Di dîroka Îranê de xwepêşandanên bi pêşengtiya jinan

Piştî du hefteyan şoreşa li dijî rejîma Îranê ji ber hîcaba bi zorê ku bi zagona li ser jinan hatibû sepandin bû sedema nerazîbûnên girseyî.

JIYAN ELÎ

Navenda Nûçeyan- Kefî yan jî hîcaba bi zorê li Îranê piştî du hefteyan a şoreşa li dijî rejîma Îranê di sala 1979’an de bû, zagona lixwekirinê û ceza li ser jinan hatiye sepandin, ev biryare ji aliyê Xumeynî ve hat derxistin û daxwaz li jinan kir ku yan divê kar nekin yan ger dixwazin kar bikin divê hîcaba xwe girê bidin.

Belavbûna vê fetwayê nerazîbûnên jinan li pey xwe anîn û zêdeyî 8 hezar jin li zanîngeha Tahranê kombûn û çalakiya nerazîbûnê li dar xistin, jin bi vê yekê ranewestiyan û biryar dan di roja cîhanî ya jinan 8’ê Adarê de di heman sala 1979’an de dakevin qadan û xwepêşandanan li dar bixin. Di vê xwepêşandanê de 15 hezar jin beşdar bûn û gotin em hîcaba bi zorê qebûl nakin, ev nerazîbûn li piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bû.

Zagona lixwekirinê ket meriyetê

Lê belê rejîmê guhên xwe neda daxwazên jinan û di sala 1983’an de piştî pesendkirina zagonê cezadana Îslamê bi fermî ev zagona lixwekirinê hat pesendkirin û ew jinên di cihê giştî de ku bê hîcab derketibin cezayê 74 caran li ser wan hat sepandin. Piştî derketina vê zagonê di serdema serokatiya Haşimî Refsencanî de û ew yên ku di bajaran de dest bi kar dikin ji bo rasthatina ew jinên ku li gorî gotinên wan hîcaba wan temam e û  tenê divê ser û çavên jinan diyar bibe.

Di havîna sala 2006’an de berpirsên polîsan li ser kar bûn yek ji wan geşte Erşad yan jî geşte exlaqî ragihand û gotin tenê ji bo agahdarkirina kesên xirab hîcab lê belê girtina giştî Erşad tenê ji bo agahdarkirin û hişyarî nayê dayîn û di wê demê de heta niha rojane desteserkirina êşa jinan bi hinceta hicaba xirab tê rêvebirin.

Li hemberî zagonê jin bêdeng neman

Lê belê jin bêdeng nebûn û nerazîbûnên xwe yên li hemberî vê zagonê nîşan dan. Huma Darabî bijîjka zarokan û dermannas weke yekemîn kes bû nerazîbûna xwe li hemberî derxistina zagona hicaba bi zorê nîşan da û di 21’ê Sibata sala 1993’an de li meydana Tecrîş a Tahranê agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da.

Qonax bi qonax nerazîbûnên jinan li hemberî hîcaba bi zorê berdewam kir, di tu serdeman de jin li hemberî vê fetwanê bêdengî nehilbijartine. Di sala 2018’an de Wîda Muhîd bi nasnav Bijîjk Xîba Înqalib nîşaneya nerazîbûn li hemberî hîcaba bi zorê nîşan da bi hîcaba spî çalakî li dar xist û piştre ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat girtin.

Gelek jin hatin girtin û cezayê girtîgehê li wan hat birîn

Di sala 2020-2021’ê de gelek jinên din ku di vî alî de nerazîbûnên xwe diyar kirin hatin girtin û zêdeyî 50 salan cezayê girtîgehê li wan hat birîn.

Îbrahîm Reîsî piştî dest bi karê encamdana bilind a şoreşa ferhenga Îranê kir ku zagona hîcabê qurstir bike û biryarname di sala 2004’an de taybet ji bo  hîcab di welat de bi cih bike yê ku xwe nepêçe weke bê exlaq bi nav dikin. Ev biryarnameya 46 bend bi xwe digre. Hewldana malbatan ji bo pêkanîna nasnamyek ayînî bi keçan re çêdike, rêgirîkirina li model û asayîkirina modelên rojava, ji bo bicihkirina modelek guncaw a hîcabê û her wiha damezrandina wê çavkaniya mirovan e ku agahdariya binema, ayînî û hîcabî bin.

L pey hev fermana reîsî yekaneya giştî Erşadî di demên borî de careke din bi awayekî çalak û dirindane dest pê kir.

Mînak girtina Sipêde Reşnû û Lêdwanî Zoremlî û piştre kuştina Jîna Emînî mînakek din a qutkirin û êrîşên yekane giştî ya Erşadî nerazûbûnên berfireh li pey xwe anîn.