Xizmên windayan li di hefteya 671'ê de careke din li aqûbeta windayan pirsîn

Li Amedê xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê aqûbeta Atîlla Osmanoglu yê 25 sal berê di binçavan de hat windakirin û hê agahî jê nehatiye girtin pirsîn.

 
Amed - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û xizmên windayan ji bo li aqûbeta qurbaniyên winda bipirsin û faîl werin darizandin di hefteya 671’emîn de li Parka Koşuyoluyê çalakiya heftane li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Winda bila werin dîtin û faîl werin darizandin” hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Atîlla Osmanoglu yê di 25’ê Adara 1996’an de di binçavan de hat windakirin û hê agahî jê nehatiye girtin, hat pirsîn. 
“Her dem dihat tehdîtkirin”
Ji parêzerên ÎHD'ê yên di çalakiyê de mafê axaftinê girt Eylul Ozgultekîn çîroka Atîlla Osmanoglu vegot. Eylul Ozgultekîn a ku destnîşan kir Atîlla Osmanoglu û malbata wî ji ber gef û zextên dewletê di Sibata 1992’yan de ji navçeya Hezroyê koçî navenda Amedê kirine, diyar kir ku bavê Atîlla Osmanoglu, Muhyedîn Osmanoglu jî di sala 1994’an de 28 rojan hat girtin û rastî îşkenceyên giran hat û paşê ji ber sûcên ku li ser wî hatibûn kirin, serbest hat berdan.
"Bi zorê li wesayîê siwar kirin û birin" 
Eylul Ozgultekîn diyar kir ku di 23'ê Adara 1996'an de 2 polîsên bi cil û bergên sivîl xwestin Atîlla Osmanoglu bi gotina 'îhaleya kantîna karaayoluyê' bi xwe re bibin û wiha got: "Atîlla bi hinceta ku di dikanê de kesekî din tune ye teklîfa çûyînê red dike û wê rewşa bi awayekî fikar malbata xwe re vedibêje. Di 25’ê adara 1996’an de, saet 11.00”ê sibê de, bavê wî Muhyedîn dibîne ku kesên cilên sivîl li wan, çek li ser wan û bêtêl di destê wan de bûye bi darê zorê Atîlla dikin wesayîdê de dibin. Li ser îtîraza bavê wî, polîsên bi cil û bergên sivîl dibêjin dê wan bibin Midûriyeta Polîsan da ku girêbesta pêşkêşkirina xizmeta kantînê bidin û dê di nîv saetek de wan bînin. Dibe êvar Atîlla nayê malê."
Îtirafên Abdulkadîr Aygan
Eylul Ozgultekîn, anî ziman ku roja din bavê wî Muhyedîn Osmanoglu bi daxwaznameyê serî li walîtî û dozgeriyê daye û diyar kir ku Dadgeha Ewlekariya Dewletê di 1'ê Nîsana 1996'an de bersiv daye daxwaznameyê û gotiye; "Di nava girtiyan de navekî wiha nehatiye dîtin." Eylul Ozgultekîn got; "Endamê JÎTEM'ê yê berê Abdulkadîr Aygan di sala 2005'an de di îtirafên wî yên ku di rojnameya Ozgur Gundemê de hatin weşandin de îtîraf kir ku 'Atîlla Osmanoglu ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye revandin, ji aliyê Cindî Acet ve ji bo cesedê wî neyê naskirin serê wî bi çakûçê hatiye pelçiqandin û got ku li ser riya Cizîr-Silopiyê li ser riya Deriyê Gumrikê yê Xabûrê avêtine tankera petrolê."
DMME’ê Tirkiye mehkûm kir 
Eylul Ozgultekîn got ji ber ku ji hiqûqa navxweyî tu encam der barê doza Osmanoglu de derneketiye, parêzer dosyeya wî dibin Dadeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û serlêdan dikin. Eylul Ozgultekîn da zanîn ku DMME’ê di meha Çileya 2008’an de bi binpêkirina mafên mirovan Tirkiyeyê mehkûmî tezmînata madî ûı manevî kiriye. 
Tevî barîna zêde ya baranê jî çalakvanan ji bo Atîlla Osmanoglu û hemû windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê li dar xistin û piştre dawî li çalakiya vê hefteyê anîn.