Zarokên li kampên Idlibê bi nexweşiya pemphigus ketine

Êşên zarokên li kampên Idlibê dijîn ji ber nexweşiya çerm zêde bûye, ji ber hejarî, penaberî û tunebûna derfetan, malbat nikarin derman bikirin.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib- Ji ber tunebûna rêxistinan û lewaziya xizmetguzariyên tendirustiyê li gel bihabûna dermanan, zarokên Idlibê bi nexweşiya Pemphigus a îltîhaba çerm ketine bi êşên xwe re dimînin.

Dîba El-Hesûn ji bajarê Sermînê penaberî kampa Herbenûş a li bakurî Idlibê bûye, keça wê ji dema jidayikbûyî ve bi vê nexweşiyê ketiye, ew çûye gelek bijîşkan û derman nîn e tenê bijîşkekî jê re gotiye derman li derveyî welat heye ew jî nikare derkeve rê nadinê. Dayik behsa rewşa keça xwe dike û dibêje: "Nexweşiya keça min bi xwe peqikên tijî xwîn û lêm in li her derê bedena wê derdikevin û zêde dibin, rojane pêdiviya keça min bi şaş û melheman heye tevî rewşa me û penaberiya gelek xirab ez bi buhayê giran dikirim.”

‘Ji ber tunebûna ava paqij û qirêjahiya li derdora kampan nexweşiya çerm çêdibe’

Rewşa kampan pirsgirêka vê nexweşiyê zêde kiriye, li gorî axaftina Dîba El-Hesûn ku ava paqij nîn e, kêzik û mêş gelekî belav bûne li gel zêdebûna pileya germahiya di nava konan de di havînê de rewşa ji keça wê û zarokên din xirabtir bûye.

Di heman mijarê de Sumeya El-Naquh a dayika zarokê bi navê Jamal El-Seyêd ê 10 salî ji bajarokê Ihsim e der barê nexweşiya kurê xwe de dibêje: "Kurê min di temenê 5 saliyê de bi nexweşiya pemphigusê ket û li hemû bedena wî belav bû, wekî peqikan derdiketin û mezin dibûn lewre ez wan bi meqesek paqij diqusînim û dermanan dixim şûnê û bi potên spî girê didim. Ji ber nexweşiyê kurê min pir lawaz bûye nikare xwarinê bixe devê xwe."

Malbat ji ber rewşa xirab nikarin derman bikirin

Di encama rewşa aborî ya xirab de xwediyên zarokan nikarin dermanan bikirin. Sumeya El-Naquh êşa xwe wiha tine ziman: "Ji ber bihabûna tiştan û hejariyê, rewşa jiyanî ya xirab û tunebûna bijîşkên pispor tendirustiya kurê min xirabtir bûye û tiliyên wî nemane êdî ew nikare xizmeta xwe bi xwe bike."

Jina bi navê Abîr El-Bidêwî ji bajarokê Hizarîn hat kampa Qah li bakurî Idlibê di encama vê nexweşiyê de zarokê xwe ji destpêkê ve winda kir, ew jî weke dayikên din bi êş dibêje: "Zarokên min ê yekem lewaz bû, yekser dema ji dayik bû bi nexweşiya pemphigusê ket û di hemû beden û devê wî de belav bibû lewre piştî çend rojan jiyana xwe ji dest da."

‘Bi zarokên biçûk re çêdibe’

Bijîşka çerm Meram El-Xezal der barê vê nexweşiyê de têbîniyên xwe wiha tîne ziman: "Pemphigus nexweşiya derketina zîpikên mezin li ser çerm û perdeya çilmî di laşê mirovan de ye. Bi zarokên biçûk re çêdibe û carna dimîne heta mezin dibin. Ev nexweşî di encama tevliheviyeke di sîstema parastina bedena mirov de derdikeve ji ber bakteriyê yan bi riya nexweşiyên genetîk bandorê li tevna çerm dike, li şûna ku sîstema parastina laş biparêze êrîşî çerm dike û peqikên nerm tijî av û bi êş çêdibin. Ew peqik zû tên peqandin û birînan li pey xwe dihêlin, rengê çerm diguherînin."

 Ev nexweşî kronîke û demek dirêj berdewam dike divê nexweş di bin çavdêriya bijîşkên pispore de bin. Di qonaxa yekem a nexweşiyê de nexweş dikeve nexweşxaneyê heta astekê û piştre bi riya dermanan rewşa xwe berdewam dike.”