Zeyneb El-Gûnêmî ji bo pêşketina civaka Filistînê gelek xizmet kiriye

Zeyneb El-Gûnêmî şêwirmenda hiqûqî û lêkolîner e ku di Wezareta Kar a Filistînê de wek Rêvebera Giştî ya Karûbaran kar kiriye, di warê têkiliyên navneteweyî de jî kar kiriye û endama Meclisa Îdarî ya Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînî ye. Piştre di sala 2006'an de wek lîsteyeke serbixwe tevli hilbijartinên qanûnî yên Filistînê bû, piştre bi avakirina Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiya Zagonî ya Jinan, xebatên xwe yên di karên hikûmetê de bi dawî kir.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Di salên borî de, Zeyneb El-Gûnêmî ji bo xizmeta civaka Filistînî dudilî nebû. Civakê her dem bi xebata xwe bi pêş ve bir û piştgiriya jinan kir ji bo şert û mercên jiyana wan û rûbirûbûna neheqiya ku li ser wan hatiye kirin bi riya pêşkêşkirina xizmet û şîretên zagonî ji kesên ku ji hemû parêzgehên Şerîtê hatin, ew jî bi riya avakirina Navenda Lêkolîn, Şêwra Hiqûqî û Parastina Jinan tevî komek hevkarên hiqûqî û aktîvîstên femînîst pêk tê
Lê ya ku di rêzên jor  de hat behskirin ne çîroka tam a Zeyneb El-Gûnêmî ya ji xebata siyasî, têkoşîn û civakî ya ku ajansa me hewl da ronî bide ser wê.
“Ez bi dilnizmî ketim riya têkoşînê”
Zeyneb El-Gûnêmî rêwîtiya xwe ya têkoşînê wek dilnizmî bi nav dike, piştî destnîşan kir ku wê hin qanûn di destûra Filistînê de amade kirine û gelek ji wan guherandine, wek Qanûna Kar a Filistînê ku di 2000'î de hat guherandin. Wê amaje kir ku wê zagona hilbijartinê amade kiriye ku tê de ji sedî 25 ji bo hebûna jinên Filistînî li gorî sîstema kotayê hatiye qebûlkirin û bêyî vê yekê jin heta îro nikaribûn bibin namzed û dengê xwe bidin ji ber ku civaka Filistînî red dike ku jinek nûnertiyê bike lewma hebûna xwe di lîsteyên namzedan de ferz kir.
Zeyneb El-Gûnêmî bi tiştên ku li jorê derbas bûn têr nebû, ji ber vê yekê Pêşnûmeya Qanûna Zarokan a Filistînê û Zagona Ewlehiya Civakî amade kir ku piştî derxistina wê hat cemidandin û di Qanûna Dadweriya Ceza de hat guherandin. Her wiha kar li ser derxistina zagona bilindkirina temenê zewacê di sala 2009’an de û bilindkirina temenê danîngehê ji bo jinên jinebî ku tenê li Xezayê hatiye sepandin û li Kenara Rojava hatiye cemidandin. Di heman demê de sererastkirina beşek ji zagona cezakirinên girêdayî kuştina jinan bi hinceta namûsê û belatkirina xala 18'an
Li ser pêşnûmeqanûnê bi perspektîfa zayendî lêkolîn kir
 Zeyneb El-Gûnêmî Pêşnûmeya Qanûna Ceza ya Filistînê ya ku di 2011'an de temam bû ji perspektîfa zayendî vekoland, ji bilî beşdarbûna di gelek semîner û kampanyayên zagonî yên ji bo hemî zagonan û şopandina daîreya dadwerî ya bilind li Filistînê ji bo bi awayekî fermî qanûna hevberdanê a girêdayî jinan û bilindkirina temenê danîngehê ji bo kesên ne jinebî were derxistin. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku gelek qanûn û mijar hene heta îro xebat li ser wan berdewam dike.
Rêwîtiya Zeyneb El-Gûnêmî, wek ku wê ji me re got, di zarokatiya wê de dest pê kir, dema ku ew di malbateke Filistînî de mezin bû, hemû jin di nav heft xwişkên xwe de û metika xwe ya xwedî kesayetiyek bi hêz û serbixwe. Perwerdeya dê û bavê wê ji bo wê ku çawa mafên xwe ji kesên derdora xwe bigre bandor li kesayetiya wê kir û xwest ku alîkariya hemû jinan bike da ku heman tiştî bikin. Lewre ew ji bo xwendina hiqûqê çû Misrê. Wê pêşengiya yekitiyên kar û barên xwendekaran kir ji bo birêvebirina xebata siyasî ya xwendekaran wek endama desteya îdarî.
Ji dema xwendina lîseyê ve li ser dagirkeriya Israîlê rawestiya
Zeyneb El-Gûnêmî behs dike ku ew di dirêjahiya xwendina xwe ya lîseyê de li Dibistana El-Zehraa li ser xetên pêwendiyê bi "dagirkeriya Israîlî" re bû lewre ew tevli xwenîşandanên şermezarkirina kiryarên wî yên hovane bû. Di wir de ew  cara yekem  bû ku hat girtin û temenê wê 15 sal bûn, di gel çend jinên ku operasyoneke leşkerî kirin û bo dadgeha leşkerî hatin şandin. Wê bi bîr xist ku dema ew çûye zanîngeha Misrê jî ji bo xwendinê, dagirkeriyê ew dişpand da ku biryara (1977) derxe û wê dûrî Xezayê bixe.
Lê ev bûyer di jiyana Zeyneb El-Gûnêmî de nebûn asteng. Ji ber biryareke din a girtina wê, ew ji Misirê derbasî Lubnanê bû. Li gorî ku wê ji me re got, jiyana nû bi xebata di warê rojnamegeriyê de dest pê kir. Ji ezmûna xwe ya di qanûnê de û têkiliyên wê bi Rêxistina Rizgariya Filistînê û partiyên din re sûd girt. Wê da zanîn ku di wê serdemê de, ew beşdarî gelek konferansên zanistî li gelek welatên Ereb û biyanî bûye, di nav wan de konferansa Kar û Jinan a Navdewletî.
Zeyneb El- Gunêmî di sala 2012’an de bû wezîr
Zeyneb El-Gûnêmî di serdema damezrandina Rêveberiya Xweser a Filistînê de tevli xebata siyasî ya neteweyî bû, nemaze di wê demê de rola serkirdayetiyê ne tenê ji bo mêran bû. Lewre wê di nav kadroyên xwe de hewl da kar bike û gelek ji bo wê pêşkêş kirin heta ku ew di 2012'an de wek wezîr di Hikûmeta Lihevhatina Niştimanî de hat hilbijartin lê wê ev red kir û daxwaz kir ku enerjiyê bidin ciwanan da ku civakê xwe birêve bibin û karibin wek salên berê berhemdar bin. 
Zeyneb El-Gûnêmî di wê baweriyê de ye ku sînordarkirinên ku li ser jinan di civaka Filistînê de tên sepandin, hewldanek ne normal e ji bo sivikirina rewşên derve yên ku derketine holê, wek tundî û destdirêjiyê. Riya herî hêsan li ser hesabê jinan hat hilbijartin, wek rêgirtina li azadiya hilbijartinê, sînordarkirin tevger û ferzkirina çanda veqetandinê di navbera cinsan de di demeke ku nifşê nû vekirinek li ser cîhana derve dijî bi riya înternetê. 
Navenda Lêkolînê û Şêwirmendiya Zagonî gelek xizmet ji jinan re kir
Zeyneb El-Gûnêmî me bala me vedigerîne Navenda Lêkolîn, Şêwirmendiya Zagonî û Parastina Jinan da ku rave bike navend gelek xizmet ji jinan re peyda dike. Piştgiriya zagonî, nûnertiya zagonî ya belaş li pêşberî dadgehan û şopandina cîbicîkirina biryaran ku ji aliyê dadgeha şerîetê ve tê bidestxistin.
Zeyneb El-Gûnêmî anî ziman ku ew di sala 2011'an de beşdarî damezrandina yekemîn navenda taybetmendiya mêvandariya jinên ku destdirêjî li wan hatiye kirin, di bin navê Mala Ewlehiyê de bûye. Beriya ku hukûmeta Xezayê rê bide wê ku navenda girêdayî navenda wê veke. Wê diyar kir ku di salên borî de, wê hejmareke pir zêde ya jinan pêşwazî kiriye û bi riya girêdana bi saziyên jinan re, xwest ku kar ji bo kêmkirina tundiya li dijî jinan di civaka Filistînê de bike.