Ziheya ya ji gundê Bab El-Xêr: Em ê vegerin warên xwe

Ziheya Casim a ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li gundê Bab El-Xêr a girêdayi Til Termirê dijî wiha dibêje: “Rûniştina li ser xetên agir ne tiştekî wiha hêsan e. Bila dagirker ji axa me derxînin û em vegerin warên xwe.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk şêniyên herêmê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neçarî koçberiyê bûn, beşek li kampan û beşê din jî li gundên dûrî xetên agir bicih bûn. Hinek jin ev her du jî nepejirandin, ji gundê xwe neçarî koçberiyê bûn lê li xetên agir bicih bûn.

Ziheya Casim a ku 30 salî ye û dayika 3 zarokan e, ji ber êrîşên dewleta Tirk, sûc û binpêkirinê li dijî xelkê resen ê herêmê dikirin, ji gundê Sîbatiya ya dagirkirî a girêdayî Til Temirê neçarî koçberiyê dibe. Ziheya jî xwedî çîrok, êş, ked û berxwedanî ye, li şûna wekî her malbatekê li kampên koçberiyê ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bicih bibe, bicihbûna li xetên agir ku rasterastî barageha Menax a dagirkeriyê ye ji sernavê çîroka xwe ya koçberiyê re hilbijarat.

Ziheya a li gundê Bab El-Xêr ê ku bi 9 km rojavayî gundê wê yê dagirkirî dikeve û li gel du malbatên din dijî ji me re behsa zehmetiyên koçberiyê kir.

Çandinî çavkaniya sereke ye

Ziheya Casim ji ber ku çandinî çavkanî û jêdera herî sereke ye û bi wê re mayina xwe ya li gund domdar dikin, wiha behsa rewşa çandiniyê dike: "Li vir gelek cûreyên çandiniyê ku mirov jê sûdê werdigre tê çandin, ji çandina zebzeyên demsalî bigre dendik, pembû, zebeş, garis û heta genim û ceh. Em berberojan jî li dora pembû diçînin û di nav du meh heta sê mehan jî berhev dikin, zuha dikin û paşê derdixin û bi li bakirina wê jî dendikê tijî ji yê vala cûda dikin û wiha ji bo zivistanî hiltînin. Westandina wê pir e."

Bîr jî dimiçiqe!

Ziheya Casim a ku li ber bîrê rûniştiye û bi satilan avê dertîne der barê pirsgirêk û zehmetiyên peydakirina avê de wiha axivî: "Ava tehil pir kêm e û ya vexwarinê jî zû bi zû dest me nakeve. Ji ber ku em di xeta agir de ne, sarincên avê nikarin bighêjin me. Niha em bi ava ji bîrê dertînin pêwîstiyên xwe yê şûştina hewşê û avdana wê diqedînin, ji wiha zêdetir ji bo vexwarinê û şûştina cilan jî nabe. Lê çawa be jî em xwe pê diqedînin."

'Dagirker di malên me de, em jî di malên xelkê de koçber in'

Ziheya Casim li ser vegera warê zaroktiya xwe ev tişt got: "Xwesteka me vegera gund e, lê niha em nikarin vegerin ji ber ku çete li malên me bicih bûne. Li beramber vê yekê jî tev me 3 malbat li maleke ji axê û biçûk dijîn. Ji ber rastî jî tu stragehek me ya din ji mala me pêde tune ye, lê bijîn. Xwezî ku em vegerin gundê xwe, raste malên me hemû wêran bûn lê herî kêm em ê vegerin li ser axa xwe bijîn."

‘Bila dagirker ji axa me derkevin’

Ziheya Casim bang li cîhanê dike û wiha dibêje: "Em ne tenê dixwazin bang li hemû cîhanê dikin ku dagirkerên Tirk û çeteyên wan ji axa me derînin, ji ber planên li ser me dibin ne kêm in û tişta ku em dijîn ne hêsan e. Rûniştina li ser xetên agir ne tiştekî wiha hêsane, topbaran çêdibe zarokên me ditirsin û em ber bi çolê ve dibezin. Em bang li hemû netew û cîhanê dikin ku ew jî alîkariya me bikin ku dagirkeran ji axa me derxînin û em vegerin warên xwe. Ji derveyî malên xwe me tiştekî mezin nexwestiye."

‘Em ê vegerin gundê xwe’

Li aliyekî din jî Fatima Heşî a ji heman malbatê wiha dibêje: "Hûn dibînin çete rastî me ne, dema tobaran çêdibe zarok ditirisin û digirîn. Ji ber topbaranê, me çendî car zarokên di dergûşê de rakirine û sifrîya şîvê rakiriye û ber bi çolê ve beziyan e û li wir an jî li nav zeviyên pembû xwarin xwariye. Ez bi hêvî me ku em ê vegerin gundê xwe. Em ê di kulikê mirîşkan de bijîn heta ku kevir bi kevir wê mezin bikin û bikin mal."