Di nav malên Başûrê Kurdistanê de rêzefilmên tirkî bûye jehrek

Dewleta Tirk bi venêrîna hinek medyayên Başûrê Kurdistanê siyaseta dagirkeriyê bi rêya çand û diramayan dimeşîne û vê yekê weke jehrekê li malên Başûrê Kurdistanê belav kiriye.

SOZYAR ELÎ

Navenda Nûçeyan - Dagirkeriya dewleta tirk hêdî hêdî dikeve nava jiyan û xwîna kurdên li Başûrê Kurdistanê. Ev dagirkeriya tê meşandin ne bi rêya hêzên leşkerî ye, bi rêya çand û hunerê li ser Başûrê Kurdistanê tê birêvebirin. Di vê dosyayê de em bi berfirehî behsa bandora şêwaz û metirsiyên rêzefilmên tirkî li ser gelê Başûrê Kurdistanê bikin.

Ji sala 2007’an ve pêlek ya dagirkeriyê bi rêya film, rêzefilmên tirkî û muzik, cil û berg li Başûrê Kurdistanê belav bû, gelek rêzefilmên biyanî hatin weşandin, lê belê herî zêde giringî bi rêzefilmên tirkî hate dayîn û heta niha jî di nava her malekê de reng daye jiyana her kesê.

Tirkiye rêzefilmên televizyonê weke çekek aborî, bihêzkirina çand û ferhenga xwe li ser welatan bi kar tîne, ev jî bûye sedem ku kurd û ereb li Tirkiye serdanên geştiyarî bikin, di nava rêzefilman de cûrek din yên bazirganiyê tê kirin û cihên geştiyarî nîşanî bîneran didin da ku bala geştiyaran bikşînin. Di sala 2010’an de yek milyon û 500 hezar geştiyar serdana Tirkiye kir. 

“Rêzefilm bandorê li ser jiyana kesî dike”

Ev diramane bandorê li ser fikir û reftarê hemwelatiyan dike, ji ber di nava rêzefilman de jiyanek romantîk xeyalî û dûrî rastiya civakê nîşan dide. Bi vê ve girêdayî nêrîn û tevgerandinek di nava civakê de ava dike ku xwe li ser civakê zor dike.

Herî zêde jî di van rêzefilman de jin dibin hedef û her tim jin weke hebûnek lewaz, amûrek zayendî û milkê mêr tê nîşandan, ne paqijiya hevjîntiyê jî normalîze dike û jinan dike milk û namûsa mêran. Di her rêzefilmekê de behsa çîroka zarokek bê nasname dike, bi awayek giştî bi hemû awayî xizmetê ji desthilata mêrsalarî re dike û her tim armanca rêzefilman jin ji aliyê mêr ve tê rizgarkirin û jina bi awayek pêkenok nîşan didin da ku bikarin desthilata mêr bidin berdewam kirin. Ev û gelek bûyerên din, çîrokên di nava rêzefilman de peyamên dûrî jinên didin civakê û rojane ev rêzefilmên tirkî weke jehrekê ketine mala her kurdekê.

“Rêzefilmên tirkî bandorê li ser rêzefilmên kurdî dike”

Ji derveyî vê, bi rêya cil û berg û xemilandina malê û awayê şahiyan ne tenê li ser kes, li ser awayê berhemên rêzefilmên Kurdî jî bandor dike, di rêzefilmên Kurdî de jî em dibînin çawa şahiyên çanda Kurdî û her dawet û nexşandina cil û berg û cihê şahiyê hemû weke çanda tirkî lê hatiye.

Li herêma Kurdistanê medya û malper bi awayek berfireh reklamên rêzefilmên tirkî dikin. Her çendê rêzefilmên kurdî ji ber di aliyê berhemdayîne de paş dikeve û kêmbûna naverokê rê ji bo hatina rêzefilmên tirkî ji Başûrê Kurdistanê xweş kiriye. Di derbarê vê yekê de ne wezareta rewşenbîrî û ne jî hikumetê tu helwestek cidî di derbarê rakirina van rêzefilman de nîşan nedaye.

“Ketina nava rêzefilmên tirkî di astek bilind deye”

Di asta cîhanê de, rêzefilmên tirkî piştî rêzefilmên Amerîkî di pileya dûyem de cih digre ku li sernaserê cîhanê li 140 welatan tên weşandin. Bi taybet li Rojhilata Navîn û Rojhilatê Avrûpa. Li gora daneyên dawî yên di sala 2019’an de li ser asta cîhanê hatine aşkere kirin, rêzefilmên tirkî di nava wê salê de zêdeyî 700 milyon bînerê wan hene. Bi vê ve girêdayî gelek hemwelatî ji metirsiyên wan bûn xwedî agahî û baykota van rêzefilman kirin. Lê belê hikumet di astek bilind de giringî dide û butçeyek zêde jêre xerc dike. Rêzefilmên tirkî butçeyek mezin li kirîn û dublaja wan diçe, serê her rêzefilmekê 30 hezar dolar tê wateya sê defter dolar lê diçe. Li gora raportek ya malpera Mdunat ya Cezaîr nirxê kirina her rêzefilmekê tirkî 10 wereqe ye, hezar dolar e. Bê gûman çanda rêzefilman û aktorên diyar û karên di nav de hêjmara rêzefilman ew nirxê ku pê didin zêde dikin.

Di sala 2015’an de dema Tirkiye êrîşên li ser  Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde kir, weşandina rêzefilmên tirkî li lutkeyê bû. Tenê di dema êrîşên dewleta tirk li ser Efrînê, hîna jî qenalên Kurdî rêzefilmên tirkî diweşînin. Ji ber van êrîşan bi awayek berfireh hemwaltiyên Başûrê Kurdistanê boykota kel û pel, rêzefilm û hunerên tirkî kirin, lê belê heta niha jî rêzefilmên tirkî di nava malên her kesê de ne.

Di demekê de gelek hunermendên Kurd hene û dikarin jê sûd were girtin ji ezmûna wan a kar ji bo pêşxistina rêzefilm û filmên kurdî bikin û êdî rê neyê dayin siyaseta desthilatdara çandî li ser kurdan bikarbînin. Lê belê dewleta tirk bi qontrolkirina hinek medyayên Başûrê Kurdistanê kariya dagirkeriya xwe bi rêya çand û hunerî berdewam bike.