Zêw çandeke kevin e

Jin û zarokên Taxa Cirnika Biçûk a bajarê Qamişlo, li taxa xwe Zêw çêkirin dibêjin ku Zêw çandeke wan a pîroz e û heta saxbin dê ji bîr nekin. Her wiha dan zanîn ku Zêw tê çêkirin bi daxwaza barandina baranê ji bo ku erdên wan şîn bibin û berhem jê bigrin.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Çand bi civakbûyînê dest pê dike. Berê li gundan çanda zêwan hebû. Zêw weke kevneşopiya bi hezar salan tê hesibandin. Wateya Zêw ê ku êdî demsala havînê bi dawî dibe û derbasî meha payizê despêdike. Bi hatina bayê nû re xweza jî diket şekil û şemaleke cihê de û erdê jî bi pelên daran ên zer ên diweşî dixemilî. Heta roja îro jî bi saya jinan ev çand nehatiye wendakirin û li gund, beled û her kolanekê Zêw tê çêkirin û duaya barandina baranê dikin. Derbarê vê yekê jina bi navê Kurdistan Temo ya ji taxa Cirnika Biçûk a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî. Di heman demê de zaroka bi navê Sîlva Muhemed kêfxweşiya xwe bi vê rojê bi me re parve kir. 
Çanda Zêwê xwe dispêre dîrokeke qedîm û pîroz
Amadekirina Zêw ê bi tevlîbûna hemû gundiyan pêk tê. Her jinek bi qasî derfetên heyî, jin li malên xwe xwarinê amade dikin û datînin cihê Zêwê. Xwarin li ser sufrê tê rêzkirin, zarokên gund tevî kevçiyên xwe berê xwe didin cihê zêw ê û li ser sufrê rêz dibin ku li ser wê sufrê tenê zarok rûdinin û berî ku dest bi xwarinê bikin jî dibêjin” Ya rebî baran werê, erdê xwedê şîn werê” û êdî dest bi xwarina xwe dikin. Li ser wê sufrê cudahî tune ye, çi zarokên keç an jî kur be xêzan û feqîr be an zengîn be tu ferq tune ye, hemû rûdinin û xwarina zêwê bi hev re dixwin û duaya barandina baranê dikin da ku erdên wan şîn bibin û xêr bibare.
“heta em saxbin, çanda xwe ji bîr nakin”
Kurdistan Temo dibêje ku Zêwê çandeke qedîm e û heta saxbin dê vê çandê ji bîr nekin û wiha pêde çû: “ji berê ve ev çand gel me heye, her dem em vê çandê nûjen dikin da ku wenda nebe. Navê vê yekê, çanda Zêw e. Di vê zêw ê de jinên taxê xwarinê li mala xwe amade dike li gorî derfetên xwe yên heyî û taqeta wan û li kolanê sufreyê rast dikin da ku zarok bixwin û li ser wechê wan, xudan baranê bibarîne li ser erdê me. tişta ku me li malên xwe amade kir, me li zêwê danî û ev e xweşbûna zêwê ku hemû zarok li ser vê sufreyên dirûnin û dûayê dikin. Heta ku em saxbin, em çanda xwe ji bîr nakin ji ber ku ev çanda me nasnameya me ye.”
“Ez dixwazim baran bibare ji bo erdê me şîn bibe”
Zaroka bi navê Sîlva Muhemed a ji Taxa Cirnika Biçûk derbarê vê rojê wiha kêfxweşî û daxwaza xwe anî ser ziman: “Em îro hatine vê derê ji bo Zêw ê.  Zarok hemû li vir dicivin ser sufreyekê û dibêjin “ya rebî barab were, erdê xwedê şîne were”. Her yek ji mala xwe xwarinê têne û em dua dikin ji bo ku baran bibare. Di vê rojê de mezin û biçûk kêfxweş dibin ji ber ku em hemû kom dibin û çandekê berdewam dikin. Ez dixwazim ku baran bibare da ku erdê me şîn bibin û bi keskatiyê bixemilê.”