Zanista jin û jiyanê rihên xwe berdide nava civakê
Endamên ku beşdarî kampa Jineolojî bûne wiha gotin: "Rêheval Malda bi keda xwe wateyek nû da jineolojiya ku zanista wateyê ye û bi vê yekê lêgerîna jiyana azad a jinê û zanîna wê ya jiyanê kûr kir û bû sembola jina zana, em jî şopdarên Maldan e."
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Ji bo zanista jin û jiyanê bê naskirin, Komîteya jineolojî Ciwan ji endamên yekîtiya jinên ciwan re kampeke bi navê şehîd Malda li gundê Xerabrastê yê ku li Başur Rojhilatê Kobanê dikeve vekir. Kamp heftiyek dewam kir, di kampê de waneyên zanista Jineolojî, parastin, xwebûn, atomiya, rastiya jin û hwd. Nêzî 10 endam beşdarî kampê bûne. Her sal kampên bi vî regî tên li darxistin û têde zanista jineolojî tê naskirin. Şehîda yekem ya xebatên Akademiya Jineolojî a Bakur û Rohilatê Sûriyê Malda ye, Malda li kantona Hesekê bingeha kar û xebatên Navenda Lêkolînê ya Jineolojî danî. Ji bo wê hêzên dagirker bi destê DAIŞ’ê xwastin êrişî zanistiya jin, ked, evîn, jiyana ku bi heskirinê hatibû pêçandin bikin, lê belê Malda li dijî van êrîşan bû sembola pêşxistina zanyarî û zanista ku azad dike, dibe çavkaniya civakbûnê û jiyana jinê. Ji bo ku baldariya endama bê ser perwerdeyê, kamp di nava gundekî ku xwaza lê heye û mirov bi xwezayê re perwerdeyê bibîn e, hîn pîhtir bala mirovan diçe ser waneyên ku têne dayin. Piştî waneyan di seatên din de şano, sinfiziyon tên dayin û guhdarkirin.
Têkildarî mijarê endamên ku beşdarî kampa Jineolojî bi navê şehîd Malda bûne ji ajansa mere axivîn.
"Asta zanistê em ê bilind bikin"
Endama navenda lêkolîn ya Jineolojî a Kobanê Vîndar Bêrî balkişand ser kampa Jineolojî û wiha got: "Di nava vê kampê de min herî zêde waneya atomiya hez kir û bala min kişand, ku çawa em rastiya herdû zayendan de nas bikin û li gor wê bizanibin ku çawa em di wê ferqê dabin. Ya din mijara xwe parastin, ev çend sale ku em bi xwe tê de dijîn, rojane em rastî gefan tên jin, zarok, ciwan, pîr û kal têne kuştin û dibin hedefa van êrîşan, mijara xwe parastin gelekî girînge. Bi çanda berxwedan, civakbûnê û jiyana azad em coş û vîna jiyanê pêş bixin. Bi vê têgihiştin û hewldanên xwe perwerde bidin hezaran jin û zilaman û wan ronî bikin. Dawxaza Rêheval Malda ya herî mezin ew bû ku gelê wê bi paradîgmaya nû, çanda netewa demokratîk ji nû ve wate bide jiyanê, dîroka xwe, çand, ked, ziman, ax û welatê xwe ji nû ve nas bike û xwedî lê derbikevin. Em jî wek endamên Jineolojî em ê vê perwerdeyê li derdorên xwe belav bikin û fêrî hemû ferdên civakê bikin. Li ser vê bingehê weke jineolojî em ê bibin zanîn û zanista hemû jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû jinên cîhanê. Her wiha em ê bibin zanista berxwedan û jiyana azad û wekhev."
"Jineolojî çavkaniya jiyana rastîn e"
Dîlber Yusif Endama Yekîtiya jinên Ciwan jî wiha anî ziman fêmkirina berxwedaniya jinê weke karekî pîroz e û wiha pêde çû: "Her jineke ku dibe xwadî zanist û dighêje astekê rastî êrîşan tê. Ji ber jin bi vê yekê êrîşên DAIŞ û têgihiştina desthilatdar-dewletparêz têk birin, nirxeke mezin dida vê berxwdanê. Yek ji wan jinên ku li gorî sosyolojiya azadiyê jiyana xwe hunand û xwest vê bike çavkaniya jiyanê, yê ku canê xwe fedakirine. Ew dilê xwe yê ciwan û mêjiyê xwe bi vê kelecan, hezkîrin û berxwedêriya pîroz ronî kir. Hêviya jina azad, civak û jiyana azad her tim mezin dike. Ji bo em şoreşa duyemîn ya jinê bi nav bikin, divê asta zanistê hîna li ser xakên Mezopotamyayê pêş bikeve, jinên Rojhilata Navîn û cîhanê hîn bi hêztir ronî bike her em di nava hewldanan de bin. Di nava kampê de nîqaş têne kirin û herî zêde jî li ser jinan têne kirin, ev zanist ji ku hatiye û kengî derketiye holê û wê çawa xwe pêş bixwe. Mijara din jî ku her tim em behsa wê yekê dikin, bi van êrîşan re dixwazin ciwanan dure çanda wan xwin bi taybet ev şerê taybet ku niha li ser me tê meşandin ku çawa em li beramberî van êrîşan xwe biparêzin, di roja îro de etîk û estetîk çawa tê bikaranîn û em çawa bi kar tînin wek jinên ciwan. Xwazaya jin bi çi rengî bû, di roja îro de bi çi regiye û çima ji dûre xwazaya xwe ketiye ev mijar hemû hatin dayin û nîqaş li ser wan hat kirin."
"Civak birçiyê perwerdeyan ne"
Herî dawî Dicle Beko jî axivî û got ku mirov ji perwerdeyan têr nabe, divê her bê perwerdekirin, ji ber mirov biçiyê perwerdeyan e û wiha bi dawî kir: "Cara yekemîn e ez derbasî perwerdeyeke bi vî şêwayî dibin, lê rastî her çiqas em perwerdeyan bibînin em nikarin bibêjin ku me tam hemû agahî girtine, divê her em wan agahiyan dubare bikin û hîn lêkolîn bikin. Gelek sud min ji vê perwerdeyê dît, eger mirov nezan be perwerde mirovan zana dike û hişmendiya mirovan dide guhertin. Her perwerdeyek tecrubeyeke, her tecrubeyek jî zanisteke. Pêwîstiya me bi xweparastinê heye, ji ber ku şerekî bê navber li ser me tê kirin."