Zarokên Filistînî di nav konên koçberiyê de sala nû ya xwendinê pêşwazî dikin

Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, li Xezayê perwerdeya bi hezaran zarokan di navbera konên koçberiyê û lêçûna zêde ya pêdiviyên dibistanê de maye. Her wiha şer bi hezaran zarokan ji jîngeheke bi ewle bêpar hiştiye.

NEXEM KERACÊ

Filistîn – Li bakurê Zîvala Xezayê, roja dibistanê ne bi zengila sibehê yan jî bi rêzkirina zarokan li ber deriyê avahiyeke dibistanê ya betonî dest pê dike. Di bin koneke li nava çend kursî û tabloyên reş ên ku ji bo pêdiviyên bi hezaran xwendekaran pir kêm dimînin, dest pê dike. Li vir rêxistina "Dibistana Bêsînor" (School Without Borders) hewl dide ji bo zarokan cihekî fêrbûnê peyda bike.

Mamoste û çavdêra perwerdeyê ya li "Dibistana Bêsînor" Nawal Ebû Nadî diyar dike ku dibistan di Gulana 2024'an de hatiye damezrandin. Diyar kir ku weke yekem konê hînkirinê li bakurê Zîvala Xezayê hatiye vekirin destpêkê 500 xwendekaran tê de xwendine, dûre hejmar bûye hezar.

Nawal Ebû Nadî diyar kir ku gava malbatên koçber vegeriyane bakur, konê dibistanê ji kolana El-Celaa birine qada El-Katîba ya li rojavayê Bajarê Xezayê. Çalakiyên wê berfireh bûne û nêzî 3 hezar xwendekar niha lê dixwînin. Nawal Ebû Nadî, da zanîn ku bi vê yekê bûye dibistana meydanî ya herî mezin li bakurê zîvalê.

Nawal Ebû Nadî da zanîn ku ji ber dibistan tune ne hejmar her roj zêdetir dibe û wiha got: “Gelek avahiyên dibistanan veguherîne stargehên koçberan lê dîsa jî pêdiviya zarokan bi cihekî heye ku tê de bikaribin bi awayekî normal jiyana xwe bidomînin."

Zehmetiyên hatine jiyîn û astengî

Nawal Ebû Nadî bal kişand ser damezrandina dibistanê û zehmetiyên ku pê re rûbirû man e û wiha got: "Em ji destpêkê ve bi zoriyên mezin re rûbirû man. Ji peydakirina paraxût, pêçokên plastîk û materyalên zemînê bigre heya dabînkirina pêdiviyên herî bingehîn ên perwerdeyê. Li gor alîkariyên kêm û nebes me hewl da dibistanê ava bikin. Em niha bi kêmbûneke mezin a maseyên xwendinê û tabloyên reş re rûbirû ne. Em bang li rêxistinên têkildar dikin ku piştgiriyê bidin me ji ber ku hejmara zarokên dixwazin fêr bibin ji çavkaniyên me yên heyî zêdetir e."

Barên ku malbat pê re rûbirû dimînin

Ev krîz ji binesaziya fizîkî ya dibistanan wêdetir diçe; malbatên ku hewl didin zarokên xwe bişînin polê, bi bihayên zêde yên nivîsgehê, cil, berg û pêdiviyên perwerdeyê re rûbirû dimînin.

Nawal Ebû Nadî wiha didomîne: "Mesrefa nivîsgehê û pêdiviyên dibistanê pir zêde bûye û gelek malbat bi tenê nikarin wan ji bo zarokên xwe bikirin. Ev yek li ser dibistan û mamosteyan dibe barekî giran."

Bermahiyên şer ji bo xwendekaran dibin astengî

Rêwîtiya xeternak a ber bi cihên fêrbûnê ve pirsgirêkê aloztir dike. UNICEF'ê hişyarî da ku nêzî 60 milyon ton bermahî riyan digrin û ev yek dibe sedem ku bermahiyên teqemeniyên şer di bin wan de bimînin, xuya nekin. Di însyatîfa "Dibistana Bêsînor" de, endamên karmend bi encamek din a şer re rûbirû dimînin, yek ji wan ne kêmtir krîtîk e ji kêmbûna mase û pirtûkan.

Berdewamkirina perwerdeyê peyameke berxwedanê ye

Nawal Ebû Nadî ragihand ku di nava topbaran, dengê balafiran û xeterên derdorê de hatina dibistanê ne karekî hêsan e, ev yek weke peyameke berxwedanê û biryardariya ji bo berdewamkirinê tê dîtin.

Tevî kêmbûna çavkaniyan, însiyatîfa "Dibistana Bêsînor" (School Without Borders) hewl dide bi riya hevkariyên hilbijartî berdewam bike. Nawal Abû Nadî eşkere dike ku projeyê weke însiyatîfeke kesane dest pê kiriye, bi demê re tora piştgiriyê berfireh bûye û rêxistinên cihêreng di nava xwe de girtiye.

700 hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane

Di qadeke ku ji ber şerê Îsraîlê binesaziya perwerdeyê wêran bûye de, konê dibistanê weke hewldanek ji bo tijîkirina valahiyeke mezin xuya dike. UNICEF'ê piştrast kir ku nêzî 700 hezar zarok li Xezayê ji perwerdeya birêkûpêk bêpar mane. Di heman demê de piraniya avahiyên dibistanan hewceyê rehabîlîtasyon an ji nû ve avakirinê ne.

Zarok bi îsrar mafên perwerdeyê bi dest dixin

Bi destpêkirina saleke nû ya xwendinê re, bi hezaran zarok li Xezayê bi rastiyeke dijwar re rû bi rû dimînin. Ev yek rê li ber vegera normal a perwerdeyê digire. Gelek malbat ji ber bilindbûna bihayê malzemeyan û xirabûna şert û mercên jiyanê nikarin pêdiviyên dibistanê bikirin. Di nava kon û stargehan de, ev zarok hewl didin piştî şer, windahî û koçberiyê mafê xwe yê perwerdeyê ji nû ve bi dest bixin.