Bi nêzîkbûna zivistanê re fikara koçberên Idlibê zêde dibe

Di dema ku nakokiyên di navbera hikûmeta Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de gelek malbatên ji Idlibê koçber dibin, bi nêzîkbûna demsala zivistanê re fikarên malbatên ku li kampan jiyana dijwar dijîn zêde dibe.

LÎNA EL-XETÎB

İdlib –Ji 5’ê Cotmehê û vir ve pevçûnên di navbera hikûmeta Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de zêde bûne, gelên ku ji polîtîkayên şer mexdûr bûne, neçar dimînin cih û warên xwe terk bikin û li kampan bi cih bibin. Gelê Idlibê ji ber şer û pevçûnên ku diqewimin trajedî û êşên mezin dijî. Digel tu destwerdanek navneteweyî ji bo sivikkirina gazinên gelên ku ji pevçûnan bi bandor bûne tune ne, bi nêzikbûna demsala zivistanê re fikarên mirovên ji cih û warên derketine zêde dibin.

‘Zivistan nêz dibe fikarên me zêdetir dibin’

Aisha Al-Halloum a 32 salî ya ji bajarê Cisr Al-Shughur diyar kir ku kurê wê di encama bombebarana dijwar a bajêr de birîndar bûye û wiha got: “Kurê min dema ji dibistanê vedigeriya guleyek li lingê wî ket. Dibistanê terk kir û hê jî tê dermankirin. Ji ber bombebaranê gelek malbat jî koçber bûne. Xelk ji ber xizanî û kirêya xaniyan zehmetiyan dikşîne. Zivistan nêz dibe û em bi fikar in. Alîkariya rêxistinên mirovî nîn e.”

Salma Al-Awad a 50 salî ji bajarê Eriha ku ji ber bombebarana berdewam a bajêr neçar ma tevî malbata xwe birevin got: “Rewş karesat e û bombebaran berdewam dike. Bi şev û roj bombebaran hene û ev rewş di her kêliya jiyana me de didomin. Ji ber bombebaranê ez jî mîna malbatên din neçar bûm koç bikim. Min 18 sal berê kurê xwe winda kir û êdî nikarim derdê wî ragirim.”

‘Kamp tije koçber bûye’

Salma Al-Awad a ku bi malbata xwe re çû kampeke bêserûber a li nêzî bajarokê Hezano li bakurê Idlibê, der barê şert û mercên kampê de ev tişt got: "Kamp tije koçber e, tevî kêmasiyan û kêmbûna avê... Nexweşî belav dibin. Em bi kincên li ser xwe ji mala xwe derketin. Pêdiviya me bi alîkariya lezgîn heye, di nav de xwarina zarokan, pêdiviyên weke paqijiyê, av û lênihêrîna tenduristiyê jî hene. Malbatên ku ji ber bombebaranê bajar neterikandin hene. Ji bo berhevkirina berhemên xwe yên çandiniyê mayîna li herêmê tercîh kirin.”

‘Malbara min li benda çinîna zeytûnan bû lê ji ber bombebaranê em nikarin biçînin’

Amal El-Husrî ya 42 salî ji bajarokê Billion ê herêma Cebel El-Zaviye ye wiha got: “Em malbateke 9 kes in û tevî bombebaranan jî em koçber nebûn. Sedem ew e ku em nikarin mesrefa kirêya xaniyek bi dest bixin, lewma em tercîh dikin ku di malên xwe de bimrin û bimînin. Bombebaran bi demsala çinîna zeytûnan re pêk hat. Malbata min li hêviya çinîna zeytûnan bû. Ji ber ku ger em bikaribin zeytûnan biçînin, em ê karibin hinek lêçûnên xwe bi cih bînin. Bombebaran bandorê li her tiştî dike. Bandorê li bazarê dike, jiyanê felc dike, mirov neçar dimînin li malên xwe bimînin. Bi her dengek ku tê bihîstin, mirov ditirsin û zarok digirîn.”

Ji ber bombebaranê dibistan rûxiyan û bi deh hezaran xwendekar ji xwendinê bêpar man

Koordînatorên Mudaxeleya Sûriyeyê geşedanên giştî li herêmê ji destpêka aloziyên leşkerî ya di 5’ê Cotmehê de belge kirin. Li gorî vê di encamê de zêdetirî 42 sivîl hatin kuştin, di nav wan de 9 jin û 12 zarok, û bêtirî 214 sivîl birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji 5'ê Cotmehê û vir ve 66 zarok û 37 jinan jiyana xwe ji dest dane, hate ragihandin ku di encama hedefgirtinê de 2 xebatkarên alîkariyên mirovî û 4 kes jî birîndar bûne.

Di warê avahî û binesaziyê de, zêdetirî 51 sazî rasterast an jî li nêzî navendê hatin hedefgirtin, di nav wan de zêdetirî 11 dibistan, 7 kamp û 15 navendên tenduristiyê hene. Her wiha, navendên din ên xizmetguzariyê jî hene. Ji ber hedefgirtina dibistanan zêdetirî 400 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar mane, navendên tenduristiyê jî nikarin xizmetê bikin. Ji ber girtina navendên tenduristiyê zêdeyî 2 milyon sivîl bê xizmetên tenduristiyê man.