Şoreşa Îspanya û rêxistina Jinên Azad -2
19’ê Tîrmehê şoreşa civakî hat ragihandin 19’ê Tîrmeha 1936’an li Barselonayê şoreşa civakî hat ragihandin û bajar li gorî komunîzma anarşîst hat rêxistinkirin. Baregehên artêşa Îspanya ji wan hatin girtin û çekên wan li ser welatiyan hatin belakirin.
19’ê Tîrmehê şoreşa civakî hat ragihandin
19’ê Tîrmeha 1936’an li Barselonayê şoreşa civakî hat ragihandin û bajar li gorî komunîzma anarşîst hat rêxistinkirin. Baregehên artêşa Îspanya ji wan hatin girtin û çekên wan li ser welatiyan hatin belakirin.
Navenda Nûçeyan - Komek di nav artêşa Îspanyayê de, di 17 Tîrmeha sala 1936´an de darbeya faşîst pêk anîn. Darbe ji aliyê general Francisco Franco ve hatibû amade kirin. Di darbeyê de çeteyên girêdayî artêşê hatin bikaranîn û ev darbe hema bêje li her deverekê, ji Îspanyayê wêdetir belav bû. Lê, general Franco tişta ku armanc dikir bi dest nexist, ji ber ku berxwedana gelên Îspanyayê a li dijî darbeyê gelek bi hêz bû. Bi taybetî, li herêm û li bajarên ku tevgera karkeran mezin bû, faşîst serneketin. Ji ber vê, di roja 21 Tîrmehê de bera şer diyar bû û şerê navxweyî û şoreşa civakî dest pê kir. Navendên berxwedanê bajarên wek Madrîd û Barselona bûn. Barselona paytexta şoreşê bû.
19’ê Tîrmehê şoreşa civakî hat ragihandin
Di 18 Tîrmeha 1936’an de rêxistina anarşîst ya CNT-FAI kontrola bajarê Barselona girt dest xwe. Li Barselonayê di 19’ê Tîrmehê de Şoreşa Civakî hat ragihandin û bajar li gorî pergala ´Komunîzma Anarşîst´ xwe birêxistin kir. Baregehên artêşa Îspanyayê ji dest wan hat girtin, çekên heyî hatin îmze kirin û li ser gel hat belav kirin. Ev baregehên artêşê û ofîsên hikûmetê wekî baregehên şoreşê hatin bikaranîn. Taxên bajêr li gor jiyana komunal tê birêxistin kirin, hemû qadên civakî yên wek qada aborî, pergala trên û otobusan, çandinî, pergala telefon û ragihandinê hatin hevbeşkirin. Dêrên katolîk dixin bin xizmeta gel an jî bi temamî tên şewitandin. Ji ber ku dema darbe destpê dike, dêra katolîk yek ser li şona cem gel ref girê bide, li gel faşîstan disekine û olperestan ji dêran êrîş dibirin ser gel, li hemberî gel çek bikartanîn.
Jiyan di komunan de pir baş hatibû rêxistin kirin. Av û kerebe ji bo hemû mirovan bê pere bû. Di navbera 2 mehan de hat dîtin ku pergala komunal bi her awayî ji pergala heyi ya kapîtalîst baştir e. Ev rêbaz û pergala ´Komunîzma Anarşîst´ ji aliyê CNT-FAI ve li herêmên wek ´Aragon´, ´Catalunya´, ´Castilla´ û ´Valencia´ hat pêşde birin.
Dengê şoreşa mezin
Jinên antifascîst ên taburên çekdarî ji bajarên anarşîst yên wek ´Barcelona´ û ´Valencia´ taburên çekdarî (milicias) yên ji bo parastina şoreşê ku bikaribin li dijî faşîzmê têbikoşin, avakirin. Di 21 Tîrmeha sala 1936´an de Tabura ´Columna Durruti´ derbazî bera şer a Aragon bû daku bikaribe bajarê Zaragoza rizgar bike. Ji Valensîa yê Tabura Hesinî (Columna de Hierro) jî çû qada şer. Ev tabur pir balkêş bû, balkêş bûna vê tabûrê jî ew bû ku yên tê de cih digirtin berê hemû girtî bûn. Di dema şoreşê de komên anarşîst çûn girtigehan û girtî berdan. Pişt re gelek ji wan girtiyan tevlî bîrdoziya anarşîst û têkoşîna çekdarî bûn.
Eniya Aragon a herî giring bû di şer de
Cepheya Aragon, cepheya herî girîng ya şer bû. Li wê taburên anarşîst yên CNT-FAI û taburên UGT û POUM´ê li dijî komên faşîst şer dikirin. Serokê CNT´ê, Buenaventura Durruti, di nava tabura şer de cih digirt, di vê berê de şer dikir. Ew agahî digirin ku pêwîstiya bajarê Madrîdê bi alikariyê heye. Durûtî serkeftina bajarê Madrîdê pir girîng dibîne û biryar dide tabura xwe bibe Madrîd ê. Li wê di roja 20’ê mijdara 1936´an de şehîd dikeve.
Di Îlona sala 1936´an de partiya komarê, ´Frente Popular´ li gel Partiya Komunîst a Îspanya yê (PCE) biryara sînordar kirina xebatên li ser şoreşa civakî dide. Çima? Ji ber ku tevgera şoreşgerî dît ku di nav şert û mercên şer de jî pêdivî bi pêşxistina xebatên şoreşê heye û hewceye pergala komunal bê îlan kirin. Armanca partiyên komarê û PCE´ê parastina dewleta bûrjûva a komarê bû.
Komîteyên navendiyên tabûran hatin avakirin
Di destpêka şoreşê de gelek taburên xweser ji aliyê rêxistinên şoreşgerî ve hatin damezirandin. Hêz di destê gel de bû. Di van taburan de hiyerarşî nînbû û sedema serkeftina cîhaneke azad bingehê vîna her yek ji endamên vê taburê bû. Dema di Îlona 1936´an de ji aliyê hikûmet û partiya PCE´ê ´Komîteya Navendî ya Taburan´ hat damezirandin, ev xweserî jî ji holê hat rakirin û hêz ji destê gel hat girtin. Rêveberên rêxistina CNT´ê ´Garcia Oliver´ û ´Federica Montseny´ tevlî vê komîteyê bûn û dovre li ser beştarbûna CNT´ê a di nav hikûmetê de li hev kirin. Ligor CNT´ê sedema vê yekê binketina faşîzm û berfireh kirina rêxistina wan bû. Lê, li gor şoreşgeran ev ne sedemeke di cih de bû. Rêveberiya CNT’ê îxanet li şoreşê kir, wan şoreş firot. Piştre di meha Kanûna 1936’an de, hikûmeta komarê li gel PCE û CNT’ê xwe paşde kêşan û hîştin ku taburên xweser di nav artêşa fermî de bên helandin. Ev yek jî bû destpêka bidawî hatina şoreş ê.
Sibê: Avakirina rêxistina ‘Jinên Azad’