Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê salekê jinan (1) - PANAROMA

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Şoreşa Jinê pêk anîn di nav tevahiya salê de di hemu qadên şoreşê de bûn xwedî têkoşînekê mezin.

Navenda Nûçeyan - Bi pêşengiya rêxistinên jinan ên ku di gelek qadên ku xizmetê ji jinan re dikin, xebatên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2022’an de bû şahidê çalakiyên xurt.

Di beşa yekem a panoramayê de ajansa me balê dikşîne ser konferansên jinan ên li herêmê hatin lidarxistin, pêngavên berbiçav ên aboriya jinê di çarçoveya krîza aborî de, xebatên Navenda Lêkolînên Jinolojiyê û her wiha xebatên hunerî û çandî yên jinan.

Foruma Şoreşa Jinê

Piştî 10 salan ji destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo danasîna şoreşa jinê û destkeftiyên jinan, di 22’ê Tîrmehê de yekemîn Forûma Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye bi dirûşmeya “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin” hate organîzekirin.

Şêwira Jinên Kurd

Di Foruma Şêwira Jinên Kurd de ya ku di 15’ê Gulanê de bi dirûşma “Yekkirina helwestên jinên Kurd li dijî dagirkeriyê” li bajarê Qamişlo ji aliyê Kongra Star ve bi armanca yekîtiya jinan li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk hate lidarxistin , 50 rêxistinên jinan tê de beşdar bûn.

Konferansa Komîteya Civakî

Komîteya Civakî di 11’ê Mijdarê de bi dirûşma “Li ser şopa şehîdên şoreşa jinê em ê civakeke azad ava bikin” li Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna nêzî 225 endam û nûnerên sazî û rêxistinên jinan ên di Rêveberiya Xweser de, konferansa xwe ya yekemîn li dar xist.

Konferansa Meclîsa Perwerde

Di 4’ê Mijdara 2022’an de bi dirûşma “Bi perwerdekirina zanista jina azad em ê civaka demokratîk pêş bixin” bi beşdariya 300 delegeyên Meclîsa Perwerdê û nûnerên rêxistin û tevgerên jinan ên di Rêveberiya Xweser de, duyemîn konferansa Meclisa Perwerdehiya Jinê hate lidarxistin.

Konferansa Komîteya Aborî

Di bin diruşma "Bi pêşengiya jinên azad em ê aboriya civakê geş bikin û serkeftina şerê şoreşgerî yê gelan misoger bikin" di 6'ê Mijdarê de bi armanca xwerêveberiyê û misogerkirina serxwebûna aborî di aliyê fikrî, rêxistinî û qanûnî de, bi amadebûna 350 endam û nûnerên aboriya jinê, sêyemîn Konferansa Komîteya Aborî ya Kongra Star hat lidarxistin.

Meclîsa Tendûristî ya Kongra Star

Meclîsa Tenduristiyê ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 20’ê Cotmehê de bi dirûşma “Têkoşîna ji bo mafê tenduristiyê, yanî rêzgirtin û hîskirina azadiya xwe” civîna xwe ya berfireh li dar xist. Di civînê de li ser rêxistinbûn, perwerdekirin û bi hêzkirina jinan û têkoşîna ji bo azadiya wê û bidestxistina wekheviya zayendî di hemû qadên jiyanê de hate nîqaşkirin.

Konferansa Hîlala Zêrîn

Hîlala Zêrîn a Çanda Jin bi beşdariya nêzî 250 endaman ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nava du rojan de (11-12’ê Mijdarê) li bajarê Tebqayê konferansa xwe ya sêyemîn bi navê “Bi çanda şoreşê û jiyana azad û bi şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin” lidar xist. Jinên di nava Tevgera Hîlala Zêrîn a ku di sala 2015’an de hat avakirin, di qada hunerî û çandî de hemû jinan temsîl dike.

Yekîtiya Jinên Ermen hat ragihandin

Di 30’ê Tebaxê de avakirina Yekîtiya Jinên Ermenî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ragihandin. Konferansa yekem ji bo nasandina esil, urf û edetên pêkhateya Ermenî yên resen, ji bo xebatkirina li ser xurtkirina çanda pêkhateya Ermenî hate lidarxistin.

Konferansa Yekîtiya Jinên Suryan

Di 28’ê Cotmehê de Çaremîn konferansa Yekîtiya Jinên Suryan bi dirûşma “Wekheviya Mirovan di navbera zayendan de” bi armanca pêşxistina jinên Suryanî, bi beşdariya nêzî 250 endamên Yekîtiya Jinên Suryan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.

Konferansa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Di 24’ê Adarê de ji aliyê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi dirûşma “Jinên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, êş, berxwedan, têkoşîn” konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de binpêkirinên li dijî jinan ên li herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin û kampan de hatin nirxandin.

 Civîna 1’emîn a Komîteya Jîngehê

Bi dirûşma "Ji bo civaka hawirdorê, avakirina platforma femînîst" yekemîn civîna berfireh a Komîteya Jîngehê di 5'ê Mijdarê de bi beşdariya 30 delegeyan hat lidarxistin. Ji girîngtirîn çalakî û kampanyayên ku ji aliyê komîteyê ve hatin lidarxistin, ragihandina hemleya jîngehê ya bi beşdariya zêdetirî 7 saziyan bi dirûşma “Bi pêşengiya jinê vegere ekolojiya civakê”, çalakiyên hişyarî û perwerdehiyê û çandina zêdetirî 2 hezar dar, bûn.

Zanista jinan Jînolojî: Xebatên lêkolînê û atolye

Efrin û Şehba: Li ser pirsgirêkên jinan û siyasetê, telaq, îstifakirina jinan bi taybetî di saziyên giştî de û dîroka herêma Şahba lêkolîn hatin kirin. 7 komxebat li ser mijara rola mêr di avakirina malbateke demokratîk û civaka azad de hatin lidarxistin û bi koordîneya Kongreya Star civîneke berfireh li ser asta kantonê hate lidarxistin. Analîzên di encama vê xebatê de hatine amadekirin û weşandin. Her wiha atolyeyên li ser "Malbata demokratîk çi ye?" Çawa têne çêkirin? Wateya rûmetê çi ye? Wateya evîn û hezkirinê çi ye? Bi hevkariya komîteyên perwerdeyê yên meclîsên gel, Kongra Star û ciwanan hatin lidarxistin.

Heleb: Li ser dîroka bajarê Helebê û rola jinan di berxwedana Şêx Meqsûd de lêkolînek hate kirin. Bi beşdariya endamên gelek saziyan 5 atolyeyên bi navê “Guherîna Zîhniyeta Zilam” hatin lidarxistin. Li ser pirsgirêkên koma ciwanan ji bo xwendekaran du atolye hatin lidarxistin. Li ser heman mijarê ji bo mamosteyan komxebatek hat lidarxistin. Ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û xwekuştinê komîteyek hate vekirin. Di çarçoveya lêkolînên giştî yên li ser mijara etîk û estetîkê de bi jinan re atolye û hevpeyvîn hatin lidarxistin.

Çalakiyên perwerdeyî: Li ser rêbazên lêkolînê, nivîsandina encamên lêkolînê û dîroka tevgera azadiya jinê ji bo endamên navendê perwerde hatin lidarxistin. Di hemû akademiyan de dersên zanista jinê û hevjiyana azad bi awayekî sîstematîk hatin pêşkêşkirin. Di der barê zayendperestiya civakî û têgeha "kuştina mêran" ango kuştina têgînên mêranî yên di nava mêran de ders ji mêran re hatin dayîn. Semînerên danasîna zanista jinan li piraniya sazî û meclîsên kantonên Şehba û Efrînê û li şaredarî û saziyên Helebê hatin dayîn.

Çalakiyên taybet: Bi armanca şopandin û pêşîgirtina li bûyerên kuştin û xwekuştina jinan, bi Kongra Star, Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin û Tenduristiya Jinê re koordînasyonek hevpar hate avakirin. Bi boneya dehemîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê panelek bi dirûşma “19’ê Tîrmehê em ê şoreşa jinê geş bikin, çand, ziman û hebûna xwe biparêzin” hate organîzekirin.

Ji 21’ê Tebaxê heta 29’ê Tebaxê bi diruşma “Jin bi tenê, ji bo xwe û ji bo xwe ye” bi hevkariya Yekîtiya Jinên Ciwan kampek ji bo çalakiyên rewşenbîrî ji bo jinên ciwan hate lidarxistin.

Di Festîvala Şehîd Berçem de ji aliyê Navenda Jinolojiyê ve pêşangeha pirtûkan hat lidarxistin û têkildarî hedefgirtina Nagîhan Akarsel daxuyanî hatin dayîn û di vê çarçoveyê de meş hatin lidarxistin.

Konferansên zanistî yên jinan bi diruşma “Ji Xwişkên Mîrabel heta Jîna, Zeyneb û Nagîhanê, Jin Jiyan Azadî” hatin lidarxistin.

Navenda Jinolojiyê bi beşdariya Komîteya Zarokên Şehîdan û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) beşdarî atolyeyên li ser mijara perwerdeya avakirina ferd û civakek azad ji bo bidawîkirina tundiya li ser zarokan, bû.

Atolyeyek li ser pêşxistina hevgirtina jinan û aboriya civakê, ji bo bidawîkirina koletî û tundiya li dijî karkerên jin (Yekîtiya Jinên Kedkar, Kongra Star û Aboriya Jinê jî di nav de) hat lidarxistin.

Atolyeyek li ser xweparastina li dijî tundiya zayendî ya bi rêya medyaya dijîtal hat lidarxistin.

Li bajarê Helebê di 20’ê Mijdarê de bi beşdariya 200 jinan Konferansa Navenda Lêkolînên Jinolojiyê hate lidarxistin.

Avakirina Enstîtuya Andrya Wolf

Enstîtuya Andrya Wolf di destpêka sala 2021’an de ji bo pevguhertina fikir û ezmûnên li ser têkoşîna jinan a ji bo pêşerojeke hevpar hate vekirin. Navê wê kirin Andrya Wolf, ji bo rêzgirtina hewldana şoreşgerê Alman ku armanca wê girêdana tevgerên rizgarî yên cîhanê bû, lê hêzên Tirk di sala 1998’an de ew hedef girtin.

Enstîtuya Andrya Wolf armanc dike ku di toreke mezin a zanista jinan de xaleke hevpar a pêwendiyê biafirîne, lêkolînan li ser zanyariyên li ser nirxên mêtîngerî, dîroka şoreşgerî, çand û berxwedana jinê pêş bixe û bingehek ji bo parvekirina van zanyariyan û pêşxistina Konfederasyona Jinan a Cîhanê ava bike.

Endamên enstîtuyê li ser mijarên zanista jinê, dîroka jinên cîhanê, hevjiyana azad û xweparastinê perwerde û semîner dan.

Enstîtu beşdarî gelek semîner û panelên li ser înternetê yên li ser mijarên têkildarî zanista jinê, jîngeh, pêşketinên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, perwerde, huner, aborî, koçberî û konfederalîzma demokratîk û her wekî din bû.

Aboriya komînal

Jinan bi rêya Rêveberiya Aboriya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û gelek saziyên jinan ên ku komîteyên taybet ji bo parastina aliyê aborî yên jinan ava kirin, weke Kongra Star, Kombûna Jinên Zenûbiya û Weqfa Jinên Azad, aboriya xwe li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê birêxistin kirin.

Aboriya jinan li herêmê bi aboriya beşdariya komînal tê destekkirin û ev yek jî li gorî rêgezên tevgera femînîst a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bingeha azadiya jinê ye. Gelek saziyên ku bi aboriya jinê re eleqedar in hatin avakirin.

Saziyên jinan girîngiyê didin hemû aliyan, di nav de aliyê aborî, wek Kongra Star, ku xwedan komîteyeke aborî ye û Kombûna Jinên Zenûbiya ku piştgiriya jinan dike da ku di gelek pîşeyan de ezmûnê bi dest bixin, di heman demê de Weqfa Jinên Azad beşeke mezin ji xebatên xwe ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî de terxan dike.

Projeyên aborî yên ji bo jinan di sala 2022’an de bi giranî di warê çandinî û xwarinê de dixebitin.

Çandinî û bidestxistina xweseriyê

Rêveberiya Aboriya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Li ser vekirina projeyên çandiniyê bi rûbera 45,000 donim xebitî. 25 hezar donim ji bo kooperatîfên jinan û 20 hezar donim jî ji bo komîteya hatinê. 25 kooperatîfên çandiniyê yên jinan hene ku 900 endamên wan jin in.

Zêdetir giranî li ser çandiniya bi baranê hatiye kirin. Binesaziya bingehîn ji bo sê kooperatîfên çandiniyê yên avdanî li Tirbesipiyê, Şedadê û Tel Temrê hatiye avakirin. Her wiha kooperatîfên nû yên jinan hatin plankirin.

23 nanpêjxane hene û nêzî 100 jin di wan de dixebitin û projeyên nanpêjxaneyê di nav koperatîfên herî baş de ye.

Li Dirbêsiyê û Hesekê 2 koperatîfên jinan hene ku di wan de 35 jin kar dikin û mûneta malê çêdikin. Ji bo vekirina dikanên girêdayî van koperatîfan xebat tên kirin.

Komîteya Aboriya Jinê ji bo heyama 3 salan projeyan pêk tine, du proje hatin avakirin, ya yekem li Tirbêspiyê li ser rûberek ji hezar û 500 donim e, 500 donim ji wan ceh tê de hat çandin  û 400 donim jî ji bo hilberîna her cure sebzeyan hate çandin.

Ji bo firotina hilberan du navend hatin avakirin, bi vî awayî têkiliya bi bazirganan re bi tevahî hat qutkirin.

Li Dêrikê li ser erdekî 2 hezar donim genim û tût hatin çandin. Projeya xwedîkirina heywanan ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê hate taloqkirin.

Li Reqayê projeyên çandiniyê ji bo malbatan hatin vekirin. 6 malbat li ser erdek 200 donim, 5 jin li ser erdek 500 donim, du malbat jî li ser erdek 200 donim dixebitin.

Li Kobanê û Şehbayê 2000 donim erd ji bo Komîteya Aboriya Jinan heye û hezar donim jê ji bo çandiniya avdanî hatiye amadekirin.

Di nava vê salê de 2 hezar û 500 donim erd radestî aboriya jinan hat kirin.

 Li Reqa û Dêrezorê 2 navendên aborî ji bo jinan hatin vekirin. Di çarçoveya projeyên aboriya jinan de 5 malbat li erdeke 250 donim dixebitin.

Li ser qadeke ji 15 donim çandiniya darên fêkî hat kirin û malbatek tê de dixebite.

Li Tebqayê 300 donim zeviyên çandiniyê hene ku 8 malbat tê de dixebitin. Li ser qadeke 2 donim zeviya zeytûnan hat çandin.

Li Reqayê 70 donim genimê avdanî, 75 donim rez hatin çandin û di vê projeyê de 4 malbat hatin xebitandin.

Xebat ji bo çandina 6 hezar û 550 darên zeytûnan li Reqayê tên kirin.

Li Dêrezorê 300 darên zeytûnan hatine çandin.

Li Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê 7778 darên zeytûnan û fêkiyên curbecur hatin çandin.

Projeyên dirûnê: Li herêma Cezîrê 3 projeyên pîşesaziyên tekstîlê hene ku yek li Kobanî û yek jî li Şehbayê ye. Kargeha dirûtinê ya "Lavîn" li Hesekê  4 dikanên cilên jinan ên girêdayî wê hene. Li Kobanê jî kargehên "Lavîn" û cihên firotin û belavkirinê hene.

Projeyên din: Projeyên tiştên paqijkirinê û dirûtinê hatin vekirin û li Tebqayê hilberîna xwarinê berdewam dike, her wiha firneya piyan û firoşgeheke cilan jî hene. Li Dêrezorê 4 jin di projeya dirûtinê de dixebitin. Li Minbicê firina ku tiştên ji hevîr çêdike hene. Her wiha projeya masî û firinê li bajarê Reqayê jî heye.

Li Amûdê û Helebê kargehek mobîlya û nanpêjxaneyek û çêkirina şîraniyan hatin vekirin.

 Li Helebê du metbexane û qehwexaneyek, li Minbicê jî kargeheke paqijiyê hatin vekirin.

Li Kobanê firoşgeheke cilan, kuafor, nanpêjxane hatin vekirin. Li Dêrikê jî waringehek hat vekirin. Bazarek li Girkê Legê û ya din jî li Dirbêsiyê hatin vekirn.

Li Dêrezorê nanpêjxane û kargeheke dirûtinê, li Reqayê kargeheke kîsan û kargeheke avê hatin vekirin. Her wiha kargeheke dirûtinê û nanpêjxane li Şahba hatin vekirin.

 Li Kargeha Penîr a Zozanê 46 jin dixebitin. Meştela şehîd Hevrîn Xelef li bajarê Qamişlo xebatên xwe didomîne û ji bo berfirehkirina wê jî xebat hene.

Çêkirina parka jinan li Reqayê ber bi dawiyê ve diçe. Projeyên kargeha mirîşkan û çêlekan jî ber bi dawîbûnê ve diçin.

Li Hesekê projeya kargeha dirûtinê bi 24 karkerên xwe yên jin xebatên xwe didomîne. Her wiha projeya dirûtina kîsên pembû jî didome.

Di projeya kooperatîfa kivarkan de 10 jin, li Tirbesipiyê jî di koperatîfa genim de 13 jin dixebitin.

Projeya kooperatîfê ya sewalkariyê bi hezar û 300 pez berdewam dike.

Çalakiyên hunerî û beşdariya jinan a girîng

Bi armanca pêşxistina jiyanên jinan û teşwîqkirina wan di hemû aliyan de û xurtkirina têkiliyên di navbera jinên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, gelek çalakiyên hunerî hatin organîzekirin ku herî zêde di 13’ê Tebaxê de Yekemîn Mîhrîcana Jinan a Şehîd Bercem ji bo jinan li Helebê ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve bi navê “Şer hunera hebûn û azadiyê ye” di 13’ê Tebaxê de hatin lidarxistin.

 Li bajarê Reqayê Yekîtiya Jinên Ciwan bi diruşma “Bi rihê Viyan û Nûjiyan em ê di şerê azadiyê de bi ser bikevin” di 30’ê Hezîranê de ku 26’emîn salvegera şehadeta Zîlan “Zeyneb Kinaci” bû, Festîvala Şehîd Zîlan li dar xist.

Di bin diruşma "Li vir hêvî heye ku divê were pêşkêşkirin" çalakiyên Festîvala Aştiyê ya Arîn di 5’ê Cotmehê de ku ji aliyê Rêveberiya Çand û Hunerê ve bi beşdariya 10 şanoyên ji 6 bajarên cuda yên Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate organîzekirin û dest pê kirin.

Di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ku di 23’ê Cotmehê de ji aliyê Rêveberiya Çand û Hunerê ve hat lidarxistin de, nivîskar, helbestvan û çavdêrên jin bi awayekî xurt beşdar bûn.

Gelek jin beşdarî 8’emîn Festîvala Rojava a ku di 11’ê Mijdarê de dest pê kir, Festîvala Helbesta Kurdî ku di 28’ê Cotmehê de hat lidarxistin û Festîvala Mersudo ku di 3’ê Îlonê de hat lidarxistin bûn.

Rojên cîhanî

8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê: Çalakiyên Roja Jinên Cîhanê ya sala 2022’an bi dirûşma “Em bi hev re şoreşa xwe diparêzin û xaka xwe rizgar dikin” hatin destpêkirin û hate destnîşankirin ku ev roj di encama têkoşîna bi milyonan jinên cîhanê de ji bo bidestxistina mafên xwe hatiye.

Çalakiyan di 23’ê Sibatê de dest pê kir û heta 10’ê Adarê berdewam kir, bernameya çalakiyan wisa bû (8’ê Adarê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyên pîrozbahiyê hatin lidarxistin, serdana mezarên şehîdan û pêxistina mûm li ser gorên wan, di Roja Jinên Cîhanê de dersên taybet hatin dayîn, semînerên diyalogê li ser asta herêmî, Rojhilata Navîn û li ser malperên torên dijîtal hatin dayîn û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû tevger û rêxistinên jinan şahiyek li dar xistin).

Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê: Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin diruşma "Li dijî her cure tundiya dewletê û zîhniyeta mêr...Jin Jiyan Azadî" bernameya xwe ya kampanyayê eşkere kir. Bernameya wan wiha bû (li ser girîngiya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ya Navnetewî ders wê bên dayîn, lidarxistina forum û semînerên diyalogê li ser asta herêmî, Rojhilata Navîn û li ser malperên tora dijîtal, lidarxistina meşên girseyî û tevger û rêxistinên jinan li gorî bernameya xwe wê çalakiyên curbecur pêk bînin.