Ji bo rizgarkirina jinên Ezîdî li hember DAIŞ'ê têkoşîn da meşandin
Stadyûma şaredariyê ya li bajarê Reqayê, şahidiyê ji zordarî û tundiya DAIŞ’ê re kir. Çeteyên ku bajêr veguherandibûn zindanê, tê de bi hovanî sûcên li dijî mirovahiyê pêk dianîn.
SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Reqa- Stadyûma şaredariyê li bajarê Reqayê Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê şahidiyê ji hovantirîn sûcên DAIŞ’ê re kir. Li wî bajarê ku jinên Êzidî li bazaran hatin firotin gelek kiryarên xirab li dijî jinên dîlgirtî hatin kirin.
Beriya ku bajarê Reqayê ji aliyê QSD’ê ve di nîvê heyva Cotmeha 2017’an de were rizgarkirin, stadyûma şaredariyê ya ku bi navê “Stadyûma reş” tê naskirin baregeha dawî ya DAIŞ’ê bû. Dema ku bajar dagir kiribûn ew der cihê bazara kirîn û firotina jinên Êzidî bû, li bin avahiyê jî zindaneke mezin hebû kesên ku zagonên wan ên tundrew nedipejirandin dixistin wê derê lê dema ku bajar ji dagirkeriya wan hat rizgarkirin, edî gelê Reqa yê bi awayek aram jiyana xwe domand.
Fêroz Xelîk a 44 salî li bajarê Reqayê ji dayik bûye û lê mezin bûye, dibêje dema ku DAIŞ li vî bajarî bû, gelek binpêkirin zilm û binpêkirin çêdibûn, stadyûma şaredariyê kiribûn cihê girtiyan.
Yekem biryara recmkirinê li dijî jinan derxistin
Fêroz Xelîl der barê rêbazên DAIŞ’ê li dijî jinan wiha dibêje: “Siyaseta DAIŞ’ê plankirî bû, baş dizanin ku rêbaza herî baş ji bo civakê kontrol bike vîna jinan bişkîne, Dema ku endamên DAIŞ’ê yekem car cezayê recmê li djî jineke li Reqayê kirin li ber dergehê stadyûma şaredariyê vê yekê kirin ji bo ku tirsê bixin nava gel û bikevin bin kontrola DAIŞ’ê. Endamên DAIŞ’ê gelek kevir anîn dergeha stadyûmê û yek bi yek avêtin jinê heta ku mir, digotin zînayê kiriye, ne rast bû lê kes nikaribû li pêş biryarên wan rawestiya.”
Jinên Êzidî ji bo tevlikirina ciwanan bi kar dianîn
Der barê rewşa jinan li zindana DAIŞ’ê de jî Fêroz Xelîd dibêje: “Gelek jinên Êzidî di zindana stadyûmê de girtin her wiha stadyûmê weke bazara kirîn û firotina jinan bi navê Sebaya bi kar dianîn. Piştî ku jinan ji bajarê Şengalê li herêma Kurdistanê piştî komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê DAIŞ’ê ve anîn vir, ji bo ciwanan tevli xwe bikin wan bi kar anîn. DAIŞ’ê ew jin weke cariye dida wan ciwanên ku tevli nava refên wan dibûn. Bi vê rêbazê hejmara herî mezin ji ciwanên bi hişmendiya mêrsalarî tevli xwe kirin û vîna jinan şikandin.
‘Ji bo rizgarkirina birayê xwe xebitîm’
Di berdewamiya axaftina xwe de Fêroz Xelîl sedema derneketina ji bajar wiha destnîşan dike: “Malbata min ji ber astengiyên DAIŞ’ê ji Reqayê derket lê ez mam ji bo li birayê xwe yê ku çeteyan bi bihaneya tevli QSD’ê bûye girtibûn bigerim. Wê demê hîn bûm ku 3 hezar jinên Êzidî ji Şengalê anîne bajarê Reqayê ji bo bifroşin an weke diyarî bidin mîrên DAIŞ’î. Wê demê mijara rizgarkirina jinên Êzidî pêştirî rewşa birayê min bû, ji ber ku tu sûcê wan jinan nîn e. Min mirin da ber çavên xwe bêyî ku guh bidim metirsiyan ez li wan geriyam. Piştî gelek lêkolîn û şopandinê ez hîn bûm ku zindana jinên Êzidî li taxa Akrad li bajarê Reqayê ye piştî ku bi zorê xelkê taxê koçî derveyî bajêr kirin. Min baş rêbaz û siyaseta DAIŞ’ê ya li dijî Kurdan fam kir, jinên Êzidî bi taybetî xistin wê taxê ji bo vîna Kurdan bişkînin”
‘Piştî 75 jinên Êzidî rizgar bûn ez hatim girtim’
Der barê rola wê ya di rizgarkirina jinên Êzidî de Fêroz Xelîl dibêje: “Piştî ku ez cihê Êzidiyan hîn bûm çûm û min li deriyê malekê xist, jineke Êzidî bi navê Esmehan vekir min got ez cîrana te me û Kurd im, wê demê ew kêfxweş bû. Piştî çend serdanan min baweriya wê bi xwe qezenc kir û sedema çûyîna xwe ya wê derê diyar kir. Ez dikaribûm alîkariya wê û gelek jinên Êzidî yên din bikim ku bikaribin ji Reqayê derkevin. Ev gav destpêka rizgarkirina 75 jinên Êzidî bû. Di nava salekê de bû her yek ji wan jî dayika zarokan bû. Ji ber çûnhatina min a berdewam li dikana telefonan dema min telefonê xwediyên jinên Êzidî dikir guman li derdora min çêbûn lewre endamên DAIŞ’ê çavdêriya min kirin û carekê ketin mala min hîn bûn ku ez jinên Êzidî rizgar dikim. Dema ku min amadekariyên rizgarkirina jineke Êzidî bi 4 keçên wê re dikir hatim girtin.”
Di girtîgehê de şerê derûnî
Fêroz Xelîl diyar dike ku di zindanê de şerê derûnî hebû gelek lêkolîn kiribûn der barê min de û gefan dixwarin. Biryar dabûn ku roja Înê li çerxeriya Naîm min ceza bikin ji bo vîna min bişkînin lê ez teslîm nebûm ji ber ku dema min hilbijart ez jinên Êzidî rizgar bikim min hesabê mirinê jî kiribû lewra şerê wan ê derûnî li dijî min bi ser neket, min hêza xwe ji têkoşîna şervanên jin di hemleya rizgarkirinê li dijî DAIŞ’ê girtibû.”
Piştî du hefteyan ji girtina Fêroz Xelîl QSD û YPJ ketin bajarê Reqayê û di 20’ê Cotmeha 2017’an de bajar ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Fêroz jî hat rizgarkirin û beşdarî damezrandina Meclisa Reqayê ya Sivîl bû pişt re tevli Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.
‘Em her sal li stadyûmê şahiyan li dar dixin’
Fêroz Xelîl wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Piştî ku bajarê Reqayê hat rizgarkirin, tevgerên jinan hemû çalakiyên xwe li stadyûma şaredariyê li dar dixistin weke bersiva kiryarên DAIŞ’ê li dijî mafên jinan giştî û jinên Êzidî bi taybetî ku li wir dihatin îşkencekirin, firotan û kuştin. Her wiha di salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê de jî em li stadyûma Şaredariyê ahengan li dar dixin, ev cihê şahidê hovantirîn kiryarên li dijî mafên jinan dê bibe cihê tîrêj û ronahiya azadiyê.”