Zarokên sêwî yên Îdlîbê di nav şert û mercên zehmet de dijîn
Ji ber rewşa şer ê li heremê tê jiyîn û koçberiyê zarokên li Îdlîbê jiyanekê zehmet dijîn û ji bo van zarokên derfetên jiyana bi ewleh û tendûrist nayê pêkanîn.
SOOHÊR EL-IDLIBÎ
Îdlîb – Li kampên penaberan ên Îdlibê ji bo peyîdakirina nanê rojê ji zarokan heta kal û pîran çî ji destê kê tê dike. Hinek caran zarok bermahiyên şer kom dikin û difiroşin nanê xwe ji wê derdixin. Ji ber şert û mercên pir dijwar ên jiyanê û rewşa şer ê li heremê berdewame, zarokên sêwî yên Îdlîbê di nava rewşek zor dene.
Li gor rapora tîma Koordînatorên Bersivdanê ku di 22’ê Kanûna 2021’an de hatiye weşandin, hejmara zarokên sêwî yên li Bakûrê Surî gihiştiye 198 hezar û 632 zarokên di bin hijde saliyê de û wiha dom kir: “Hejmara jinebiyan jî gihiştiye 46 hezar û 892 an. Evane di ronahiya koçberî, nebûna serpereştî û alîkariyan de rastî êş û azaran tên.”
Pispora Civakî Amal Al-Zatur destnîşan kir ku ji ber zêdebûna hejmara zarokên sêwî li heremê tu malên lênêrînê, navend û sponsorgeriyê nîne û derbarê êşa derûnî ya van zarokan de wiha got: “Rewşa tirs û damayî wan dorpêç dike û hin ji wan sûcên dizî û hwd dikin. Piranî ji wan rastî nexweşiyên derûnî tên.”
"Koçberî bû sedem ku em zû mezin bibin"
Dû zarokên bi navê Museb El-Kerîm ê 12 salî û birayê wî Husam El-Kerîm ê 10 salî, piştî ku bavên wan jiyana xwe ji dest dide sêwî mane. Ji ber vê ew di emrê xwe yê biçûk de kar dikin da ku alîkariya dayîka xwe bikin ku dayîka wan barê herî giran hildigre. Her du bira piştî lêgerînekê dirêj li xwaringeha bajarê Haremê karekî bi mûçeyên kêm, lê têra kirîna nan û sebzeyan dike, dîtin. Museb El-Kerîm ku ew birayê herî mezin ê di nav çar birayan de ye û berpirsiyariya malbatê girtiye ser milên xwe li ser rewşa jiyana xwe wiha got; “Koçberî, xizanî û nebûna serpereştbû sedem ku em zû mezin bibin. Ez bêriya bavê xwe dikim, bêriya xwendinê dikim û bêriya jiyana me ya ku me bi koçberiyê wenda kiriye dikim.” Museb demekê bêdeng dimîne û bi xemgînî gotinên xwe berdewam dike: “Jiyana me ser û bin bûye û jiyan dijwartir bûye.” Dahatek zêdebar a malbata Musab ji bilî karê wî û karê birayê wî nîne.
“Ez dixwazim ku birayên xwe sax bibînim”
Walid El-Xer ê 9 salî, di dawiya sala 2018’an di bombebarana bajarê wan a Xan Şêxûnê de bavê wî jiyana xwe ji dest da û dayîka wî jî zewaceke nû hilbijart. Zarokên wê sêwî û bi çarenûsek bi êş man. Apê Waîl ê gazindan ji xizaniya giran dike, Waîl dişîne kar da ku alîkariya wî bike û malbata xwe ya li kampên sînorên Sarmada xwedî bike. Waîl El-Xêr ê 9 salî di vê emrê xwe de karê birîna daran dike, darên hatine birîn difroşe, ji serê sibê heya êvarê kar dike da ku hinek pere li apê xwe vegerîne û bi hev re debara jiyana xwe bikin. Wail El-Xer ê 9 salî ji bo rewşa ku di nav de dijî wiha dibêje: “Tiştê ku ez dixwaz im ev e ku birayên xwe sax bibînim û bikaribin alîkariya apê xwe bikim, da ku destûr bide me ku em bi malbata wî re bijîn. Ji ber tu cihekê cûda yê em biçin nîne.”
Gelek caran her sê zarokên sêwî ji aliyê hevjîna apê xwe û zarokên wî rastî nêzîkatiyên xirab tên, lê ji ber nebûna tiştekî ku wan ji wê jiyana xirab rizgar bike, neçar in ku vê rewşê bijîn.
Sabir El-Eluş ê 13 salî li kolanên Îdlîbê dijî
Rewşa sêwiyan li Îdlîb’ê pir ji hev ne cûda ye. Ji bilî hîn rewşên ku dîmênên bi êş derdixe holê. Weke rewşa Sabîr El-Eluş ê 13 salî ku fêr bûye li ser erdê kolanên Îdlîbê razê. Sabîr El-Eluş jî piştî ku ji aliyê bavê xwe û hevjîna wî ve ji malê hatiye derxistin û hebûna wî ya li malê nehatiye qebûlkirin.
Sabîr El-Eluş a ji gûndewarê Îdlîbê, di bombebaranê da dayîka xwe wenda dike û bavê wî jî zewacek nû dike. Di vê zewacê de Sabîr El-Eluş bi tûndiyê re rû bi rû ma û piştre ji mal hat avêtin û niha li kolanan di derfetên pir zehmet û bi êş de dijî.