Zincîra pirotestoyê ya ji 5 miliyon jinan

Li hemêra Kerala ya Hindistanê ji ber sedema qedexebû jin têkevin hindirê perestgeha Sabarîmala yê jin daketin qadan û zincîra ji 5 miliyon jinan çêkirin. Di encama çalakiya weke kombûna jinan a herî mezin derbazî dîrokê bûyî de reforma olî çêbû û jin êdî dikarin têkevin perestgehê.

Navenda Nûçeyan – Di dîrokê de çalakiya herî qerebalix a jinan çileya 2019’an li herêma Kerala ya Başûrê Hindistanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de 5 milyon jin bi daxwaza “parastina nirxên ronesansê” mil dan milê hev û heya 620 kîlometran zincîr çêkirin. Ev 5 mîlyon jin, ji ber tundiya li jinên ku xwestin bikevin perestgeha Sabarîmala ya li Kerala ya li herêma Hindistanê dihat kirin hat lidarxistin. Li vê herêmê bi salane berpirsên perestgehan ên mêr destûr nadin jin bikevin perestgehê. 
Li Hindistanê 5 milyon jinan ev yek şermezar kirin û xwestin bi awayekê azad baweriya xwe bijîn. Jinan di vê çarçoveyê de bi şîara “Perestgehên ku mêrek dikare bikeviyê, jinek jî dikare bikeviyê” çalakî li dar xistin. Jinên ku hewl dan bikevin perestgehê, bi dehan car rastî êrîş û tuneyê hatin. Li ser vê yekê Dadgeha Bilind a Hindistanê di meha Îlona heman salê de, biryar da ku perestgeh li hemû jinan bê vekirin. Bi vî awayî li Hindistanê, di encama berxwedana jinan de, di ol de reform hat kirin.