Yek ji çîrokên şer, mirin û têkoşîna ji bo jiyanê

Li Sûriyeyê di sala 2011’an de bi destpêkirina şer û pevçûnan re, gelek serpêhatiyên bi êş çêbûn. Yek ji wan jî ya Huriye Suleyman a dayika 12 zarokan e ku li bendê ye hevjînê yê 10 sal in winda ye rojek vegere.

XUFRAN AL- XABIS

Heleb – Pêvajoya ku li Rojhilata Navîn di sala 2010’an de bi navê ‘Bihara Ereb’ dest pê kir; ji bo gelên Rojhilata Navîn demokrasî û azadiyê bi xwe re neanî. Di sala 2011’an de, pevçûnên ku piştî serhildanên ku li Sûriyeyê dest pê kirin, her çûn xirabtir bûn. Bi xwe re koçberî, mirina bi hezaran mirovan anî. Bêîstîqrariya siyasî ya ku li Sûriyeyê dest pê kir, bi ketina dewleta Tirk her çendî krîz kûrtir bû jî bi saya şoreşa Rojava, bi serhildanên gel hêvî zindî ye.

Huriye Suleyman a ji Helebê 60 salî ye, tevî êşên ku kişandine jî hêviya xwe ya ji bo jiyanê diparêze. Huriye bi 12 zarokên xwe re ji bo jiyanê têdikoşe, bi bîranînan û bi baweriya ku di pêşeroj derfetên baş bi xwe re bîne hewl dide çirûska hezkirin û hêviyê geş bike.

Huriye bi gotinên; "Ji ber krîza li Sûriyeyê û bombebarana ku li ser Helebê, me malên xwe, xeyalên xwe û bajarê xwe yê ku her kolanek wî xwedî çîrokek e terikand, em çûn gundekî dûrî bajar" got ku hevjînê wê yê ku di wesayîdan de ajokariyê ji bo rêwiyan dikir û bar jî dibir dianî, di sala 2014’an de ji nişkave ji holê winda bûye û ji wê rojê ve tu agahî jê negirtine. Huriye diyar dike ku ew li her derê li hevjînê xwe geriyaye, ji ber îhtîmala ku hatibe girtin, ji xizmên xwe pere deyn kiriye parêzer girtiye lê parêzer sextekar derketiye.

‘Min êş û kederên di dilê xwe de da aliyekî û biryar da bixebitim’

Huriye Suleyman diyar kir ku bi zarokên xwe re 10 sal in bi tena serê xwe ji bo jiyanê têdikoşe û dide zanîn ku ji aliyê aborî ve pir zehmetiyan kişandiye, nikaribûye zarokên xwe xwedî bike û wiha didomîne: “Dema ku yekê ji wan tiştek ji min dixwest, min di kûrahiya dilê xwe de êşek hîs dikir. Zarokên min biçûk bûn, nizanibûn em di çi rewşê de ne loma diviyabû ez bi hêz bûma ji bo zarokên xwe. Min hestên tevlihev û şikestinên di dilê xwe de da aliyekî û biryar da bixebitim. Li fabrîkaya mêwe û sebzeyên hişk min dest bi xebatê kir. Zarokên min jî dixebitin ji bo malê dibin piştgirî bi vê awayê em pêdiviyên xwe bi cih tînin.”

2 kurên wê di êrişa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan

Huriye Suleyman bi gotinên; “Tu tiştek me tunebû dema em hatin. Em ji malbat û cîranên xwe li benda alîkariyê bûn lê tu kesê tiştek nekir û ez bi hemû zehmetiyan re bi tenê mam” behsa jiyana piştî koçberiyê dike û wiha didomîne:

"Zehmetiya herî mezin ew bû ku nikaribûm pereyê dibistana zarokên xwe bidim. Ji ber wê nikaribûn bixwînin û her yek ji wan neçar ma di karek de bixebite. Di sala 2019’an de di êrişa bombeyî ya li herêma em lê diman de du kurê min mirin. Rojên min tarî bûn, rondikên çavên min qet nedisekinîn. Ji ber êşên ku me kişandin, di çavên min û bedena min de nexweşî derketin.”                           

Tu carî hêviya wê bi dawî nebû

Huriye Suleyman tenê mînakek e. Gelek jinên ku êşa mirin û veqetînê dikşînin û berpirsyariyên mezin digrin ser xwe hene. Huriye Suleyman bi gotinên; “Heta ku ez jiyana hemû zarokên xwe bixim bin temînatê ez ê hewl bidim bi hemû zehmetiyan re derkevim serî. Ez ê ji tu kesê alîkariyê nexwazim, bi ked û hewldanên xwe hewl bidim pêdiviyên wan bi cih bînim” diyar kir ku ew hê jî li bendê ye ku rojekê hevjînê wê yê winda vegere malê.