Çekên kîmyewî û qeyranên ku bi xwe re anî

Çekên kîmyewî ya yekem car bi şerê cîhanê yê yekemîn û dûyemîn hat bikar anîn ku ji nêz ve girêdayî di lûtkeyê de jiyandina faşîzmê ye, îro jî bi heman feraseta faşîzmê li ser Kurdistanê tê bikar anîn.

EBÎR MUHEMED

Çekên wêrankirina girseyî (WMD) an cûreyên din in ku dikarin bikujin an zirarek cidî bidin gelek mirovan an jî zirarê bidin avahiyên çêkirî û xwezayê bi giştî. Çekên kîmyewî bandor li ser laş û derûniya mirovan dike û madeyên ku tên çêkirin piraniya wan jê jehrîne, ji lewra jê re tê gotin çekên kîmyewî. Ew madeyên kîmyasalê bê ruhin, ji lewra ji mirovek derbasî mirovên din nabe. Ji ber ku made di kîmyewî de zêde ye li ser laş û derûniyana mirovan de tahribatan çêdike. 

Di şerê cîhanê yê yekemîn de hat bikar anîn

Çekên kîmyeyî yekem car di şerê cîhanê ya 1’emîn de hatiye bikar anîn. Bikar anîna nûjen a çekên kîmyewî bi Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kir, her du aliyên şer jî gaza jehrîn bi kar anîn da ku bibe sedema êş û azarên giran û gihandina hejmareke zêde ya qurbaniyan li meydana şer. Ev çek bi giranî ji madeyên kîmyewî yên bazirganî yên naskirî yên di nav cebilxaneyên asayî de pêk dihatin, wek bombe û guleyên topan. Di nav kîmyewî de gaza klor, fosjen (amadekarek xeniqandinê) û gaza xerdelê (ku dibe sedema şewatên bi êş ên çerm) hene. Encamên keyfî û gelek caran wêranker bûn bû sedema mirina nêzîkî 100,000 kesan.

Ji aliyê Almanan ve gazê bi navê Klor ku di bîdonan de tê girtin, serê wê tê vekirin û bi riya ba belav dike, weke şêwazê kîmyasalê hatiye bikaranîn. Piştî wê di sala 1915’an de ji aliyê Fransa ve gazê bi navê Fosjenê ku dixin di nav cebilxaneyê û li dijî mewziya Almanya bi kar anîne. Çekên kîmyewî piştî bikaranîna Almanya û Fransa jê re, bû bingeha bikaranîna çekên kîmyewî. Di heman demê de di Hezîrana 1917’an de Almanya yekem gazê vereşandinê ya bi navê Diphenylchloroarsine (DA) ku bi gaza xerdelê re bi kar dianî, ev gaza Diphenylchloroarsine dibe sedem ku mirov rûpoşên gazê derxîne û gaz bandorek zêdetir li ser laş dike.

Hêrsa gel bi sedema qedexekirina bikaranîna çekên kîmyesalê

Hêrsa gel bû sedema îmzekirina Protokola Cinêfê ji bo qedexekirina bikaranîna çekên kîmyayî di şer de, di sala 1925’an de. Di vê peymanê de, hin welatan di nav de neteweyên yekbûyî ya Emerîqa (DYA) ger gaz li hember ya din bê bikaranîn, mafê wan heye ku aliyê din jî bikar bîne. Piştî cenewre hate îmzekirin gelek welatên mîna Îtalya, Etiyopya, Japona, Mançurya û Çîn Emerîqa çekên kîmweyî bi kar anîn.

Pêşxistina hêza kîmyesalê ya dewletan bi rengekî veşartî 

Di sala 1937'an de yekem car têgîna çekên wêrankirina komî derket holê, lê piştî derketina çekên atomî, nemaze piştî qezayên Hîroşîma û Nagazakî, û pêşxistina bikaranîna vê termê di dema şerê sar de di navbera Dewletên Yekbûyî de, bi berfirehî hate bikaranîn. Di serdema Şerê Sar de pêvajoyên berfireh ên pêşkeftin, çêkirin û depokirina çekên kîmyewî derbas bûn. Di salên 1970 û 1980'an de, tê texmînkirin ku 25 welatan hêza xwe ya çekên kîmyewî pêş dixin.

Kîmyabarana Helebçeyê, 5 hezar qurbaniyên kurd

Ji dawiya şerê cîhanê yê duyem ve, tê gotin ku çekên kîmyayî tenê di çend haletan de hatine bikaranîn û bi taybetî jî bikaranîna wan çekan ji aliyê Iraqê ve di salên 1980’an de li dijî Komara Îslamî ya Îranê. Mixabin kurd ji vê qeyran û fermana kîmyesalê bêpar nema. Kîmyabarana Helebçeyê di 16ê Adara 1988an de li bajarê Helebçe yê Kurdistana Iraqê di rojên dawî yên şerê Îran û Iraqê de êrîşeke kîmyayî ya li dijî kurdan bû. Ev êrîş di çarçoveya operasyona Enfalê ya li Kurdistanê de û weke hewldaneke artêşa Iraqê ya ji bo pûçkirina operasyona Zafer 7 ya Îranê pêk hat. Êrîş piştî 48 saetan piştî kontrolkirina bajêr ji aliyê artêşa Îranê ve pêk hat. Lêpirsînek bijîjkî ya Neteweyên Yekbûyî gihîşt wê encamê ku gaza xerdelê di êrîşê de li gel acizkerên din ên nenas hate bikar anîn. Ev bûyer êrîşa herî mezin a bi çekên kîmyewî ya di dîrokê de bû ku li dijî devereke niştecihbûna sivîlan pêk hat, di navbera 3,200 û 5,000 kes hatin kuştin û 7,000 heta 10,000 kesên din jî birîndar bûn, ku piraniya wan sivîl in. Encamên pêşîn ên anketên li herêma bandordar zêdebûna bûyerên penceşêrê û malformasyonên zikmakî di salên piştî êrîşê de nîşan didin.

Bi ketina meriyetê ya Peymana Çekên Kîmyewî di 29ê Avrêl 1997 de, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bi awayekî fermî hate damezrandin. Bikaranîna çekên kîmyesalê hat qedexekirin, lê çêkirin, firotin û kirîna wê nehat qedexekirin, ev yek bû sedem ku tehlukeyên van çekên xeternak li ser tevahî gerdûnê bi dawî nebe.

Bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê dewleta tirk ve li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Destwerdana rasterast û yekalî ya Tirkiyê, bi taybetî di warê leşkerî de, li Sûriyê, bandoreke karesatbar li qeyran Sûriyê kir. Dewleta Tirk çendîn operasyonên leşkerî û bejahî ji bo derbasbûna nav axa Sûriyê, bi bikaranîna cureyên cûrbecûr li dijî leşker û sivîlan li Sûriyê dest pê kirin li aliyê din ê sînor. Ev operasyon bû sedema koçberkirina bi sed hezaran ji welatê xwe, kuştin, koçberkirin û birîndarkirina bi hezaran. Operasyona herî dawî ya dewleta tirk a ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de di bin navê (Kaniya Aştiyê) de ji bo ku derbasî Bakur û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bibe, dabû destpêkirin. Vê operasyonê di hemû waran de encamên rasterast û felaketî derxist, ya ku bû sedema van encamên karesatbar: bikaranîna berfireh a cureyên çekan bi rengekî tund, ji wan çekên kîmyewî.

Bikaranîna Klor û Gaza Fosforê ser Efrînê

Di 16’ê Sibata 2018’an de dewleta tirk li gundê Aranda yê Navçeya Şiyê ya Efrînê klor bikar anî û di encamê de 6 sivîl birîndar bûn. Her wiha Li Kafr Safra ya Navçeya Cendêris, li taxên Raco û Bulbulê jî gaza Fosforê hat bikaranîn. Bikaranîna van madeyên kîmyayî wêraniyeke mezin gihand xweza û jîngeha parêzgehê.

Bombebarankirina Serêkaniyê bi cebilxaneya Fosforê

Di 22’ê Cotmeha 2019’an de, dîmenek ku ji bajarê Serêkaniyê hatiye girtin, hat weşandin. Di wê dîmenî de tê xuyakirin ku dewleta tirk avahiyeke sivîlan bi cebilxaneyeke Fosforê bomberdûman kir. Dema ku cebilxane dadikeve, şewqeke tîrêj û dûmanek spî ya tund xuya dike, ku ev nîşaneyên bikaranîna fosforê ne, ji ber ku ew berdewam dirêj kir û gihaşt bilindahiya 100 metreyî. Qurbaniyên vê êrîşa hov bi lez û bez ji aliyê Heyva Sor a Kurdî û Hêzên Sûryaya Demokratîk (QSD) ve hatin rakirin û birin Nexweşxaneya Til Temir û Hesekê, ji xwe yên ku bi giranî birîndar bûn derbasî Başûrê Kurdistanê hatin kirin da ku werin dermankirin.  Gelek kesên ku bi dijwarî şewitî bûn di encama bikaranîna çekên kîmyesalê de jiyana xwe ji dest dan, ji ber şewata dijwar nasnameya wan nehat naskirin. Di wê derê de wêneyên din hatin belavkirin ku tê de bikaranîna Bombeyên Komê jî tê xuyakirin û ev encam li ser laşê birîndaran jî dihat xuyanîkirin li gorî teşhîsa bijîjşkên ku li ser wan rewşan disekînin. Der barê vê yekê de bi dehan rapor, belge û bîlanço ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Insiyatîva Parastin a Hiqûqî ve ji aliyên pêwîndîdar û NU hatin şandin, lê heta roja îro dewleta tirk nehatiye cezakirin.

Bikaranîna bombeyên Nukleer, Termobarîk û Fosforê li ser Başûrê Kurdistanê

Dewleta tirk ji meha Nîsanê ya 2022’an ve bi giranî axa Kurdistanê û bi taybet Başûrê Kurdistanê çekên kîmyesalê yên qedexekirî bikar tîne. Ji xeynî gazên kîmyewî yên ku zindiyan jehrî dike, hatiye tespîtkirin ku artêşa Tirk bombeyên cihê yên qedexe jî bi kar tîne. Tevî gazên kîmyewî cureya bombeya taktîk nukleer ên ku pergala tunelê hildiweşîne û li qadeke teng bandora jehrîbûnê ava dike, zêdetir bikar tîne.

Herî dawî jî di 18’ê Cotmehê de dewleta tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê kîmyesal bikar anî û di encamê de 17 HPG’yî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li gorî bîlançoya Hêzên Parastina Gel jî, heta roja îro nêzî 80 HPG’yî di encama van êrîşên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Dîmenên ku li ser medyayê bi awayekî berfireh hatin belavkirin ku tê de belgeyên bikaranîna van çekan ji hêla leşkerên dewleta tirk ve tên bikaranîn, hatin belavkirin ku tê de tehûkeyên ku li ser laş û bedena şervanên ku bi wan çekan bandor bûne, bû sedema hêrsa gel a mezin û derketin qadan û bi tundî ev sûc şermezar kir.