Zêdetirî 40 sal in tevnên kevnar dihûne

Şemsa El-Hemûd a zêdetirî 40 sal in tevnê dihûnê ruxmê hemu zehmetiyên vê karê nahêle ku çanda kevnar wenda bibe.

ZEYNEB XİLÊF

Dêrezor - Pîşeya tevnên hirî yek ji pîşeyên mîrateya kevnar e ku jinên gundewarên rojhilatê Dêrezorê hîn jî pê ve girêdayî ne. Jinên gundewarên rojhilatê Dêrezorê nifş bi nifş rêbaza tevna hirî ji dayik û dapîrên xwe werdigirin û hîn jî bi awayekî kevneşopî û mîratî çêdikin. Şemsa El Hemûd a 55 salî ku ji Dêrezorê ye zêdetirî 40 salan e bi destê xwe tevnê dihûne û bi vê awayê nahêle ku çand û mîrateya kevnar wenda bibe.

Ji zarokatiyê ve tevnan dihûne

Şemsa El-Hemûd yek ji jinên li gundewarê rojhilatê Dêrezorê ye ku hê jî vê mîrateyê diparêze diyar kir ku ev zêdetirî 40 sal in ku ew li ser tevnên kevneşopî dixebite û wiha pê de çû: “Ji zaroktiya xwe ve ez ji dê û metika xwe fêrî pîşeya tevnên kevneşopî bûm. Min pir ji vê hunerê hez kir. Ya ku min teşwîq kir ku ez fêrî vê hunerê bibim dîtina diya min dema ku ew li ser tevnên kevneşopî dixebitî. Piştî ku ez fêr bûm ku çawa li ser tevnên kevneşopî bixebitim, min şeklên pir xweşik çêkirin.”

Divê çand bê parastin

Şemsa El-Hemûd da zanîn ku ew di 20 rojan an mehekê de nivînan çêdike û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ez di hefteyekê de çenteyekî ji bo genim didrûm. Ez rojê 6 saetan dixebitim. Tu pîşe bê zehmetî nabe, her pîşeyek û zehmetiyên wê hene. Dest û pişta min diêşe, ji ber ku ez demeke dirêj dixebitim. Lê mixabin niha ev tiştên ku em bi destan çêdikin ji aliyê gelek kesan ve nema tê xwestin. Salên berê tu mal ji tiştên ku em li ser destan çêdikin bêpar nebû, ji ber ku keç ji zaroktiya xwe ve fêrî vê hunerê dibûn da ku pêdiviyê malê amade bike, lê piştî ku tiştên bi makîneyan têne çêkirin daketin sûkan, daxwaziya tiştên ku bi destan te çêkirin pir kêm bû.” Şemsa El-Hemud destnîşan dike ku divê ev çand û mîrateya kevnar bê parastin.