Yara Îbrahîm: Tundiya nava malê zarokan di çerxa tundiyê de dihêle
Bijîjk Yara Îbrahîm li ser a tundiya li Misirê zêde dibe, bal kişand ku ji bo têkoşîna bi tundiyê re divê perwerde, desteka psîkolojî û xebatên hayjêbûnê zêdetir bibin diyar kir ku ji bo parastina zarokan divê malbat, dibistan û civak bi hev re tevbigerin
ÎMAN SEMÎR ELÎ
Misir – Li malên ku divê cihên herî bi ewle bin, bûyerên tundiya nava malê didomin. Bandorên şîdetê tenê bi bûyerên ku diqewimin re bi sînor nîn e, bandorê li ser hemû kesên malbatê dike, li ser jin û zarokan şopên tevgerên ecêb û derûniya nebaş dihêle. Tundiya nava malê her dem bi êrîşa fizîkî destpê nake, bi heqaret, gev, kontrol û zexta psîkolojîk dest pê dike, bi demê re vediguhere derb û êrîşa fizîkî.
Li Misirê di meha Tebaxê de gelek bûyerên ji ber tundiya nava malê qewimîn.
Hinek bûyerên tundiyê di medyayê de teyîsîn wiha ne:
*Li herêma Mustrad a wîlayeta Kalyubiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hat kuştin.
* Li herêma Mukattam a Qahîreyê, merek piştî nîqaşa ku bi gotinan destpê kir êrîşê hevjîn û keça xwe kir.
* Li bajarê 15’ê Gulanê yê Qahîreyê, ji ber nelihevkirinên malbatî civînek ji bo lihevhatinê hat lidarxistin lê civîn veguherî êrîşa bi çekan. Piştî ku kesek gule bera kesên tevlî civînê bûne da, çar kesên ku keça wî bi xwe jî di navbera wan de bû hatin kuştin, kurê wî jî birînar bû. Êrîşkar 19’ê Tebaxê sewqê dadgeha ceza hat kirin.
*Li herêma Bedrişîn a wîlayeta Gîzeyê, hêzên ewlehiyê dîmenên kesek ku derb li kurê xwe yê nehsalî dida tesbît kirin.
* Li herêma Maasara jinek piştî rastî êrîşa hevjînê xwe hat kuştin.
* Li herêma Ewsîm a Gîzeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe hat kuştin.
* Li herêma Seyyîde Zeyneb a Qahîreyê jinek ji ber nelihevkirina madî piştî ku ji aliyê du kurên xwe re rastî heqaret û derbkirinê hat, bi vîdyoya ku weşand ji bo alîkariyê bang kir. Wezareta Karên Hundir, eşkere kir ku herdu kurên wê hatine binçavkirin û herduyan jî tiştê kirine îtiraf kirine.
Tundî bi zarokan re dibe sedema pevçûnên bêdawî
Profesora Beşa Bernameyên Zarokatiya Zû ya Zanîngeha Asyutê bijîjk Yara Îbrahîm, li ser aliyên civakî û derûnî yên tundiyê nirxandin kir. Yara Îbrahîm, diyar kir ku tundiya nava malê, li ser psîkolojî, tevger û pêşketina zarokan şopên kûr dihêle loma bûye yek ji mijarên psîkojîk ên civakî. Yara Îbrahîn da zanîn ku nabe ev mijar tenê bi sedemek ve were girêdan, got ku zextên civakî, aborî, psîkolojîk û çandî yên li ser malbatan dibin sedema vê yekê û got: “Ji ber ku mekanîzmayên bi vê rewşê re derkevin serî tune ne ev rewş vediguhere tundiya bi gotin, psîkolojîk û fizîkî. Di bûyerên tundiyê de ne tenê kesa dibe hedef, kesên din ên malbatê, bi taybetî zarok bi bandor dibin. Dema ku zarok dayîk û bavê xwe yê ji xwe ku ji bo wan çavkaniya ewlehî û xwedîtiyê ne, yekî ji wan êrîşkar yekê jî mexdûr dibînin, dikevin nava pevçûnên derûnî yên mezin.”
'Zarok tenê nabin şahidên tundiyê dibe ku hînê wê bibin’
Bijîjk Yara Îbrahîm wiha domand: “Dema ku zarok çend caran dibin şahidên tundiyê, ev yek êdî dibe perçeyek ji jiyana wan. Ev yek êdî tenê bi şahidiya tundiyê re namîne, hînî tundiyê dibe. Dema ku dibîne nelihevkirin bi qîrîn, gef, derb û heqaretê bi encam dibin, difikire ku tundî ji bo çareseriya nîqaşan riyek e. Bi vê yekê heman tevger bi zarok re çêdibe û çerxa tundiyê nifş bi nifs didome. Tundiya li dijî zarokan tenê bi derbê sînor nîn e, heqaret, çêr, demxekirin, zordarî û îstîsmara psîkolojîk jî li ser xwebaweriya zarok û hevsengiya psîkolojîk bandorên demdirêj dihêle.”
Yara Îbrahîm diyar kir ku weşandina bûyerên tundiyê di medyayê berpirsyariyeke mezin dixwaze hişyarî kir ku bi taybetî di medyaya dîjîtal de cihdayîna mînakên neyînî, dibe sedema normalbûna tundiyê. Her wiha da zanîn ku tevgerên tundiyê bêyî ku li ser esasê hayjêbûnê were sekinan dubare dubare tên weşandin û bal kişand ku ev yek di navbera zarok û ciwanên nûgihîştî de li cihê redkirina tundiyê, dibe sedem ku weke tevgereke asayî bibînin û got ku divê mînakên neyînî bi awayê ku encamên tevgerên şaş in û bi awayê hişyarî werin pêşkêşkirin. Yara Îbrahîm, bal kişand ku zêdebûna mînakên erênî di nava malbat, dibistan û civakê de û rola wan a baş ji bo pêşîgirtina tundiyê pir girîng e.
‘Malbat ji bo zarokan ne cihê nîqaşê divê bibe cihê ewlehiyê’
Yara Îbrahîm nirxandinên xwe bi van gotinan berdewam kir: “Divê em ji bo kesên ku amadekariya zewacê dikin, bernameyên rehberî û perwerdeyê zêdetir bikin. Divê zewac tenê weke marasîmek an jî pîrozbahiyê neyê dîtin; weke avakirina malbatek kum af, peywir û berpirsyarên wê hene were dîtin. Ev bername, ji bo rolên jin û meran, sînorên wan, mafên wan û famkirina berpirsyariyên wan dê bibin alîkar. Bi wê yekê dê bikaribin bi nelihevkirinan re bi rêbazên din derbikevin serî, bi zextên malbatî û bi hestan re bi awayekî hevsengtir derbikevin serî. Ji aliyê derûnî ve avakirina malbateke bi îstîqrar; ne ku piştî pirsgirêk çêbibin, bi berpirsyariya ku jin û mêr digrin ser xwe desst pê dike. Malbat ji bo zarokan ne cihê pevçûnê divê bibin cihekî bi ewle.”
Yara Îbrahîm diyar kir ku divê rola saziyên perwerdeyê di warê pêşîgirtina li tundiyê de were mezinkirin got ku xebatên ji bo zanîn û hayjêbûnê divê beriya ku zarok biçin dibistanê dest bê bikin û li gorî temen, derûnî û pêdiviyên civakî yên zarok pêvajoyên perwerdeyê bi merheleyên cuda werin meşandin. Yara Îbrahîm bal kişand ser girîngiya mezinkirina rola şêwirmendên psîkolojîk ên li dibistanan, da zanîn ku zarok dema bi pirsgirêkên malbatî yan jî psîkolojîk re rûbirû dimînin an jî rastî tundiyê tên pêdivî bi mekanîzmayeyek bi ewle ya serî lê bidin dibînin. Yara Îbrahîm ragihand ku hinek zarok û ciwanên nûgihîştî ji bo pirsgirêkên xwe vebêjin û riyek bibînin, serî li amûrên hişê çêkirî didin bal kişand ku divê navendên desteta psîkolojîk a bi ewle û civakî yên jin, zarok û kesên din ên mexdûr dibin werin zêdekirin.
‘Divê ji bo zanîn û şiyariyê malbat werin perwerdekirin’
Yara Îbrahîm diyar kir ku têkoşîna bi tundiya nava malê re tene bi mudaxeleya hiqûqî nabe û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Pêşîgirtin, bi guhertina raman û awayên perwerdeyê dest pê dike. Divê ferasetên ku kontrol, biçûkxistin an jî derbkirinê meşrû dikin, ji çav werin derbaskirin û di warê çareserkirina nelihevkirinên di nava malbatan te rêbazên kêrhatî werin pêşxistin. Desteka psîkolojîk divê ligel mudaxeleya hiqûqî bibe perçeyê bingehîn ê pergala parastinê.Di zêdekirina şiyarî û hayjêbûnê de rola sinema û medyayê jî girîng e. Bi taybetî di warê xeterên dîjîtal ên ku zarok li malê bê agahiyê malbatê rastî wan tên; malbat werin şiyarkirin, haya wan ji zarokan hebe.”