Dengê Radyoya Erîwanê yê li dinê: Aslîka Qadîr
Aslîka Qadir a em wê bi strana “Welatê me Kurdistan e” nas dikin, di jiyana penaberiya bêdawî de ji dayik bû û mezin bû. Aslîka, dengbêja jin a zindî ya Radyoya Erîwanê, di temenê 75 saliyê de stranbêjiyê didomîne.
Wan- Di dawiya beşa rezênivîsên der barê dengbêjên jin de, me xwest em di beşa dawî de behsa yek ji dengbêjên navdar ên Radyoya Erîwanê Aslîka Qadir bikin. Beriya ku dest bi nivîsa xwe bikim dixwazim yek bi yek li stranên navdar ên Aslîka Qadir guhdarî bikim û bi vê re giredayî, li tiştekî nas bigerim. Dema ku difikirim ev dengê zirav û bi bandor ji ku derê nas dikim, bîra salên 90’î ku gelê Kurd di bin zordariyek mezin de bû zindî dibe. Dema ku ez li dengê Aslîka Qadir guhdarî dikim, zarokatiya min tê bîra min. Dayika min dema xwe hemû li ser makîneya dirûtinê diborand û bi dengê xwe yê qedîfe strana “Welatê me Kurdistan e/ cî û meskenê me Kurdan e/ welat ji me re ruh û can e/ milet hemû bira ne" digot tê bîra min. Wekî dengê Aslîka, dengê dayika min ji dûrahiyek xemgîn dihat guhên min.
Dema ku keç tê diniyayê
Aslîka Qadir di sala 1964’an de, li gundê Axdara li herêma Elegezê ya Ermenistanê hatiye dinyayê. Dîrok ji bo Aslîkayê jî dubare bûye lewre wekî gelek malbatan ji bo ya wê çêbûna keçek bûye cihê şermê. Aslîka, ku bûye afrînera gelek berhemên bêhejmar ên bi navê; "Lê lê dayikê”, “Welatê me Kurdistan e”, “Qasimo”, “Hey Delal”, “Xezalê”, “Neçe avê”, “Dolabê” stranên Aslîka ya ku malbata wê qet nexwestibû were dinyayê bûn. Navê dayika Aslîka Gevez û bavê wê Qadir bû. Aslîka li malê biçûka 4 xwişk û 2 birayan bû. Dema ku Aslîka ji dayik dibe di rûye endamên malbata wê de nerazîbûnêk çêdibe, ji ber ku ew li benda zarokekî kur bûn. Dayika wê ji şerma xwe, naxwaze navika keça wê were birîn lê ji vê xewnereşkê zû şiyar û poşman dibe. Piştî ku ev rastî derket holê û Aslîka bi vê rewşê hesiya, ji bo wê bû wekî birînek. Cara yekem di sala 1964’an de li Radyoya Erîwanê bi strana “Welatê Me Kurdistan e” dengê xwe gihand bi milyonan Kurdan û bi vê stranê, bi jiyanê ve hat girêdan.
Zanîngehê qezenc kir
Zarokatiya Aslîkayê bi penaberiyê derbas bû. Malbata wê heta deh salên destpekê yên perwerdeyê, li gund bû, heta dibistan xilas bî li gund jiyan. Piştî ku Aslîka deh salên xwe yên perwerdeyê xilas dike, heman salê dikeve ezmûna zanîngehê û li Zanîngeha Dewletê ya Erîwanê Beşa Zanistên Rojhilat bi zimanê Farsî û Ermenî qezenc dike. Piştî van bûyeran malbat li paytexta Erîwanê li Elegezê bi cih dibe. Di pevajoya ku şerê sar berdewam dikir de, li Sovyet-Rûsyayê cara yekem dengê Aslîkayê ji Radyoya Erîwanê hat bihîstin. Piştî damezrandina Radyoya Erîwanê 6 salan ango di Îlona 1961’ê de bi pêşengiya Mala Mustafa Barzanî li Iraqê li hemberî rejima Baasê nûçeyên ku li ser raperîna gel li her çar aliyen cîhanê belav dibûn, gelê Kurd dixist nava kelecanê. Di van salan de Aslîka keçeke 19 salî û xwendekara zanîngehê bû. Rojek piştî derketina ji dibistanê diçe Radyoyê û karmendên Radyoyê nas dike. Aslîka dixwaze pêşveçûnên li Kurdistanê di Radyoyê de bişopîne. Di çûn û hatina Radyoyê de li Sovyet Rusyayê, rewşenbîr, helbestvan û dengbêjên Kurd ên navdar nas dike.
Qeydên destpekê
Dema ku li radyoyê Aslîka bi dengê nizm ji xwe re stran dibêje Egîdê Cimo dibihîse û ji wê re dibêje “Dengê te pir xweş e lê ji me vedişerî. Were ez ê ji bo xwendinê awazek bidim te.” Egîdê Cimo bi wê çend stranan dide gotin. Piştî demekê ji Moskovayê komek muzîkjen ji bo berhevkirina hinek awazên Kurdî û Ermenî tên Erîwanê. Egîdê Cimo, koma xwe dicivîne û gazî Aslîka dike dibeje; “Aslîka amade be.” Li Ermenistanê bi koma ku ji derve hatine re diçin salona orkestrayê ya herî mezin a Ermenistanê. Destpêkê muzîkjenên Ermenî berhemên xwe pêşkêş dikin û diçin, Aslîka li wê derê Strana “Welatê me Kurdistan e” dixwîne û qeydên wan berheman dibin Rusyayê. Piştî 2 mehan li Moskovayê ew qeyd tên pêjirandin û dişinîn Radyoyê, edî kes dengê xwe nake. Strana “Welatê Me Kurdistan e” ku ji başûrê Kurdistanê hatiye, wekî straneke bênav, bi dengê Aslîkayê li Radyoya Erîwanê deng vedide. Ji wê demê û şûnde Aslîka bi wê stranê tê nasîn û ji aliyê gelê Kurd ve tê hezkirin.
Di navbera xebatên Radyo û malbatê de ma
Eleqeyek mezin a Aslîkayê bi muzîk û dengejiya Kurdî re hebû. Dengê wê jî pir xweş bû û derfetên Radyoya Erîwanê ya ji bo bikaranîna dengê wê hebûn. Aslîka Qadir di 22 saliya xwe de bi Canîk Têmûrê ku pir jê hez dikir û hevalê wê yê zanîngehê bû re dizewice. Zewaca wan bi hezkirin bû. Du zarokên wê yên bi navê Armanc û Stêrk çedibin. Ji ber ku wê demê diçû Radyoyê, di navbera wê û hevjînê wê de nîqaş derdikevin û ev nîqaş heta şîdetên fizîkî diçe. Her ku diçe û tê pirsgirêk derdikevin, êdî tên ber hevberdanê. Çend caran biryar dide ku hev berdin lê her carê îdare dike. Hevjînê wê napejirîne ku jinek biçe radyoyê û li pêşberî mêran stranan bibêje. Tevî hemû dijî derketina hevjînê wê, bi têkoşîna xwe ya bêhempa, 15 berheman bi dengê xwe di radyoyê de qeyd dike. Wê yan hevjîn û zarokên xwe yan jî dengbêjiyê hilbijarta… Dawiyê ji mecbûrî dev jî çûndina radyoyê berdide û neçar dimîne bi qedera xwe razî bibe.
Hîn jî xebata xwe didomîne
Hevjînê Aslîka Canîkê Têmûr di 5’ê Gulana 1982’an de, dema ku hêj 36 saliye jiyana xwe ji dest dide. Piştî mirina hevjînê xwe Aslîka bi du zarokên xwe re tenê dimîne. Piştî sala 1991’ê di encama hilweşandina Sovyet Rusyayê de Ermenistan serxwebûna xwe îlan dike, ji bo kurdên ku li Ermenistanê dijîn demên pir zor û zehmet dest pê dikin. Piştî ku Aslîka Qadir fam dike ji ber zêdebûna nijadperestiyê ew nikare li Ermenistanê bimîne, digel du zarokên xwe, bi rêyên qaçaxî berê xwe da Polonyayê û dû re diçe Almanyayê li wir bi cih dibe. Aslîka ya xebatkara navdar a Radyoya Erîwanê, zimanê Kurdî, Ermenî, Rusî, Farsî Almanî û yek ji zimanên herêmî yên Afganistanê Darî dizane û niha 75 salî ye. Aslîka niha bi kurê xwe Armanc re dijî her wiha xebatên xwe yên muzîkê berdewam dike. Aslîka dema ku di televîzyona MED tv. de derdikeve bernameyek ji bo Newrozê, dibêje: “Gotineke pêşiyên me heye dibêje; ‘Dibe ku rastî nexweş bikeve lê namire.’ Ez jî li vir dibêjim, rastiya Kurdan Kurd nexweş kirine lê Kurd nemirine. Ez bawer dikim ku rastiya me wê sererast bibe û em ê bi ser bikevin.” Ev dengbêja Kurd ku di jiyana wê de tu carî şer, tundîtûjî, koçberî û darê zorê kêm nebûye, her tim di axaftina xwe de behsa bêstatûbûn û neheqiya li ser Kurdan tê meşandin dike. Êşên Kurdan ên dîrokî her tim di stranên Aslîkayê de wekî girêkek kor man.
Welatê me Kurdistan e
Welatê me Kurdistan e
Cih û meskenê me Kurdan e
Welat ji me re ruh û can e
Milet hemû bira ne
Welatê me Kurdistan e
Cî û meskenê me Kurdan e
welat me re ruh û can e
Milet hemû bira ne
Cih û meskenê me Kurdan e
Temam bax e û bostan e
Welat gul e gulistan e
Milet hemû bira ne
Cî û meskenê me Kurdan e
Temam bax e û bostan e
Welat gul e gulistan e
Milet hemû bira ne
Welatê me pir şîrîn e
Mêrg û çîman û zevî ne
Qîz bûkên wê tev cindî ne
Eslê xwe de arî ne
Kurdistana me zînet e cimeta wî pir hurmet e
Temam qedr e û qîmet e welatê me cinet e
Aslîka Qadir