Zelîxa Mistefa ji nava çalekiyê bi lez xwe gihand zarokên xwe

Koçbera kampa Til Semin ê Zelîxa Mistefa Îsmayîl a di dema despêkirina êrîşên dewleta tirk ser Girê Spî û Serêkaniyê de li konê çalakiya mertalên zindiyê yê li Girê Spî hatî vedan di çalakiyê de bû diyar kir ku bi despêkirina êrîşan re wê bi lez xwe gihandiye zarokên xwe û got: “Dema giham wan li ber derî digiriyan û gelek tirsiyabûn.”

 
DICLE HEYDER
Kobanê - Konê çalakiya mertalên zindiyê ku li hemberî gefên dewleta tirk ên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 18’ê tîrmeha 2019’an de li kantona Girê Spî hatibû despêkirin, heya 9’ê Cotmeha 2019’an roja êrîşan despêkirî jî berdewam bû. Çalakgerên konê mertalê zindi yê 40 rojan berdewam kir piranî jin bûn. Ji jinên ku dema êrîşan di çalakiya mertalên zindî de li kon dima Zelîxa Mistefa Îsmayîl a ji gundê Til Findirê ku zarokên xwe li malê hêlayî û tevlî çalakiyê bûyî bi bayê bezê xwe gihand zarokên xwe û ew zu ji malê dur xist. 
Zelîxa Mistefa da zanîn ku berî êrîş despêbikin wê jî weke jinên cîranê xwe zarokên xwe li malê hêlan û çun tevlî çalakiyê bûn û wiha domand: “Em li konê çalakiyê yê li Girê Spî ber sînor hatî vedan di çalakiyê de bûn. Piraniya çalakvanan jin bûn, me di nava hev de gelek nîqaş pêşdixistin û rojên me dagirtî derbas dibûn. Dema ku welatiyên herêmê dihatin serdana çalakiyê jî me bi kelecaneke mezin gel pêşwazî dikir. Ji xwe sedema çalakiya di kon de hatî despêkirin ew bû ku em weke mertalên zindî li beramberî gef û êrîşên dewleta tirk bisekinin. Her wext mêvan jî ji bo piştgirîya me dihatin. Em wisa li wê rûniştîbûn, me di nava xwe da jî digot: ‘Ev tirk her wisa gefan li me dixwin, lê tiştekî nakin, ji bilî tirsandin û tevlîhevî çêkirinê.’ Ev jî ji bo me bûbû sedemek ku em bawerî nedin van gefan û em pir rihet bin. Wê rojê baş tê bîra min gotina ‘wê îro saet çarê piştî nîvro, dewleta tirk dest bi êrîşan bike’ belavbû. Dîsan jî me cidî negirt û me got wê tenê çend guleyan bavêjin, ewqas e. Weke her rojê me cardin roj xwe bi silogan, stranên berxwedanê û tilîliyan xemiland derbaskir û me her der kiribû qada şahiyê.”
‘Em bi dengê teqînan şiyarbûn’
Zelîxa Mistefa kêliya êrîşan despêkirî û îsrara wan a parastina konê çalakiyê jî wiha anî ziman: “Weke her demê di nava rojê de em têra xwe westiyan û bi wê westanê derengiya şevê me serê xwe danî. Berbanga sibê demjimêr çar kêm carêkekê bi dengê teqînan şiyarbûn. Du teqînên pir bi hêz ser hev hatin. Em hema rabûn me xwe kom kir û li hev civiyan dema zu biriyardanê û ketina tevgerêbû. Dema berpirsên çalakiyê nêrîna me girtin, me çalakvanan îsrar kir ku em çalakiyê bernedin û bidomînin. Biriyar hat pejirandin û me çalakiya xwe dom kir, her ku çu rewş giran bû û êdî balefirên tirkan ser her derê digeriyan. Mayîna me ya di konê çalekiyê de êdî nepêwîstbû û divê me parastina xwe bikira. Hîna em belanebûyî, top li derdora me ketin û hewayê teqînan em ji hev dur avêtin. Weke ku top li nava me ketiye, em wiha ji hev dur firiyan.”
‘Ez giham zarokên xwe û min wan ji malê derxist’
Zelîxa Mistefa a di nava wî şerê giran de hewildayî xwe bigihîne male û zarokên xwe kêliya ku çavê wê bi zarokên wê ketiye jî wiha rave dike: “Dema ez gihîştim mal zarokên min jî nû ji dibistanê hatibûn, lê rewşa wan pir xirab bû, gelek tirsiyabûn. Ji ber dengê teqînan nedizanî çî bikin, ez jî ne li gel wan bûm ji ber wê bêçarebûn û digiriyan. Bê sol derketibûn devê derî û bi hev re digiriyan. Dema min wê rewşa zarokên xwe dît agir bi dilê min ket. Min wana girtin û birin hindirê malê û hinek ber dilê wan ve çum. Pir derbasnebû dengê teqînan pir nêzî mala me bûn, ez neçar mam zarokên xwe derxînim û derkevim ji malê. Di nava teqînan de bê ku bifikirim cil û xwarinê ji bo wan derxim, hema tenê min hewil da canê wan xelasbikim û zu ji malê derxistin. Wesayîta me jî nebû, bizorê min zarok hinek ji malê dur xist, dema min li derdora xwe nêrî gelek weke me hene, em jî ketin nava wan û ji bajêr derketin. Derketina ji warê xwe gelek zor bû, ew êş li ser çavê hemû welatiyên li derdora min diyar dibû. Heya ber êvarî em li ser riyan bûn û me nedizanî em ê berê xwe bidin ku derê.”
‘Topek li malek a nava gund ket û dengê qêrîna zarokan bilind bû’ 
Zelîxa Mistefa destnîşan kir ku ew karwanek penaberan ên mezin bûn ketin ser rê û nedizanîn kude diçin û wiha pêde çu: “Em qafile bi qafile ber bi gundên derdorê ve diçun. Ez û zarokên xwe jî di nava komekê de bi lingan ber bi Tirpê yê girêdayî Eynî Îsa ve çun. Despêkê em neketin nava gund û wê şevê di nava zeviyên genim ên nêzî gund de man. Çend malbatên ereb li gundbûn ji bo zarokan betenî û hinek pêdawîstî dan me. Serê sibê dema bi çavê rojê me li derdorê nêrî, em dît ku ew gund jî hedefe û nabe em lêbimînin. Hîna em difikirin bi kude biçin, me dît topek li malek a nava gund ket. Bi dengê topê re qêrîna jin û zarokan ji nava gund bilindbû, wesayîtek bi lez ji gund derket, xiyabû birîndar rakirin nexweşxanê. Em jî bi lez ketin nava tevgerê û ji gund durketin. Vêcarê jî rêwîtiya me ber bi gundê Qiz Elî yê girêdayî Girê Spî ve çun. Em hina nû gihîştin wir careke din telefon ji me ra hat gotin li wir nesekinin û bilez derkevin. Ji ber çete ber bi gund ve dihatin, lê haya me nebû. Di nava wê qerebalixê de, min hîs kir ku dunya li ser serê min teng bûye. Çawan çêdibe, li ku çîdibe me nedizanî. Çawan dibe mirov li welatê xwe, ser axa xwe û di nava xwediyên xwe da be, lê cihek ku pê de biçe ne be. Dema dijminê mirov xedar, hov û bê exlaq be wisa tê serê mirov.”
‘Du şevan em li nava zeviyan raketin’
Zelîxa Mistefa ya li gundan digeriya û dixwest zarokên xwe bigihîne cihek bi ewle wiha qala wan rojan dike: “Em ji Qiz Elî jî derketin û çûn gundê Mizxenê. Ew jî girêdayî Ayn îsa ye, lê berî ku em ji Qiz Elî derkevin, em çûn malekê û me çend betanî bi xwe re birin. Li Mizxenê em li malekê raketin, pêra me dît ku li wê jî zar û zêc pirin û ji bo mayînê cih nîne. Em rabûn ji bo bi cihek dinê de biçin, wê malê çadirek dan me, me çadira xwe li prêzeyekê vegirt û du rojan em di wê çadirê de raketin. Şeva sêyemîn agahî hat ku wê êrişî wir jî bikin, me zarokên xwe rakirin û me berê xwe da çolê. Du şevan em li çolekê bê xwarin û bê vexwarin raketin, me nihêrî wisa nabe. Serê zarokan qirêjbûn û êdî me nema  karî wiha îdarebikin. Li wê me wesayîtek girt û em çûn gundê Xanikê yê girêdayî bajarê Kobanê. Du rojên destpêkê em li gel malbatekê raketin, pê re jî mirovekî baş li wê hebû, ji mala xwe odeyek da me, em jî ketin hindirê odê. Êdî avahiyek em serê xwe bixin ber peyîdabû. Di kiliyên wisa zor da mirov hêviya xwe ji her tiştî qut dike, li gel ewqas zor û zehmetî jî, me hewildida em ji cih û ware xwe dûr nekevin. Her me hewildida em nêzî gundê xwe bin.”
‘Malbatan alîkariya me kirin’
Zelîxa Mistefa bilêv kir ku êdî ew li Kobanê bicîh bûn û wiha dom kir: “Em ketin wê odeyê, her malbetekê jî qasî ku dikarî alîkariya me kirin. Hinek betanî dan û hinekan jî tiştên xwarinê dan, wisa me xwe îdare kir. Dema ku dunya germ dibû me betanî top hev dikirin û ew weke balîf bikar danîn, dema dîsa hewa sar dibû, me betanî digirtin ser xwe, zehmetî pir zêde bû. Pêre rêveberiya xweser agahî dan me, vê carê ne agahiya ku çete û tirk wê êrişî wir jî bikin, vê carî agahiyeke cûda bû… Agahiya dan li Til Semin ji bo koçberên Girê Spî kampek hate çêkirin. Ji bo welatiyên weke me ji cihê xwe derketine li her cihî derbider nebin û hemû li gel hevbin kamp hat amadekirin. Me nedizanî em xemgîn bibin an jî kêfxweş bibin, çawa ku her tişt tevlîhev bûbû, di wê kêliyê da hestên me jî tevlihev bûbûn û nema me ji hev derdixsit.”
‘Berî her tiştî li xwendina zarokan fikirîm’
Zelîxa Mistefa ji bo rewşa kampê jî ev tişt bilêv kir: “Em niha li kampa Til Semin in. Ji bo em hemû bi hev re bin, derd, kul û keserên xwe bi hev re par bikin. Piştî ku em hatin kampê me bihîst ku çeteyan mala me talan kirine û li hev par dikin. Tiştên me ji xwe re difiroşin û dikin pere, ji xwe xema wan tenê pere ne, tiştek dîtir nizanin. Dikarin xwe ji bo du qurişan jî bifiroşin. Niha li kampê jî em bixwezin nexwezin rewşa me  hinek xerab e. Her tiştê me çû, ev tenê jî bi mirina mirov dike, jiyana me serûbinî hev bû. Em berê bi mal û kar bûn, lê niha tiştek di destê me de nîne, ji bo zarokan jî pir zor e. Ez her tim difikrim ku pêşeroja zarokan dê çawa be. Ji ber wê ez berî her tiştî bi peydekirina lênûs, pênûs û pirtûkan difikrim. Divê pêşeroja wan jî wisa ji dest me neçe, ez weke dayik herî zêde di vê xemê de me.”
‘Sohbeta jinên nava kampê’
Zelîxa Mistefa qala sohbetên jinan ên li nava kampê jî kir û wiha pêde çu: “Niha li kampê dema em jin li hev dicivin her yek behsa mala xwe û jiyana xwe ya berî vê dagirkeriyê dikin. Çawa em jin diçûn kar, her roj li çalakî û meşan bûn, jiyana me pir xweş bibû. Tiştê ku di xewin û xeyala me de neyî, me di nava van salên şoreşê da bi dest xistin û ew xewinên me bûbûn rastî. Me hemû xeyalên xwe jiyanî kirin, lê êrîşên dewleta tirk di serî de li  ser xewin û xeyalên me ne û dixwezin me biçewisîne. Em ê jî her wan xeyalên xwe bi hêviya rizgarkirina bajarê xwe re mezin bikin.”