Zarokên astengdar li Idlibê ji ber tunebûna derfetên jiyanî êşên mezin dikşînin

Ji ber şer û teqînan, gelek zarok li herêmên Sûriyeyê astengdar dimînin û wekî ku ev bes nebe li kampan di nava şert û mercên xirab de mehkûmê jiyanê ne. Barê giran ê vê yekê jî dikeve ser milên dayikên wan. Yek ji wan jina bi navê Maysoon Al-Borgul a 32 salî ye. Li ser bûyera ku hatiye serê zarokên wê wiha dibêje: "Herdu xwişk li baxçeyê malê dilîstin, dema ku balafiran mala me bombebaran kir, mûşek çend kîlometre dûrî me ket û yek ji keçan bi şeziyên mûşekê jiyana xwe ji dest da û ya din jî heta dawiya jiyana xwe ker ma.”

  
SOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Bi berdewamiya şerê Sûriyêyê ku yanzdeh sal in didome, zarokên Idlibê yên xwedê hewcedariyên taybet, ker û lal, rastî şert û mercên dijwar tên ji ber nebûna lênerîna bijîşkî, perwerde û desteka derûnî. Keça heşt salî, Nehla El-Hûneynî, beriya bombebarana mala wan li Kafranbel, li başûrê Idlibê, di dawiya sala 2017’an de, ji ber astengdariyê gazind nedikir lê di encama teqîna ku  li nêzî cihê ew lê bû rû da xwişka wê ya biçûk Salma jiyana xwe ji dest da û ew jî û seqet bû. Dayika wê, Maysoon Al-Borgul, a 32 salî, di tevahiya jiyana xwe de êşa wê rojê ji bîr nekir, ji ber ku ev yek di jiyana malbata wê de, bûyerek "trajîk" bû.
Der barê hûrgiliyên bûyerê de jî Maysoon Al-Borgul wiha got: "Herdu xwişk li baxçeyê malê dilîstin, dema ku balafiran mala me bombebaran kir, mûşek çend kîlometre dûrî me ket û yek ji keçan bi şeziyên mûşekê jiyana xwe ji dest da û ya din jî heta dawiya jiyana xwe ker ma. Dayik bêdeng dimîne û êşa bîranînan dilê wê bi êşa windabûn û koçberiyê dişewitîne û wiha berdewam dike: "Xwîn ji guhên Nahla diherikî û cenazeyê Salma jî li kêleka min bû.
Ji ber teqînê keça wê nabihîse û hemû dema xwe li odeya xwe derbas dike
Dayik gazinan ji nebûna xizmetên bijîşkî yên pispor ên bêpere dike, mîna rewşa keça xwe ku ji aliyê bijîjkan ve hat piştrastkirin ku pêwîstiya wê bi dermanên biha heye ku li herêmê nayê peydakirin û malbat jî ne xwedî derfetên aborî ye ku keça xwe li derveyî welat derman bikin û wiha domand: "Rewşa Nahla ku piraniya demên xwe di odeya xwe de derbas dike min pir diêşîne. Wê ji nişkê ve dît ku nabihîse. Hemû hewldanên min ew in ku ez wê ji vê rewşa xemgîn rizgar bikim da ku bi zarokên din re bilîze.”
Herêmên bakurê Sûriyê bi hewceyî navendên lênêrînê yên pispor in ji bo vê kategoriya kesên astengdar, ji ber ku kêmbûna van navendan derfetên şopandina dermankirin û teşhîskirina zû kêm dike. Êşa zarokên ker û lal li kampên penaberan, ên ku jiyan li wan dijwartir û aloztir e, di nav nebûna dibistan, piştgirî, amûrên perwerdeyê, lîstik û şahiyê de zêde dibe.
Zaroka bi navê Sidra El-Osman a 6 salî her dem digirî, ji dayikbûna xwe ve astengdar e û bi zarokên kampê yên ku henekên xwe bi wê dikin û gelek caran lîstina bi wê re red dikin re rû bi rû dimîne.
“Zarokên astengdar divê li jîngehek baş û di nava civakeke hişyar û hestiyar de bijîn”
Dayika wê Ayet El-Saîd, a 30 salî ku ji bajarokê El-Bera penaber bûye û li kampên sînor ên Qah niştecih dibe dibêje ku ew nizane çawa bi zaroka xwe re ku pir xemgîn û diltenik bûye, danûstandin bike. Pêdiviya wê bi lênêrînê û jîngeheke civakî ya hişyartir heye ji bo mijûlbûna bi rewş û astengdariya wê lê ev yek jî li kampa wan tune ye, dijberî wê zehmetiya jiyanê, paşguhkirin û redkirina civakê ji rewşên wiha re heye.
Ayet El-Saîd teqez kir ku li gorî teşhîsa bijîşkan astengdariya keça wê nayê dermankirin, ji ber ku ew tûşî nexweşiyeke genetîkî ye ku bi tibî nayê çareserkirin lê wan şîret li wê kirine ku rewşa xwe ya derûnî bi riya pisporan bişopîne lê heta niha ew nedîtine.
Ayet dipirse û dibêje: "Gelo rewşa keça min çawa dikare li vir baş bibe di nav van riyên qirêj û tuwaleta ku ji konan dûr in û ne li gorî hewcedariyên zarokên xwedî pêdiviyên taybet an dibistanên taybet ji bo vê kategoriya astengdar.”
“Pêdivî bi dê û bavên têgihîştî heye da ku bikaribin astengdariya zarokên xwe qebûl bikin”
Li aliyê din, şêwirmenda derûnî Rahil Zeyneb a 34 salî diyar dike ku tevî nebûna navendên pispor rola dê û bavan girîng e di dermankirina zarokên xwe de ji bo derbaskirina astengdariya lê ji bo vê yekê jî pêwîstî bi rêberkirina dê û bavan heye û danasîna wan bi rêbazên şopandinê û rêgezên jêhatîbûnên têgihîştî û civakî yên ku dê ji zarokan re bibin alîkar ku astengdariya xwe qebûl bikin.
Rahil Zeyneb bang li rêxistinên civaka sîvîl dike ku bala xwe bidin ser vê kategoriyê û li gelek wargehan navendên pispor ên hişyarkirinê bên avakirin da ku hejmara herî mezin a zarokan ji xizmetên wan sûd werbigirin.