Yek ji gaziyên şoreşa Rojava: Ya girîng ew e ku em teslîm nebin

Nejbîr Mihemed Îsmayîl a di sala 2014’an de di şerê li dijî DAIŞ’ê de dema ku birîndaran derman dikir lingê xwe wenda kir, niha tevî lingê xwe yê protez, girêdayî Heyva Sor a Kurd lingên protez çêdike û ji bo kesên ku tên gel wê dibe moral.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Nejbîr Mihemed Îsmaîl li bajarê Dêrikê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bûye, dibistana xwe li wir qedandiye û li wê derê dijî. Nejbîr jineke bi temenê xwe ê ciwan weke hemşîre bi tîmên Heyva Sor a Kurd re karê xwe dide meşandin.

Bi destpêkirina êrîşên dagirkerî û DAIŞ’ê re li ser herêmê Nejbîr Mihemed Îsmaîl weke jineke leheng berê xwe da eniyên pêş a şer û birîndar derman dikir. Di encama teqînekê de Nejbîr lingek yê xw ewinda kir. Piştî ku birênê Nejbîr Mihemed Îsmaîl baş bû biryar da ku weke jinek astengdar li xwe temaşe neke, hêvî û jiyana nû bide mirovên astengdar. Niha Nejbîr Mihemed Îsmaîl di beşa çêkirina lingên protez de weke pispor  xebatê dike. Hêviyên mirovan ên hatibûn vemirandin Nejbîr bi rûkeniyek xweşik, tevgereke  xurt û xebatekî dewlemend derman dike. Ji bo em Nejbîr Mihemed Îsmaîl ji nêz ve nas bikin me serdana cihê karê wê kir û me guh da çîroka wê.

Di şerê li dijî DAIŞ’ê de lingê xwe wenda kir

Nejbîr Mihemed Îsmaîl diyarkir ku dema ku weke hemşire di xebitî di encama êrîşek a çeteyan de parçeyek ji canê xwe winda kiriye û wiha got: “Beşa hemşîretiyê di rizgarkirina jiyana mirovan de beşek gelek giringe. Ji bo wê li ku derê pêwîstiya mirov hebe li wê derê divê em bi hemû baweriya xwe amade bin. Her kes dizane herêma Rojavayê Kurdistanê di destpêka şoreşê de di şerekî giran ê bi çeteyên DAIŞ’ê re derbas bû. Weke tîma tenduristiyê ya Heyva Sor e Kurd mîna hemû pêşengên şoreşê me erka xwe pêk dianî û birîndarên şer derman dikirin.”

Nejbîr Mihemed Îsmaîl anî ziman ku ew dema li ser erka xwe bû ango dema ku di tîma tendirûstiyê ya Heyva Sor a Kurd de birîndaran derman dikir di sala 2014’an de di encama êrişa DAIŞ’ê de li Ceza lingê xwe wenda kiriye û wiha pêl da axaftina xwe: “Heta deqeya dawî berî êrîşê min birîndar derman dikirin û erka xwe bi cih di anî. Bi birîndariyê re destpêkê hinekî derûniya min ne aram bû ji ber em çiqas bêjin ne hêsan e mirov parçeyekî ji canê xwe winda bike. Hin tişt hebûn di jiyana min de hatin guhertin, mirov difikire ku dê weke berê tevger neke, yan jî nikaribe weke mirovek normal tevbigere. Zehmetî hebûn lê dema min xwe komî ser hev kir ez fikirîm ku êdî pêwîst e ez vê merheleyê derbas bikim û ji xwe re jiyanek nû li gorî rewşa heyî hilbijêrim, ji bo vê yekê jî min gelek zehmetî derbas kirin.”

‘Divê mirov xwedî hêzeke baş be’

Nejbîr Îsmaîl da zanîn ku bi hêviyên nû ku di nav de jiyanê bide mirovên ku parçeyek ji canê xwe winda kirine dest bi xebatên çêkirina lingên protez kiriye û wiha dom kir: “Piştî birîndariyê, min lingê protez çêkir, heya demekê li malê mam li ser bikaranîna wê min xwe perwerde dikir. Min nexwest ez jiyana xwe bi vê yekê re li malê bidomînim yan jî atîfeta ku li mirovên astengdar tê mêzekirin qebûl bikim. Ji bo wê min beşa erka xwe veguherand cihê çêkirina lingên protez ku dîsa karê min di xizmeta mirovan de be.”

Têkoşînê domand

Nejbîr Mihemed Îsmaîl destnîşan ku piştî perwerdeya 6 mehan fêrî çêkirina lingên protez bûye wiha berdewam kir: “Min ev êş û zehmetî bi lingên protez dîtiye ji bo wê bêtir dikarim bi nexweşan re bibim alîkar. Pir nexweş hene rewşa xwe qebûl nakin, derûniya wan pir xerab e lê dema min dibînin, bi hêviyek ku nû birînên wan derman dibin keyfxweş dibin. Danûstandinên min herî zêde bi nexweşan re hene, dema dibînin rewşa min jî weke ya wan e û ez ewqas xizmet dikim moralekî xurt digrin. Ez ne wisa dibêjim bi rastî jî pir mînakên wisan hene ku deruniya mirovan baş bibe û bi xwe jî dibêjin demek em jî dikarin jiyana normal bijîn.”

‘Nirxdayîna mirovan bi berhemdayîna wan ve girêdayî ye’

Nejbîr Îsmaîl bang li mirovên ku parçeyek ji canê xwe winda kirine kir ku her dem di hewldanên berhemdayînê de bin û xwe lawaz hîs nekin û wiha got: “Bi nexweşan re ez ne atifî me, ji ber ev hest herî zêde dihêle ku mirov xwe kêm hîs bike. Ez weke jineke berhemdar, xwedî sekin û danûsitandinan dikim, di heman demê de wisa li nexweşan jî mêze dikim. Li gora min mirovên ku parçeyek ji canê xwe winda bike bila weke dawiya jiyanê nebîne, ji ber ku em dikarin kar bikin, bi lingê xwe baz bidin û tevli hemû çalakiyên jiyanî bibin. Nirxdayîna mirov bi berhemdayîna wan ve girêdayî ye.”

‘Ya girîng ew e ku em teslîm nebin’

Nejbîr Mihemed Îsmaîl a bi gotina “Ya girîng ewe ku em teslîm nebin û xwe lawaz nebînin” bang kir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Navenda Heyva Sor a Kurd jî xizmetên xwe bi dildarî pêşkêşî mirovan dike û weke beşên me em bi dildarî kar dikin û mirov ji ku derê be berê xwe bidin navenda me emê di xizmeta wan de bin. Di dawiyê de ez dibêjim em di rewşeke wisa de dijîn ku her mirov rastî wê tên parçeyekê ji canê xwe winda bikin.  Belkî ne di eniya şer de be, dibe li ber deriyê mala xwe be û rastî êrîşê were, encama nexweşiya şekir be dibe ku ji zikmakî ve be yan jî di encama qezayekê de be. Ya girîng ewe ku em teslîm nebin û xwe lawaz nebînin. Em ne mirovên kêm in, em her dem di hewldanên berhemdayînê de ne.”