbû. Tevî ku di sala 1930'î de Fransiyan Cezayîrê dagir kirin û di sala 1848'an de îlan kirin ku bakurê Cezayîr beşeke ji Fransayê, lê wan nedikarî ku berî sala 1902'an têkçûnek leşkerî ya berbiçav li eşîrên Tewariqan bikin. Heya salên bîstan yên sedsala borî, Fransiyan nekarîn herêmên Sehrayê bi tevahî kontrol bikin.

Piştgiriya şoreşa Cezayîrê

Tewairqiyan bi hilberîna şîr û hiriyê piştgiriya şoreşgerên Cezayîrê kirin. Tevî ziwabûna ku li Sehrayê ji ber teqîna nukleerê Fransî çêbibû jî dev ji xebatên xwe yên hilberîna berhemên xwezayî bernedidan. Her wiha Tewariqiyên ku li Sehraya Adax ku niha dewleta Malî jê re tê gotin û yên li Nîcer xwe kirin yek û di nava xwe de çêlek dan şoreşgerên Cezayîrî. Di sala 1963'an de yekem tişta Serokê Cezayîrê kir ew bû ku serokên eşîrên Tewariqiyan ên li dijî Fransayê şer kirbûn girt û radestî serokê Malî yê kir û wî jî bêyî darizandin cezayê darvekirinê li wan birî. Piştî gelek salan serokê Cezayîrê di hevpeyvînek televîzyonê de got ku bi hinceta ew nîjadperet bûn, cezayê darvekirinê li wan birî. Serokên ku piştî serokê yekem ê Cezyîrê hukim kirin jî riya wî dişopandin û çi ji destê wan dihat ji bo pêşîlêgirtina şoreşa gelan a Tewariqiyan bigirin dikirin.

Şoreş û serxwebûnên nûjen

Di sala 1960'an de dema dewletên Afrîqayê serxwebûna xwe bi deset xistin, welatên Tewariqiyan ku di nav de çend welatên weke Malî, Nîjeriya, Lîbiya, Cezayîr û Borkîna Faso jî heyî hatin dabeş kirin. Ji ber qelişandina erdê ji ziwabûna zêde rastî gelek zehmetiyan hatin, hin ji wan neçar man ku çandiniyê bikin û yên din jî ji bo lêgerînên cuda ber bi bajaran ve çûn. Di sala 1962'an de şoreşa Kîdal a ku ji ber êrîşên artêşa Malî yên li ser Tewariqiyan serî rakir. Dewleta Malî destê xwe dirêjî mal û milkên Tewariqiyan dikir, ji ber vê yekê di navbera şoreşgerên Tewairqî û artêşa Malî de gelek pevçûn rû dan lê di dawiyê de bi alîkairya Mexrib û Cezayiriyên ku 35 şoreşgerên Tewairqî redestî Malî kirin, Tewariqî têkçûn. Nerazîbûna di nav Tewariqan de derketin û ji ber marjînalbûnê bû sedema şoreşa duyemîn ku di Gulana 1990'î de dest pê kir. Vê care jî xweseriya herêmên xwe xwestin. Pevçûnên tund di navbera şoreşgerên Tewariqî û hêzên hikûmetê yên dewleta Malî û Nîjeriya de qewimîn ku di encam de bi hezran kes hatin qetil kirin.

Bi însiyatîfa Fransa û Cezayîrê peymanên aştiyê di sala 1992'ande  li Malî û di sala 1995'an de li Nîjeriya hatin îmzekirin. Di her du peymanan de desthilatdariyek neteweyî ya nenavendî û  şoreşgerên Tewariqiyan tevli artêşên her du welatan werin kirin, hate xwestin lê her du peyman jî nehatin cîbicîkirin.  Ev yek bû sedema pevçûnên tund di navbera şoreşgerên Tewariq û hêzên hikûmetê de û piştî peymanên ku di sala 1995'an û 1996'an de hatin îmze kirin ev pevçûn bi dawî bûn. Ji sala 2004'an ve pevçûn di navbera şoreşgerên Tewariq ên ku serxwebûnê dixwazin û hêzên hikûmeta Nîjeriya de diqewime. Di encamê de şoreşa Tewariqiyan sala 2007’an despêkir û heya sala 2009'an berdewam kir.

Ji sala 1998'an de ve sê tevgerên ku Tewariqiyan temsîl dikin hatin damezrandin. Hîn jî Tewariqiyên li Nîjeriya di hikûmeta navendî de nayên temsîl kirin, ji ber vê yekê hem di warê dîplomasî û hem jî di warê aborî de hatin marjînal kirin. Şoreşa wan a dawî di sala 2012'an de bû, dema ku Tevgera Neteweyî ya Rizgariya Azawad a ku ji hêla Tewariqiyan ve hate damezrandin, herêma Azawad rizgar kir û serxwebûna xwe ragihand, lê naskirinek navneteweyî bi dest nexist.

Sibê: Bandoara dayika Tewariqiyan a giyanî Tîn Henan li ser jiyanê.