civak/jiyan

  • “Navê min li ku ye” 

    Bi pêşengiya Lale Osmanî jinên Afganistanê li hemberî bênavî û nasnamehiştina jinan di sala 2017’an de kampanyeya bi navê “Navê min li ku ye” dan destpêkirin. Jinên pêşengî ji vê kampanyayê re dikin li gel hemû zehmetiyan jî bi îsrar xebata xwe berdewam dikin û tînin ziman ku heta her kes bi navê wan gazî jinan neke û wan nas neke dê dev ji xebata xwe bernedin.

  • Qutkirina avê bû sedema gelek nexweşiyan 

    Hemşîreya Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê Rîma Dawê, behsa nexweşiyên ku ev zêdetirî 3 meh in pê re rû bi rû dimînin kir û da zanîn ku ji ber qutkirina ava Firatê û nepaqijiya ava tê xwarin, gelek nexweşiyên navçûn û gurçikan derketine hole. Her wiha bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku li beramberî sûcên dewleta tirk der heqê civakê de bi helwest bin.

  • Ji çalakvaniyê ber bi endamtiya meclisa şêwermendiya Neteweyên Yekbûyî ve 

    Macida Ferc Ellah bi guherîna mezin a ku di warê jiyana wê ya profesyonelî de çêbû, texmîn nedikir ku dê weke endama meclisa şêwirmendiya herêmî ya ciwanan di asta Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur de girêdayî Rêxistina UNÎCEF’ê û Neteweyên Yekbûyî de were hilbijartin. Jina ciwan a 27 salî ji bo ku bikaribe serlêdan bike di gelek tecrubeyên zehmet de derbas bû.

  • Perwerde hînbûna hîmên jiyana rast û xweparastinê ye 

    Bi armanca zanekirin û perwerdekririna jinên Efrînê yên koçberî şehbayê bûne, Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê dewreyeke perwerdeyê bi navê şehîd Rûken Zerdeşt ji 20 jinên xebatkar e vekiriye.

  • Hem ji axa xwe, hem ji dayika xwe mehrûm ma 

    Narîman Mihemd a 46 salî bi dilekî şewat dayika xwe bi bîr tîne û dibêje ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê rê nedan cara dawî dayika xwe hembêz bike û xatir jê bixwaze.

  • Rewa El-Derwîş: Jinên berdayê herê zêde zerar dîtine di xirabiya rewşa abûrî de 

    Di dema rewşa aborî ya xirab de, bilindbûna dolar û belavbûna vîrusa koronayê de jin bi xizaniyê re rû bi rû mane, bi taybetî jinên ku hevberdayî ne, jinebî û yên ku ji hevjînê xwe veqetiyane di nava xizaniyê de dijîn

  • Îsmaîl Agaya 27 salin winda 

    Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê heftê de, aqûbeta belavkarê rojanmeya Ozgur Ulke Îsmaîl Agaya pirsîn. Dayika Îsmaîl Mufîde Agaya, Mufîde Agaya got: “Ez hestiyên kurê xwe û kefenê wî dixwazim.”

  • Cîhan Amir: Qutkirina ava Elok dibe sedema nexweşiyan 

    Endama Rêvberiya Heyva Sor a Kurd a Kampa Waşûkanî Cîhan Amir diyar kir ku ji dema qutkirina ava Elok li ser bajarê Hesekê ji hêla dewleta tirk a dagirker ve, rojane zêdetirî 25 rewşên jehirbûn û navçûnê ji ber vexwerina ava qirêj serdana Heyva Sor a Kurd dikin.

  • “Xwedîderketina li zimanê dayikê xwedîderketina li hebûn û pêşerojê ye” 

    Mamosteyên zimanê Kurdî yên tevlî perwerdeya branşan bûne der barê perwerdeyê û girîngiya pêşxistina zimanê Kurdî de wiha gotin: “Armanca me ji vekirina perwerdeyan xurtkirina asta mamosteyan e her wiha em dixwazin bi vê yekê kêmasiyên salên borî derbas bikin.”

  • Koçerên Orşe di bin siya qedexeyan û rêgiriya leşkeran de diçin bêriyê 

    Li Gevera Colemêrgê ku bi xwezaya xwe ya xweş tê nasîn, bi hinceta ewlekariyê çûyîna zozanan qedexe ye. Yek ji van zozanan ê Orşe ye û dikeve navbera çar çiyayan. Ev zozan ji bo serdanê hatiye qedexekirin, koçer jî neçar dimînin di bin dorpêça leşkeran de biçin zozanan.

  • “Divê ku zarok ji tundiya malbatê werin parastin” 

    Diyardeya şîdeta li dijî zarokan li Lîbyayê zêde bûye. Hin ji zarokan jî ji ber şîdetê tên kuştin, wekî zaroka bi navê Rabiha ya ku bi destên bavê xwe hatibû kuştin.

  • Ji germahî û evîna rojên berê: Tifik 

    Fatima El-Micwel a ku zêdetirî 30 sal in tifikê çêdike û bi kar tîne behsa rojên berê kir û da zanîn ku tifik yek ji alavên kevnar ê serdema dayik û dapîrên me ne ji lewre ew heya roja îro bi kar tîne û naxwaze dest jê berde, ji ber ku gelek sûdên wê hene.

  • Xizmet di demê zaroktiyê de, zextên derûnî yên ji ber barên malê 

    Ji ber nezaniya civakê zarokên keçik ji ciwaniya xwe ve dikevin bin barê malbatê. Wisa ye ku ne dema wan dimîne ji xwe re bêhna xwe bidin, ne bifikirin û ne jî bizanibin ka ji bo îro û siberojê dê çi bikin.

  • Bi kartonan fototerapî ji neviya xwe re çêdike 

    Ferîde Weysî ji bo neviya xwe ji nexweşiya zerikê tedawî bike, bi afrîneriyek mezin li mala xwe bi derfetên heyî bi kartonan fototerapî çêdike.

  • “Hemleya ‘Bes e ji qirkirina jinan re’ gaveke girîng e ji bo têkbirina tundiya li dijî jinan” 

    Endama Komîteya Civakî ya Kongreya Star a Kantona Hesekê Nîda Salih da zanîn ku hemleya “Bes e ji qirkirina jinan re” ya ku 74 rêxistinên jinan û bi dehan kesayetên navdar ên cîhanê tevli bûne, gaveke dîrokî û girîng e ji bo yekitiya jinan, guhertina hişmendiya civakê û têkbirina tundiyê ye.

  • Xizmên windayan di hefteya 644’an de aqubeta Yusuf Nergiz pirsîn 

    Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, li aqubeta Yusuf Nergizê 70 salî yê ku li navçeya Qulpê hat windakirin pirsîn.

  • Dayikê Şemiyê: Bila qatîlên Mûrat Aslan bên darezandin 

    Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li kujerên Mûrat Aslan ê 27 sal berê hatÎ revandin pirsîn.

  • Çîrokek a koçberiyê: Wan bîranînên min û zaroktiya min bi gundê min re şewitandin 

    Herdem Tantek ku piştî gundê wan ê li Pasûrê hat şewitandin neçar bû bi zarokên xwe re koçî navenda bajêr bike got; "Wan bîranînên min û zaroktiya min bi gundê min re şewitandin. Ev surgûn di dilê min de bû birînek mezin. 27 sal derbas bû lê êşa wê rojê û bêhna şewatê mîna duh hê jî di hişê min de ye.”

  • Sedemê rukeniya wê vegera li ser axa wê ye 

    Fermanek din, di wê fermanê de bi hezaran kûştin, girtin, revandin û firotina keç û jinên warê Êzidxanê bi xwe re çi anî, çi bir û wê çi bîne. Li ser vî welatê pîroz peyvên herî pîroz azadî û aramiye, di heman demên de peyvên ku her kes lê digere jî evin, lê tenê kesên xwedî hêvî û bawerî dikarin bibînin û wê tam bikin.

  • "Zextên civakê jinan difetisîne" 

    Endama Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê der barê tundiya li ser jinan de wiha got: "Hişmendiya baviksalarî û şerê taybet li ser jin û ciwanan tê meşandin. Divê her ferda civakê xwe li dijî van kiryaran biparêze da ku jiyanê bê xetere derbas bike."