Xwendekarên jin ên li Dêrsimê pirsgirêkên çûn û hatinê dijîn

Xwendekarên jin ên li Dêrsimê di yûrdê de dimînin, ji ber dûrbûna yûrdê ji navenda bajêr zehmetiyan dikşînin. Xwendekarên jin destnîşan kirin ku ji ber nehatina servîs û mînîbusan a ji bo yûrdê neçar in bi deqeyan di riya tenha de bimeşin û ji bo ewlehiya xwe daxwaza çareseriyeke lezgîn kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Dêrsim - Li Dêrsima ku piraniya nifûsa wê ji xwendekaran pêk tê, bi salan e pirsgirêka cih û warên xwendekaran didome. Ji bilî xwendekarên ku nikarin xaniyan peyda bikin, xwendekarên jin ên li yûrdê dijîn jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Yûrda Xwendekarên Keç a Munzurê ku di Kanûna borî de ji aliyê walîtiyê ve hat vekirin û girêdayî Saziya Krediya Yûrdan (KYK) e, ji ber dûrbûna ji zanîngehê, xwendekarên jin zehmetiyê dikşînin.
12 kîlometre ji navenda bajêr dûr e!
Yûrda ku 12 kîlometre dûrî navenda bajêr e, kapasîteya wê li gorî 230 kesî ye. Xwendekarên jin ên li yûrdê dimînin diyar kirin ku ji ber dûrbûna yûrdê ji navenda bajêr servîs tenê heta zanîngehê diçin. Xwendekar ji ber servîsên ku naçin yûrda li cihekî tehna li ser otobanê hatiye çêkirin, neçar in nîv saet bimeşin. Xwendekarên jin ên ku bertêk nîşani rewşa heyî dan, daxwaz dikin ku mînîbus an jî servîsên li navenda bajêr heta yûrdê werin.
"Em neçar dimînin bi deqeyan riya tenha bimeşin" 
Xwendekarên jin ên di yurdê de dimînin der barê pirsgirêkên ku dijîn de ev tişt anîn ziman: “Ev yûrd nû hat vekirin. Bi awayê nîv-taybet û nîv-dewletî de xizmetê dide. Em jî nû hatin vir. Lê yûrda me hem ji navenda bajêr hem jî ji zanîngehê dûr e. Pêşiya navenda bajêr ji yûrda me xuya dike. Li cihekî çiyayî û tenha ye. Ji ber ku ji navenda bajêr dûr e, ne servîs ne jî mînîbus tên heta yûrdê me. Em ji zanîngehê jî ji bo vegera yûrde dîsa dimeşin. Rê tenha ye û tenê wesayîdên taybet derbas dibin. Heta niha tiştek xirab nehatiye serê me lê temînata vê yekê tune ye. Em hemû jin in û her kes vê dawiyê zêdebûna cînayetên jinan an jî destdirêjiyê dibîne. Dibe ku ev tişt werin serê me jî.”
Tenê dixwazin mînîbus an jî servis werin yûrdê
Xwendekar ji bo pêşî li rewşên neyînî ku îhtîmal heye pêk bên were girtin, daxwaz dikin ku li yûrda lê dimînin rêgeha servis an jî mînîbusan jê derbas bibe.