"Zarokên ku bi zimanê dayika xwe mezin dibin di her warî de serkeftîtir in"

Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan diyar kir ku salên dawî dayik û bavên Kurd ên li Kurdistanê bi zarokên xwe re ne bi zimanê zikmakî, bi zimanê tirkî diaxivin û bang li malbatan kir ku ji vê rêbaz û hînbûyînê dûr bikevin. Şîlan Elmas Kan destnîşan kir ku divê zarok bi hînbûna zimanê zikmakî dest bi jiyanê bikin û destnîşan kir ku zarokên bi zimanê dayikê mezin dibin di her warî de serkeftîtir in.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Dema ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên sedsalî yên bi zimanê Kurdî ku bi milyonan Kurd pê diaxive berdewam dike, tê dîtin ku di jiyanê de bikaranîna zimanê zikmakî kêm bûye. Par, di lêkolîna li ser "Rewşa zimanê zikmakî di navbera dayik û bav û zarokan de" ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rawest ya navenda wê li Amedê ye, li 8 parêzgeh û 25 navçeyên Rojhilat û Başûr Rojhilat, hat kirin, derket holê ku dayik û bavên Kurd bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Elmas Kan der barê kêmbûna bikaranîna zimanê zikmakî di nav nifşan de, li gorî salên berê û diyar kir ku malbat zarokên xwe bi vê yekê ji hişmendiya Kurdewarî dûr dixin.
"Pergala perwerdeyê hincet tê nîşandan" 
Şîlan Elmas Kan diyar kir ku ev rewşa bi taybetî van salên dawî derketiye holê, li ser hincetnîşanda pergala perwerdeyê pêk hatiye û got malbat ji ber ku difikirin dema bi zimanê Tirkî nizanibin dê li dibistanê bi ser nekevin serî li vê rêbazê dibin. Şîlan Elmas Kan diyar kir ku malbatan di temenê xwe yê biçûk de dest zarokên xwe hînî zimanê Tirkî kirine û got ku bi vê têgihîştinê zarok ji zimanê xwe dûr ketine.
"Divê malbat pêşî zarokên xwe fêrî zimanê xwe yê zikmakî bikin" 
Şîlan Elmas Kan bal kişand ku zarok bi ziman re ji dîrok û hişmendiya Kurdî dûr dikevin û axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: “Îro, yên ku bi hişmendiya gelê Kurd dixebitin û çarenûsa xwe diyar dikin ew in ku dibistanên tirkî qedandine. Kesên ku ew perwerde dîtin niha bi hişmendiya kurdewarî dixebitin. Gava ku wan dest bi dibistanê kir, wan yek tîp tirkî nizanin bûn. Ez mînakakê jî bidim. Dema ku min nû dest bi dibistanê kir, min peyvek bi tirkî nizanibû. Bi hezaran zarokên mîna me bi heman awayî Tirkî nizanibûn. Lê ew hemû di dibistanê de pir serfiraz bûn. Me hemûyan jî bi Kurdî baş dizanî û bi demê re me ji jî tirkan çêtir dest bi axaftina tirkî kir. Di vê wateyê de divê malbat beriya her tiştî zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin.”
"Parastina zimanê zikmakî beriya her tiştî tê" 
Şîlan Elmas Kan diyar kir ku kesê bixwaze serkeftî be divê pêşî zimanê xwe yê zikmakî bizanibe û got; “Psîkolog û zimanzan jî tiştên ku em dibêjin di gotarên xwe de dibêjin. Rewşa zarokek ku zimanê zikmakî nizane xerab dibe û ev psîkolojiya wan dişikîne. Çima, ji ber ku beriya her tiştî ew bi zimanê xwe nizanin lewma nikarin zimanên din baş fêr bibin. Divê em beriya her tiştî zimanê xwe yê zikmakî biparêzin û civaka xwe di vî warî de hişyar bikin. Heya ku hûn zimanê xwe nizanibin hûn nikarin di tu warî de bi ser kevin. Her kesê ku dixwaze serfiraz bibe pêwîst e ewilî zimanê xwe yê zikmakî bizanibe. Piştî wê divê hûn dest bi hînbûna zimanên din bikin.”
"Divê xebatên ziman civakî bin" 
Şîlan Elmas Kan di vê mijarê de bang li dayik û bavên Kurd kir û anî ziman ku divê malbat bi hişmendiya zimanê zikmakî nêzî zarokên xwe bibin. Şîlan Elmas Kan diyar kir ku xwendin û parastina zimanê zikmakî dive ne kesane civakî be û got: “Berî her tiştî, divê hûn zimanê xwe yê zikmakî baş bizanibin. Jîngeheke mîna Kurdî bi zimanê biyanî nayê çêkirin. Divê dayik û malbat pêşî zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin. Tenê bi vî rengî dikarin bi ser kevin. Divê zarok dîroka xwe û zimanê Kurdî jî bizanibin. Divê hay jî zexta li ser zimanê Kurdî û zexta li ser gelê Kurd hebin. Mirov civak, dîrok û çanda xwe tenê bi zimanê xwe dizanin. Di vê wateyê de divê malbat hay ji xwe hebin. Berê, me tirkî nizanibû lê niha em ji wan çêtir diaxivin. Bila malbat hay ji polîtîkayên li ser zarokên me tên meşandin hebin. Xebatên ziman divê civakî bin, ne bi sazî û takekesî bi sînor bin û divê ku her kes ji bo zimanê xwe têbikoşe.”