Xêr û bêrên demsala bihara îsal jinên Şehbayê kêfxweş kir

Koçberên Efrînê yên jin ku li kantona Şehbayê karên çandiniyê dikin û sewalan xwedî dikin, dibêjin ku xêrûbêrên bihara îsal êşa wan a ku ji ber dorpêçê dikşînin kêm kiriye.

RÛBARÎN BEKIR

Şehba- Bihara Îsal li kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo demsaleke çandiniyê li gorî îsal baştir e.

Kantona Şehbayê yek ji herêmên ku bi çandinî û xwedîkirina sawalan tê naskirin e. Her wiha yek ji wan herêman e ku herî zêde rastî binpêkirinan hatiye. Ji aliyekî ve hikumeta Şamê dorpêça xwe li ser ferz dike. Ji aliyê din ve hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyan, êrîşên ku li ser herêmê û zeviyên çandiniyê tên kirin, zirarê dide dahata piraniya malbatên li Şehbayê û koçberên Efrînê.

‘Em bi xwedîkirina pez debara xwe dikin’

Fatma Ehmed a 50 salî koçbera bajarê Efrînê ye, sewalan xwedî dike û dibêje: “Li Efrînê min sewal xwedî dikirin û dahata me ew bû lê piştî em penaberê Şehbayê bûn rewşa me xirab û dijwar bû lewre me pez kirî ji bo em pêdiviyên xwe bi cih bînin. Her sibehê ez zû şiyar dibim diçim bêriyê, şîr didoşim û hinek şîr ji bo mast dikelînim hinek jî dikim penîr. Ji ava penîr jî lorikê çêdikim. Zarokên min şivaniya pez dikin di demsala biharê de her der kesk û şînahî ye pez têr dibe. Demsala biharê vê salê gelekî bi xêr û bêr bû bi taybetî ji bo jinên ku pez xwedî dikin. Me ji xwe re pez kirî. Lê tunebûna gazê li herêmê çêkirina berhemên şîr dijwar dike.”

Ji zarokatiya xwe ve karên çandiniyê dike

Aliya Mihemed 56 salî ye ji 13 saliya xwe ve di warê çandiniyê de kar dike û dibêje: “Em ji nişecihên gundê Hasîn ên kantona Şehbayê ne, cotkarên vî gundi ne, genim, ceh, baqil, kartol û sewzeyan diçînin ji darên fêkiyan jî sûdê digrin. Bi riya çandiniyê em pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda dikin, Em jin girêdayî çandinî û erdê ne lewre dema em dikevin nava zeviyan kêfxweş dibin bi taybetî di saetên berbangê de dema em kom dibin û diçin rihê komunal zêde dibe.”

‘Bihara îsal ji ber barana xwe bi bereket e’

Derbarê astengiyên wan bi çandiniyê re dibêje: “Her sal di warê avdana zeviyan de astengî derdikevin ji ber nebûna mazotê û semadê lê bihara îsal û barana zêde barê me sivik kir, ev bihara xêr û bêr û bereketê ye.”

Koçbera Efrînê Sultana Qasim a 70 salî jî dibêje: “Bihara îsal hêzê da me ku em berxwedana xwe berdewam bikin. Ji ber ku ev der weke bihara herêma me ye, çîçekên rengereng zeviyên Şehbayê xemilandin. Em beybûn û zeterê kom dikin her wiha min sebze jî li pêşiya mala xwe ya li Garnatayê çandiye.”