Bîreke ku bi qasî xwe dispêre kokên xwe ewqas jî ji herikînê bawer dike

Xweparastin û dûrbûna ji vê pergalê beriya her tiştî bîreke baş dixwaze. Bîr; tê wateya zanîna dîrokê. Di heman demê de hayjêbûna ji kokên xwe.

NAGÎHAN AKARSEL

Bi serdema koletiyê re efsûnbûna çavkaniya jiyanê diqede. Enerjiya me ya bi wê efsûnbûnê diherikî disekine êdî. Enerjiya me ji bo lanetkirina zanîna cin û bîrebokan tê bikaranîn. Hestên me ji aqil tên veqetandin. Zekaya hestiyarî ya ku hişmendî û zanîna me ya civakî ye; weke qelsî tê dîtin. Zanîn û agahiyên me tên bênirxkirin. Girêdana me ya jiyanê tenê bi xwiş û dayikê bi teşe dibe. Hêza me ya zayînî vediguhere makîneyek ku ji pergala baviksalar re zarokên kur tîne. Jinên zana yên ku bi meraq li gerdûna bi efsûn dinêrin tên qetilkirin. Bîra me tê perçekirin. Hayjêbûna vê jî ked û bedelên mezin dixwaze lewre ji dema ku em tên dinyayê ve li gorî zayanda me nirxa ku ji me re were dayîn tê diyarkirin. Bi saziya malbatê re, ev nasname li ser bênirxbûnê tê avakirin. Ji gava me ya yekem çûyîna mizgeft, dêr, sînagog û dibistanê ve em perçe dibin. Nasîna me ya bi civakê re li ser vê perçebûnê çêdibe. Bi vê yekê re em êdî hîn dibin ku bikevin fikara debarê, domandina zuriyetê me perçe dike. Hest, ji raman, dil ji aqil, rastî ji îdialê, kirde ji nesneyê, exlaq ji xweşikbûn, ji îro dîrokê, zayendiyê ji hezkirinê, jiyan taybet ji ya giştî, hînbûnê ji zanebûnê veqetînin. Li zimanê ku rastiyê dibêje, bedena ku xweşikbûnê temsîl dike, ruhê ku li başiyê digere, em ber bi zimanê ku ji bo berjewendiyê dixebite ve diçin. Vê pergalê bi xwe re biyanîbûnê tîne. Em di dorpêça yên ku objebûnê kirine ol de, vediguherin objeyên ku di xizmeta objeyan de ne. Ev pergal xwe dispêre kesên ku aboriyê pere dibînin, qezencê şexsî dibînin, kesên ku mexdûr û qurbanan ceza dikin, mirovên ku bi hev re şer dikin, siyasetmedarên ku diaxivin lê bi kêrî tiştek nayên, welatiyên ku dengê xwe didin lê hilnabijêrin û agahî desthilatdariya ku tenê hêzê dide muqtedîran. Kevirên serdemeke ku hilberîna kes berhem nade, ked bê nirx e, wate di nava tiştên sanal ango derewê de difetise tên danîn.

Bîreke ku bi qasî xwe dispêre kokên xwe ewqas jî ji herikînê bawer dike

Xweparastin û dûrbûna ji vê pergalê beriya her tiştî bîreke baş dixwaze. Bîr; tê wateya zanîna dîrokê. Di heman demê de hayjêbûna ji kokên xwe. Ne hişê ku her roj xwe li ser bûyer û mijaran dubare dike, hiş û bîreke ku her roj bi hezkirina jiyanê ji nû ve bijî dixwaze. Hiş û bîreke ku bi qasî kokên xwe, ji herikînê bawer bike... Lewre hiş, bîr, bi herikînî digihîje armanca xwe. Ne tenê tiştê dewrê te hatiye kirin bi heman awayê biparêzî, tê wateya ku cewherê xwe li cehwherê wê zêde bikî, dem û mekan fam bikî.

 Divê ku Maka li Çatalhoyukê Îştara li Girê Êyndarayê, Dara Miraza ya li Girê Xirabreşkê fam bikî û bizanibî ku ji objeyê dûr, bihevrebûna cewher e. Lewre bîr ne quncikek ku tê xwe lê veşêrî ye ne jî paşerojeke ku nayê pênasekirin e. Bi qasî nûkirina dengên “Ol”, “Om”, “Ab”, pêwîst e em dengên ku me li jor behsa wan kir û gelek dengên ku me nekirine fam bikin. Divê em li van dengan û gelek zanînên ku di sosyolojiya Rojhilat de hene û em bi wan nizanin bigerin.

Lêgerîna wateyê ya mirov dikare xwe ji vê yekê xwedî bike lewre li Rojhilat, jiyan bi felsefe û sosyolojiyê re di nava hev de bi pêş dikeve. Zanist li gorî famkirina wateya vê jiyanê eyar kiriye lewre hebûn di navbera hebûn û tunebûnê, perçeyên biçûk û pêlan, zindîbûn û mirinê, ronahî û curebûyînê de hêza xwe ji qerekterê dualîst digre. Enerjî bi hatina ba hev a van dualîteyan pêk tê. Gerdûn û xweza, ji vê dualîteyê xwedî dibin û hebûneke ku bêsînor di nava tevgerê de ne îfade dikin. Bîra vê hebûnê di demê de, riya famkirina wê jî ji destdana rûyê erdê derbas dibe.

Wate weke biriqîna çavên bebikeke ku nû ji dayik bûye, bi nêrînên ronî îlhamê dide. Hesta meraqeke kûr li dû van nêrînan tê. Mirov ku bi çavên xwe, xwe vedibêje, awirên bi bawerî, hezkirin vê biriqînê di xwe de dihewînin. Bawerî û hezkirin, yekalî hebûnên madî nîn in, ji yekbûna têkiliyan, zanîna hebûna ku wateyê dide pêk tên. Ev zanîn ne bi nêzîkahiyeke îdealîst a ku wateyê ji jiyanê diqetîne, hewaleyê tiştek ku nayê zanîn dike, ne jî dişibe têkiliyên materyalîst ên ku di sînorên dogmatîk de di navbera têkiliyên sedem û encaman de bi çorsîtî her tişt kontrol dikin. Fizîkzanîn kuantumê ne wekî  Durkheîmê ku xwe dispêre fizîka Newton dibêje “Hest objeya zanistê ye” an jî “Xweda nasnameya civakîbûyînê ye.” Ne jî sosyologên wekî Saint Simon ku îdia dikin sosyolojî divê zanisteke cerebeyî be. Li dijî nêzîkahiyên ku civakê weke atolyeyeyê dibînin û karê wan ê esas ew e ku li ser xwezayê serdestiyê çêbikin derdikeve. Max Weber bi gotinên; “Efsûna di civakên nûjen de xira bûye” dibêje ku efsûna ku qediyaye, gerdûnê ji hemû dubendiyan dûr xistiye, tenê bi nêzîkahiyên aqil û ruh girtiye dest.

 Dibe ku fam kiribe vê xirabûnê, bi veqetîna dil û aqil dest pê kiriye. Vê veqetînê, di serî de mirov, ji mirov, têkiliyên bi gerdûn û xwezayê re jehrî kiriye û madeya esas a vê jehriyê feraseta ku nîvê mirovahiyê di ser nîvê din de dibîne ye. Abdullah Ocalan zindîbûna gerestêrk û gerdûnê weke xwezaya yekem bi nav dike û biyanîbûna ku balê dikşîne ser encama vê jehrîbûnê ye. Vê yekê li ser xwezaya civakî ku jê re dibêje xwezaya duyem pêk tê. Bombeyên kîmyewî yên li ser me dibarin, çemên ku veguherîne ava qirêj, deryayên ku veguherîne cihê avêtiyan, daristanên ku veguherandine otêlan, ne tenê zirarê didin mirov, didin hemû zindiyan. Ev tişt hemû tevahî jiyanê birîndar dikin. Cîhana ji manewiyatê dûr a madî siborgdan hildiberîne. Cîhana manewî ya ku madiyatê înkâr dike di serî de ol, di hemû cîhana ruhî de xurafeyan çêdike. Balê dikşîne ser girîngiya têkiliya me ya bi xwezaya yekem re û dide zanîn ku divê ev têkilî ji nû ve bi xwezaya civakî û xwezaya jinan re were avakirin.

Çîroka jinê

Ew dengê qedîm a pêwistiya me pê heye, ew kelam ‘jin’ e. Û em di ferqa vê dengê xwe de ne ku di rabirduyê de wenda bûye. Em di ferqa wê zengilê bi şîfa ne ku mar di çerxa jiyan û mirinê de diparêze, di ferqa wê de ne ku azadiya balinde li ser ruyê ezmanan diparêze, di koka daran û çiyayan de ye. Dengê zana ya dibêje ‘jin’ nîv sedsal e li ser kokên xwe şîn dibe. Qutbûna di navbera jiyan û doktrînê bi têkoşînekê mezin tê derbaskirin. Bi yekbûna felsefe û sosyolojiyê ev bipêş dikeve. Zanatî bi zeman û mekanê re têkiliya xwe ya stratejîk û zanebûna ‘jin’ ava dike. Zanist bêyî ku di warê civakî de weke zanistên xwezayî û beşerî bê parçekirin li ser bingehê zanatiyê ji nû ve tê pênasekirin. Û ev çîroka azadiyê peyvên xwe, dengê xwe, têgîn, teorî û saziyên xwe ava dike.

Çîroka me hzar sal piştî civaka komînal a dêxwaz ji nû ve li ser koka xwe li çiyayên Kurdistanê şîn dibe. Di vê çîrokê de bi qasî dahûrandina ‘riya mêrê hîlebaz û bihêz ê damarê bingehîn ê pergala baviksalar’ li hemberî wî avakirina avahiyên zanatiyê bê, birêxistinbûn û têkoşînê pêwist dike. Ji bo Jineolojî ku di vê riyê de kevirên xwe dihûne, bûyîna xwedî agahiya ‘jin’ û hêza şîroveya bi wate jî bi vê re gengaz e.

Nexasim dengê ji bo ji avê hez bike keriyên deryayê, ji bo ji axê hez bike rihanê, ji bo ji hewayê hez bike qulingê û ji bo tu car wenda neke vê hestê, nepeniyê di tûrikê xwe de radike. Di vê yekê de israr dike ku nemire. Ji bo me vê agahiyê dide be ka emê çawa tevî ax, hewa û avê bijîn. Vê yekê qal dike ku civaka komînal dikare li ser hilberînê hevpar bê avakirin û di xwezayê de her tişt hevdû temam dike. Bi zanebûna ku di nav yekbûna jiyan mirinê de demê wê xilas bûye ew zindikeye parçeyek ji xwezayê ye vê yekê dike. Ev dengê ku li dijî çanda tecawizê yê dibêje “Em ê tovê jî nehêlin” pêşerojê bibîr dixe vedibêje ku em zarokên axê ne. Kevneşopiyên herî kevnar yên herî nû vedijîne. Vê yekê deşîfre dike ku yekane hêza ji me biyanî ye sermayedar in.

Di çîroka me de wate, famkirina potansiyela heqîqetê ya di nav yekbûna têkiliyan de ye. Bûyîna xwedî zanebûna çêbûnê, tê wateya di nav hebûn û tunebûnê de famkirina diyalektîka gerdûnê. Ev potansiyel ji vesaziyên madî yên ku li ser heman xetê û şibandinê dihewîne wêdetir, wateyên hê kurtir di nav xwe de dihewîne. Zeman û mekan vediguherin mekanên ku derfetê xwepêkanînê têafirandin. Cîhana madî û manewî di nav yekîtiyekî de li vê derê ji nû ve tê avakirin. Di serî de ew bi xwe jinên ku têkiliyên wan bi hemcinsê xwe re, bi mêr re, civakê re, xwezayê re hatiye xirabkirin, zanebûnên jiyanê ava dike. Û ev zanyarî ji ber ku li dijî pergala baviksalar derketinek bi rêxistinî ya jinan e ku metîngeha destpêk û dawiyê ne, di demekî kurt de vediguhere wesfekî gerdunî. Him nasnameya jin him nasnameya Kurd bi hevgirtina heremî û gerdûnî, dibe kirdeyên azad ku agahiyên exlaqî, polîtîk û entellektuel hildiberîne. Ji ber ku Kurdbûn, gerdûnîbûn e. Di nav têkiliya dîrokî û civakî de ev tespîtek e ku divê taybet bê bidest girtin. Ji ber ne rasthatinek e ku li axa Rojava ya bi çanda Til Xelef ji bo çanda gund û çandiniyê malavaniyê kir îro pêşengiya şoreşekî ku xwe dispêre demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê dike.

Ev çêbûn ji rastiyên teqez azad li ser dînamîkên xwe yê cewherî di nav tevgerîneke herikbar de pêk tê. Tevger vê şertê ava dike ku li dijî teknolojiyên herî bêrehm ê cîhanê ji pêdiviyên bingehîn ê jiyanî heyanî xwe parastinê xwe ava bike. Di serî de Zagrosan çiyayên Kurdistanê dibin mekanê vê. Qûtbûna hestiyarî, fikrî dibe riya manewiyatekê nû. Mekan û zemana vê qûtbûnê di derfetên şer ên ne wekhev de bi ziraviya hunermendekî bi qûtbûna fîzîkî dibe. Di vê riyê de hêz bi xwe tê pênasekirin. Têgîn vediguherin wateyên xwe yên eslî. Artêşbûn bi tayên vê qûtbûnê tê hûnandin. Partîbûn û bûyîna konfederasyon gav bi gav bipêş dikeve.

Qûtbûna ji rolên zayendparêziya civakî tê wateya qûtbûna ji çanda tahakkumê. Zehmetiyên wê hene ku jinên bi hev re jiyankirinê na lê bûyîna raqîbên hevdû fêr bûne çandekî nû ava bikin. Ne hilweşîner lê belê bi berhemdarkirina pevçûnan zanist, hezkirin û têkoşînekê bihêz dixwaze.

Rêbazên têkoşînê yên li ser vê rêyê jî pir cure ne. Her kêliyek ewqas berfireh e ku dikare bibe mijara pirtûkekê. Ji ber ku ya diqewime şoreşeke civakî ye. Ev zîhniyet û şoreşa çandî ye ku şoreşek di nava şoreşê de ye. Li hemberî zanista ku berhema civakê ye, dibe çavkaniya hemû felaketan helwestek, çandek tê pêşxistin. Zindîbûn, wate, hîs, zanîn, hest û raman di nav hevde pêşdikeve.

Formula guheztina hişê xwe ne formulek made ye mîna zanyarên civakî yên roj îro. Her çend maddeya psîkodelîk an jî LSD xwedan bandorên erênî yên girîng e jî, pêşkêşkirina wê wekî çareseriya sereke bi bingehîn bi karanîna û şêwaza rêveberiya zanistê ve girêdayî ye, ku çavkaniya hemî dînbûnê ye. Li Kurdistanê, di çerçoveya dem û mekan de têkiliya guherîna zihniyetê û tevna civatî û çandî tê avakirin. Li hemberî karaktera hegemonîk a zanista pozîtîvîst ku li ser navê objektîfbûnê bûyîna obje pêşniyar dike, lêgerîna wate û têgihiştinê bi zanisteke li ser jiyanê didome. Ev bi têkoşîneke berfireh tê pêşxistin. Her kêlî û qada jiyanê ji bo guhertin û veguhertina zîhniyetê qada têkoşînê ye. Welatparêzî li dijî hegemonyaya gerdûnî nirxeke bingehîn e ku girêdana bi axê re bê wate dike û rêxistinbûn îrade û aktîvîzma civakîbûnê ya li dijî ferdperestiya lîberalîzmê pêk tîne. Hêza raman û wateyê ji vir tê hilberandin û îdeolojiya rizgariyê ya ku prensîbên etîk û estetîkî digire dest. Jinên ku bi îdeolojiya zindî ya ji dogmayan bêpar maneya hebûna xwe fêm dikin, peymanên xwe yên civakî li ser rêya ji teoriya qutbûnê ber bi hevjiyana azad ve amade dikin.

 Li vir hezkirina xwe, bi hezkirina ji hemcinsê xwe re hevwate ye. Fêmkirin û derbaskirina zihniyeta serdest a mêr ku di navbera xwe û xwe de dîwaran lê dike, mijara naskirina xwe ye. Ji ber ku pîvanên pejirandin û redkirinê nezelal in. Girtina rojnivîsk rêyek e ku dûrahiya di navbera xwe û xwe de bigire. Rêyek din jî ew e ku ew fêrî jiyan, sohbet û hilberînê bi hemcinsên xwe re bibe. Ji bo vê jî divê pêşî ji xwe hez bike. Û ev jî wê bi hişmendiyê pêk were. Di derdorên şoreşgerî de tekmîl, civîn, perwerde, analîz, platform, rexne û rexnedayîn hîmên avakirina vê hişmendiyê ne. Ev rêbazên ku hêdî hêdî li derdorên civakî belav dibin. Her ku hafizeya xwe nas dike, xwe nêzî xwezaya wê dike, dema hêza xwe derdixe holê û wate dide wê, nêzîkê jiyanê dibe û her ku hevdu nas dike û ji hev hez dike, nêzî dîroka civakî dibe. Û navê wan wek hişmendiya zayendî, têkoşîna zayendî û hezkirina zayendî bi wate dibe. Û ev hişmendî, hezkirin û têkoşîn dibe hêmanên avakirina çandeke nû.

Ev çand bi pêşengiya jinên ku haya wan ji Teoriya Veguherîna Çandî nîne, li çiyayan hatiye avakirin, ku Riena Easler di pirtûka xwe ya bi navê Qedeh û Şûr de weke veguhertina çanda andronîk ber bi çanda gilanîk pênase dike. An jî niha, li cîhanê pirsgirêkkirina nasnameyên zayendî wekî rêyek hîsî û bi cewher li dijî tarîkirina zayendparêziyê pêş dikeve. Li çiyayan enerjiya veguherîna erênî ya mezin tê afirandin. Ev tê wateya afirandina hêza heqîqetê. Li şûna têkiliyên hêzê, hêz bi xwe tê pênasekirin. Li şûna têkiliyên serdestiyê, nêzîkatiyeke etîk û estetîk tê avakirin. Li şûna hewcedariyên parastinê yên wekî xwetêrkirin, zêdebûn û parastinê çanda xwepêkanînê tê afirandin. Li şûna cîhanek bê giyanî ku ji hêla maddîtiya zêde ve hatî dorpêç kirin cîhanek menewî tê afirandin. Zanista Jîn xwe dispêre çiyayan bi tevahî gerdûnê fêm dike. Û li şûna qat û hiyerarşiyan, ev zanist li ser têkiliyên di navbera hemû zindiyan de disekine û têkiliya di navbera jin û mêr de dike yekeya bingehîn. Ew dûrketineke radîkal ji têkiliyên mekanîk, hiyerarşîk, zêde kategorîzekirî yên civaknasiya rojavayî nîşan dide. “Nêzîkbûna Jean Baker Miller, Jessie Bernard “ruhê jinê yê evînê/erkê” û ew ji çavkaniyên xwe diherike, ji vê pêwendiya hundurîn a ku Hz. Îsa, Gandî û rêberên din ên menewî bi tenê jê re dibêjin evîna ji rêzê. Û teoriya evînê ava dike.

Em ji strana ava paqij bawer bin

Di encamê de em dibêjin werin em herin dema heqîqetê ya ku nayê bibîranîn lê di tevna jiyanê de bi sembol, çîrok, efsane, neqş û awazan berdewam dike. Em dikarin vê bi dest bixin. Jîniya ku ji wir gazî me dike, kiteyete efsûnî ye. Sêrbaziya wê ne di pozîtîvîzmê de ya ku menewî vediguherîne mîstîsîzmê, di hêza jiyanê û tevna têkiliyên ku çavkaniya vê hêzê ne de veşartiye. Û ev girêdan ji têkiliya we ya bi xwe re dest pê dike û heta têkiliyên we yên bi xweza û civakê re dirêj dibe. Agahiyên paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya li ser esasê yekparebûna ruhî û derûnî radixe ber çavan. Ew li hember hêzên desthilat û sermayeyê yên ku van zanînan lenet û bê nirx dikin, disekine. Ew zanista pozîtîvîst ku mirovan arasteyî serdestiyê dike deşifre dike. Li ser navê objektîvîtî û serxwebûnê dûrxistina hîs û hestan qebûl nake. Bi hişmendiya ku hêza raman û hestê enerjî ye, lêgerîna xwe ya naskirin û pênasekirina vê enerjiyê didomîne.

Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ku vê yekê ji têkiliyên serdestiyê derbas dike, çandeke nû diafirîne. Li dijî kodên koletiyê yên ku di nava tevnan de diherike, ji bo ku mirov biyanîbûna ji xwe, xweza û civakê re derbas bike, têdikoşe. Ev jî dîsa; Ji Zagrosan heta Rojava dîsa li ser koka xwe ava dibe û bi koka xwe tê xwedîkirin. Her kêliya vê têkoşînê zanîna rastîn a ku wateyên efsûnî yên serdemê hildigire.

Li hemberî feraseta serdest a zanistê ku jinê ji zanistê dûr dixe, zanist û akademiyên xwe yên civakî ava dike. Hişmendiyek bi zanistê vegirtî li ser rêya exlaqê civakî pêş dikeve. Berevajî zanista pozîtîvîst, zanîna domandina hebûna xwe û ahenga bi dînamîkên hebûnê re ne tenê bi ceribandinê di heman demê de bi ezmûnê jî digihîje... Rêbazên ku ji bo valehiya di navbera zanîn û menewî de dibe pir diafirîne. Vê yekê bi lêgerîn û rêbazên xwe yên xurtkirina empatiyê, keşfkirina enerjiya femînen, veguherîna civakî bingeh digire, exlaq û hişmendiya civakî derdixe holê û cudahiya obje-subje bi ser dixe. 

Rih û xweza bi vê hişmendiyê tevdigerin ku çavkaniya nakokiyên jin û mêr têkiliyên hiyerarşîk in. Ew çareserkirina nakokiyan li gorî hilberandinê, ne li gor nakokiyan eyar dike. Ji ber vê yekê jî hêz ne hêzeke hegemonîk, vediguhere rengên cuda yên yekîtiyê. Sosyolojiya azadiyê, zanîna derbasbûna ji civakeke serdest a civakeke din, lê civakeke bi rastî alternatîf pêş dikeve. Hişmendiyek pêş dikeve ku tê de pêşbazî û hevkarî bi ferdperestî û hezkirinê re hevseng e. Bi konfederalîzma demokratîk ruhê hevkariya gerdûnî diafirîne. Exlaqek ku hem ji dema niha û hem jî ji siberojê re bibe bersiv û bi têgihiştina wê di kêliyê de vê yekê pêk bîne pêş dikeve.

Paradîgmayek nû, pergalek cîhanek nû ya ku bi şirîkatiya azad pêk hatiye, şikil digire. Ev 23 sal in li girava Îmraliyê girtî ye vîna vê paradîgmayê ye. Lewre kesê ku şopên çanda xwedawendan di xwe de keşif bike, bi wateya lêkera “bûn”ê bi kiteya “an”ê bi tîpa “jin”ê zêde dike. Û ev wate li bendê ye ku di tevna jiyanê de were keşfkirin.

Tenê em jê bawer bikin. Werin em mizgîniyê bidin ku ev kevok vê baweriyê ji nû ve vedigerîne bi rêzikên Furuğ, “Û kesî nizanibû / kevoka xemgîn / ku ji dilê me difiriya / bawerî bû. Niha em zanibin ku li çiyayan bi îradeyek ku hemû teknolojiyên serdemê hilweşandibû li ber xwe dide. “Em ji strana paqij a avê bawer bin…”