Zextên li ser rojnamegerên Tûnisê didomin

Sendîkaya rojnamegerên Tûnisê der barê binpêkirina maf û gefên li rojnamegeran tên xwarin de hişyarî kir.

ZOHOUR MECHERGUÎ

Tûnis – Rojnamegerên Tûnisê ji ber nivîsên xwe yên li ser torên civakî yan di saziyên çapemeniyê de rastî lêpirsîna dadgehan tên, lewre Sendîkaya Niştimanî ya Rojnamegerên Tûnisê li ser siyaseta bêdengkirina rojnamegeran ku rexneyan li desthilatdariyê nekin û jê re dilsoz bin hişyarî da.

Li gorî sendîkayê, biryaranameya 54’an a sala 2022’yan girêdayî sûcên îstîxbaratê, zanyariyan, pêwendî û mekanîzmayên dadgerî niştimanî û navdewletî li dijî wan dozan bi kar tînin nebaş in. Metirsiyên cidî ji siyaseta desthilatdariyê ji bo çewisandina çapemeniyê hene. Endam Ofîsa Cîbicîhkar a Sendîkayê Xawla El-Silêtî û rojnameger Zêne El- Bekirî li ser zextên li dijî rojnamegeran axivîn û gotin zext û gefên li dijî rojnamegeran rewşekî cidî û metirsîdar e.

‘Desthilatdar li pêşiya rojnamegeran dibe asteng’

Endam Ofîsa Cîbicîhkar a Sendîkayê, Xawla El-Silêtî der barê mijarê de axivî û got: “Tevî îdiayên desthilatdariyê yên ne rast ku nêzî azadiya çapemeniyê nabin yek ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşa Tûnisê ew bû, tu astengiyan ji karê rojnamegeran re dernaxin lê rastî berevajî hemû daxuyaniyên wan e. Dadgehkirina herdu rojnamegeran Muniya ElArfawî û Mihemed BoXelab û ên din, nîşaneya tunebûna azadiyê ye. Rojnamegeran berê zagonên çewsandina azadiya derbirandinê şermezar dikirin, îro ez biryarnameya 54’an lê zêde dikim, ji ber ku biryaranameyên weke 116’an bi kar naynin.”

‘Rojnameger ji bo parastina mafan her dem li pêş in’

Xawla El-Silêtî der barê girîngiya têkoşîna aştiyane li dijî kiryarên desthilatdariyê de dibêje: “Mafê tê xwestin winda nabe û her dem rojnameger ji bo parastina mafan di çeperên pêşîn de ne ji bo hemû beşên civakê kar dikin, ma ji bo mafên xwe dê kar nekin? Bi taybetî mafên zanyariyan. Ne ji têkoşîn û tevgera me bûya me mafên xwe bi dest nedixist, bo mînak dema dawî qedexekirin em karê rûniştina giştî ya parlamantoyê bişopînin bi biryara serokê mecilisê. Ev nîşaneya herî metirsîdar e li ser rêgeha azadiya çapemeniyê. Lê piştî tevgerên sendîkaya rojnamegeran û nerazîbûnan li pêş parlamantoyê biryara xwe paşve kişandin, niha jî em li benda encamên erêkirina rêziknameyê ne.”

‘Her tişt bi berxwedanê tê bidestxistin’

Xawla El-Silêtî teqez dike ku Azadiya derbirandinê di encama bedelên mezin de pêk hatiye ku îro ew nêrînên wan derdikevin û ji bo sererastkirinê rexneyan dikin lewre ew dest ji destkeftiyên xwe bernadin û berxwedana xwe bi hemû awayan berdewam dikin, her tişt bi berxwedaniyê tê bidestxistin.

Her wiha rojnameger Zêne El- Bekirî jî girêdayî vê mijarê axivî û got ku zagon û biryarnameyên Tûnisê li gorî rêxistinên hiqûqî zordarî ne. Weke biryarnameya 54’an ku civaka sivîl û bi taybetî sendîkaya rojnamegeran şermezar kirin ku ew lêdana rastî ji azadiya derbirandinê re ye divê paşve bê kişandin û wiha bi dawî kir:

“Li gorî biryarnameya 54’an komek rojnameger birine dadgehê lewre dadgehkirina sivîlan ji ber nivîsandinên rexneyî li ser torên civakî li dijî desthilatdariyê yan siyaseta hikumetê yan karmendekî wan metirsiyeke cidî ye.”