“Yêkîtiya Jinên Suryan li ser pêşxistina jinan dixebite”

Cigîra Yekîtiya Jinên Suryan û Cigîra Rêveberiya Jin a Herêma Cizîrê, Sebah Şabo xebatên xwe yên salekê nirxand û got: “Bi sala nû re em ê dewreyên pîşeyî yên mîna hemşire, dirûnxane, kompiter, malên parastina jinan û pêşdibisitanan li navçeya Tirbespiyê û Dêrîkê vekin”

NESRÎN KELEŞ
Qamişlo - Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek pêkhate cihê xwe di projeya netewa demokratîk de girtin. Bi vê projeyê re wekhevî û edaleta her pêkhateyekê bi kar û xebatên wan re misoger bû. Her wiha her pêkhate dikare bi hebûn, çand û dîroka xwe tevlî bibe û xwe bi rêxistin bike. Ji wan yek jî pêkhateya Suryane ku gelek pêşketinên ber bi çav çêkirine. Yekîtiya Jinên Suryan a 20’ê Tirmeha 2013’an hatî avakirin  bi rêxistinkirin û pêşxistina Tevgera Jinên Suryanî di warê aborî û siyasî de rolek aktîf dileyîze û parastina ziman û şaristaniya pêkhateyên xwe dike.  Her wiha rola wan a sereke ewe ku jinan perwerde bikin û pişgiriya jinên Suryan û Asûrî bike û piştgiriyê bide ku bighêje navendên biryargirtinê di Rêvebera Xweseriya Demokratîk de. Di heman deme de, parastina jin û zarokên ku rastî tundiyê tên dike. Di derbarê karê Yekîtiya Jinên Sûriyan de, Cigîra Yekîtiya Jinên Suryan û Cigîra Rêveberiya Jin a Herêma Cizîrê, Sebah Şabo kar û xebatên xwe yên salekê nirxand. 
“Em parastina mafê jinên Suryan dikin”
Sebah Şabo rola Yekîtiya Jinên Suryan di nava civakê de wiha nirxand: “Yekîtiya Jinên Suryan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo pêşxistina Tevgera Jinên Suryan di hemû qadan de karên mezin bi dest xist û ji bo parastina ziman û şaristaniyê roleke diyarde leyîst. Çar bîroyên Yekîtiya Jinên Sûriyan li bajarên mîna Qamişlo, Hesekê, Dêrîk û navçeya Tirbespiyê hene. Em di hemû biroyên xwe de parastina mafê jinan û xwedîderketina li zarokan dikin. Em giranî didin perwerdekirina zarokan, ji ber ew pêşeroja me ne. Her wiha em li dijî nêzîkatiyên nijaperestiyê têdikoşin.”
“Meclîsa Leşkerî ya Suryanan hebûna jinê diparêz e”
Sebah Şabo kar û xebatên salekî wiha nirxand: “Me di sala 2021’an de akademî û kampên jinên ciwan vekir. Her wiha me organîzeya dewreyên perwerde ya leşkeri û fêrkirina çekan ji bo parastina jinan, ax û rûmetê vekir. Ji bo aktîfkirina jinan di warê leşkeri de me Rêxistina Sotoro ya Jinên Suryan vekir. Jin bi leşkertî re rola xwe dinasin û hebûna xwe di Meclîsa Leşkerî ya Suryan de pêş dixînin. Di heman demê de me malen parastinê ji bo jinên ku rastî îşkence û tundiyê tên li bajarê Qamişlo û Hesekê bi navê “Mala Aştrot a Jinan” ava kir. Em dozên têkildarî tundiya li mal û pirsgirêkên ku di civakê de rû didin digirin. Em alîkariya jinan dikin da ku mafê xwe bi dest bixin, her wiha divê jin jî divê warî de serî li zagona me bide. Em li gel Encûmana Dadweriya Civakî kar û dozên tên berdestê me bi hev re çareser dikin.”
“Em beşdarî tevahî cejin û çalakiyên neteweyî dibin”
Sebah dewreyên perwerde û çalakiyên ku beşdar bûne wiha anî ziman: “Bi sedan Jinên Suryanî cara ewil di 8’ê Adara îsal de derketin û nasnameya xwe ya Suryanî anîn ziman. Her wiha em her sal weke Yekîtiya Jinên Suryan beşdarî kampanyaya bi dawî kirina tundiya li ser jinê dibin. Her wiha bi boneya 25’ê Mijdarê Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê semîner û hişyarî hatine li dar xistin û me zagona ku mafê jinê diparêze ji jinan re parve kir.  Her wiha me li hemû biroyên Yekîtiya Jinên Suryan dewreya perwerde vekir û perwerdeyên mîna dîrok, hêza jinan di aliyê parastinê de û bandora jinê li ser şeran, hate dayîn. Her wiha me dewreyek perwerde ya jinên siyasetmedar vekir. Em îsal beşdarî tevahî cejin û çalakiyên neteweyî û olî yên Suryanî bûne. Di heman deme de me rojnameya Jinan a Suryanî bi erebî û Suryanî derxistiye ku bi armanca em rastiya jinê bighênin civaka xwe. Her wiha me gulîstan û pêşdibistan ji zarokên Suryan re avakiriye da ku parastina zimanê xwe bikin û dîroka xwe binasin. Ji bo pêşdibistanan em di aliye dayîna lîsansan de zehmetî dijîn, loma me bi hevkariya Rêveberiya Perwerdehiyê ya Herêma Cizîrê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re hev kir da ku alîkariya me bikin. ”
“Emê pişeyên rengîn ji bo jinan vekin”
Sebah herî dawî projeyên xwe yên sala nû wiha eşkere kir: “Em di çalakiyên xwe de jinên ciwan dikin armanc, ji ber ciwan dikarin bandorek girîng li ser civakê ava bikin. Em ê ji bo ciwanan di kampa perwerdeyan de, perwerdeyên xwe bidomînin. Her wiha li gor pêşniyara jinan em ê wek Yekîtiya Jinên Suryan dewreyên pîşehî ya mîna hemşire, dirûnxane, compîter, malên parastina jinan û pêşdibistan li navçeya Tirbespiyê û Dêrîkê vekin.”