Xedîca Biskirî: Ji bo me jin welat e

Seroka Rêxistina Neteweyî ya Amazonên Lîbyayê û nivîskar, Xedîca Biskirî dibêje ku navê rêxistinê ji efsaneya wan jinên şerker ên li herêma Berqa ya Lîbyayê ye. Ew jinên şerker li welatê xwe dad û wekheviyê damezirandibûn her wiha li gorî efsaneyê, wan jinan bi Îskenderê Makedonî re şer kirine.

Seroka Rêxistina Neteweyî ya Amazonên Lîbyayê û nivîskar, Xedîca Biskirî  dibêje ku navê rêxistinê ji efsaneya wan jinên şerker ên li herêma Berqa ya Lîbyayê ye. Ew jinên şerker li welatê xwe dad û wekheviyê damezirandibûn her wiha li gorî efsaneyê, wan jinan bi Îskenderê Makedonî re şer kirine.
IBTÎSAM AXFÎR 
Binxazî- Li gorî efsaneyê, komek jin hebûn li welatê Lîbyayê yan jî bakûrê Afrîkayê hukim dikirin û yek ji wan taybetmendiyên wan ên herî girîng ew bû ku ew rolên siyasî û leşkerî digirtin, da ku jin û mêr ên Yemenê bi wekhevî û edalet bi rêve bibin. Her wiha ev jin hinek kevneşopiyên hişk dimeşandin ku aliyek pêsîra xwe jêdikirin da ku avêtina kevanan hêsan bike, di heman demê de ew li ser erdê yekem jin in ku li hespan siwar dibûn.
Der barê armanca damezrandina Rêxistina Neteweyî ya Amazonên Lîbyayê de Xedîca Biskirî dibêje: "Navê Amazona Lîbyayê ji dema despêkirina me ve di sala 2011'an de ji bo piştgiriya jinan û afirandina jinên bi hêz hat hilbijatin. Jin bi hêz in û xweşik in jî her wiha ji bo guhertina nêrîna ku jinan biçûk dibîne me ev nav hilbijart.”
"Fikrên mêr her tim şûrên tewanbarkirinê ne"
Xedîca Biskirî li ser wateya nav zêde dike û dibêje: "Her tim gotin ji her tiştî bêtir têgihîştin heye û yên ku ji ber em jin in me tewanbar dikin, bê tevger in û nayên hezkirin lê fikrên mêr her dem şûrê tewanbariyê ye li hemberî jinên azad. Her wiha jinên azad, di civaka me ya Rojhilata Navîn û Ereb de mehkûmkirî ne ji ber vê yekê tiştekî normal e ku neyînî were dîtin. Her wiha di dema ku me ev dirûşm bilind kir de me biryar da ku em bibin jinên şerker li hemberî nezanî, paşverûtî û neheqiyê da ku em hêza jinan a erênî bidin xuyakirin û zîhniyeta mêr bidin guhertin."
Her wiha der barê fikrên mêr de Xedîca Biskirî dibêje: "Zîhniyeta mêr ne tenê ji bo mêran e ji ber ku hinek jin jî hene zîhniyeta mêr hildigrin, ramanên ku jinan lawaz dibînin fikara dide avakirin ku jina bedew jineke bêhêz e, em dirûşma "jina xwedî hişmendî welatekî azad e."
Xedîca Biskirî dide zanîn ku hêz ne di hovîtiyê de ye ne jî di mêran de ye, wekî ku tê gotin Amazon jinên pir bedew bûn, heya ku yek ji vedîtinên arkeolojîk li Binxaziyê yên 2009'an ku goristanek tê de ji gelek jinên dirêj hebûn tê gotin ku ew Amazon bûn.
"Me dikaribû di civakê de kesên bi bandor biafiranda"
Der barê tiştê herî girîng ku Rêxistina Neteweyî ya Amazonan dixwaze pêk bîne de Xedîca Biskirî dibêje: "Yek ji wan xalên herî girîng ku rêxistin li ser dixebite ew e ku piştgiriyê bide jinên rastî şîdetê hatine û wan di warê aborî û siyasî de bi hêz bike û piştgiriya jinên ku bi kesên ne ji Libyayê re zewicîne bike, ji ber ku her kom bindest e û ji ewlehiya hestiyarî û îstîqrarê bêpar e, beriya 10 salan me ev peyam da."
Der barê tiştên ku Rêxistina Neteweyî ya Amazonên Lîbyayê ji damezrandina xwe bi dest xistin de Xedîca Biskirî dibêje: "Tiştên ku me karibû bikira me kadroyên ku niha di civakê de aktîf û bi bandor in afirandin, me jin ji aliyên neyînî parastin û ber bi aliyê erênî ve birin lê ji ber ku civaka Lîbyayê bi rola jinan bawer nake û piştgiriya hikûmetê tunebû pir zehmetî kişandin. Tevî hemû zehmetiyan em dikarin berdewam bikin û tiştê ku ji jinan re pêwîst be em ê pêşkêş bikin."
"Serxwebûna aborî kilîta yekem a rûmeta jinan e"
Xedîca Biskirî girîngiya piştgiriya derûnî ji jinan re tîne ziman û dide zanîn ku ji ber vê yekê rêxistinê nivîsgeha piştgiriya derûnî û piştgiriya qanûnî ava kiriye lê nebûna belavbûna çanda piştgiriya derûnî di civaka Lîbyayê de karê rêxistinê sînordar dike û dibêje: "Tevî vê yekê em dozên baş digrin û em piştgiriya qanûnî û derûnî bê pere didin."
Her wiha Xedîca Biskirî destnîşan dike ku rêxistin ji bo piştgiriya jinan di warê aborî de bi meşandina dewreyên perwerdeyê yên bêpere di warên cur be cur de û li gorî berjewendiyên wan, ji bo bihêzkirina wan di warê aboriyê de dixebite û wiha dibêje: “Em piştgiriya jinan dikin heya ku projeyên pratîze bikin, em bawer dikin ku serxwebûna aborî yekem kilîta rûmeta jinan e."
 “Ji ber ku rewşa wan a aborî nebaş e rastî tacîz û zordariyê tên"
Der barê nêzîkatiya Rêxistina Neteweyî ya Amazonên Lîbyayê ya di mijarên tacîza li dijî jinan de, bi taybetî yên ku hevjînê xwe winda kirine de Xedîca Biskirî dibêje: "Piraniya wan jinan rewşa wan a aborî normal an jî nebaş e û piraniya wan hay ji mafên xwe tune ne. Di mijarên mîrasî de jî zanîna wan tune ye û ji ber vê yekê ew tên tacîzkirin û rastî zordariyê tên. Em deriyên xwe ji wan re vedikin piştgirî didin wan û pirsgirêkên wan dişopînin."
Xedîca Biskirî diyar dike ku Rêxistina Neteweyî ya Amazonên Lîbyayê bi fonên piştgiriya gelan a Neteweyên Yekbûyî li ser projeya piştgiriya jinan dixebite û dibêje: "Dema ku me dest bi bernameya piştgiriya derûnî kir, ji bo vekirina nivîsgehek qanûnî bang hat kirin û her wiha şopandina dozên tacîzkirina jinên ku hevjînê xwe winda kirin girtin ser xwe û mafên jinan ên qanûnî bi jinan dan nasîn." 
"Heyama piştî şer xirab e û ev xirabûn li Lîbyayê eşkere ye"
Xedîca Biskirî diyar dike ku zehmetiyan dikşîne heya ku digihîje kategoriya jinên hatine îşkencekirin û alavên wan ên xwegihandin û ragihandinê li gel wan tune ne
û hewceyî piştgiriya derûnî ne lê ew bi riya rêxistinê hewl dide bi dewreyên perwerdeyê xwe bigihîjîne wan û serdanên dibistanan û navendên kombûna wan û her wiha wargeh û kampên koçberiyê berdewam bike û dibêje "Em xizmetên xwe û hejmarên telefonên xwe pêşkêş dikin, bi vî rengî jî jin xwe dighînin me lê piraniya wan dema ku rastî şîdetê tên nikarin ji malê derkevin ji ber destûr ji wan re nayê dayîn. Em di qonaxa piştî şer de dijîn ku ev qonaxeke xirab e û ev xirabî di civaka Lîbyayê de ye û îstîsmarkirina hewcedariyên jinan piştî ku hevjîn an dê û bav an kurê xwe winda dikin zêde dibe. Em ji gelek pirsgirêkan êşê dikşînin, em heya dikarin hewl didin piştgirî bidin û çareyan bibînin. Em bang li rêxistinên civaka sivîl dikin ku hewl bidin bibin beşek ji avakirina vî welatî û aloziya ku gelê Lîbiyayê dijî çareser bikin." 
"Ez di  nava Yekitiya Jinên Urdunî de mezin bûm"
Xedîca Biskirî li ser karê xwe jî wiha axivî: "Ez di Yekitiya Jinên Urdunî de mezin bûm, ji ber ku karê sivîl li Lîbiyayê beriya 2011'an hatibû rawestandin ku bi komîteya bilind a zarokbûnê ve hatibû sînordarkirin û ez endama wê bûm. Bi hewldaneke ku ez karê xêrxwaziyê bikim me rêxistin ragihand lê di bin navê formeke werzîşê de, ev hewldan ji me bû ku em piştgiriya jinan bikin. Em niha endamên Tora  Erebî ne ku ji nava Yekitiya Jinên Urdunî derdikeve. Her wiha damezirandin û ragihandina rêziknameya me ya rêxistinê jî di bin banê federasyonê de bû û vê yekê me kir cudahî û ji ezmûnan gelek sûd werdigirt û haya me ji xebata van rêxistinan hebû."
"Pêwîst e di warê tacîza li ser xwe de şiyar û zana bin"
Der barê rewşa ewlehiyê û astengiyên ku endaman di dema xebata rêxistinê de pê re rû bi rû man Xedîca Biskirî dibêje: "Îro ez bi partiyek diyar re tevli civînekê bûm da ku parastina xwe bixwazim. Dema ku em bi jinên rastî şîdetê hatine re mijûl dibin û dema ku ew bi me re diaxivin li ser telefonê, ew xwe eşkere nakin û ev karê me di peydakirina xizmeta ku em ji wan re bikin û bigrin dest de asteng dike. Ji ber vê yekê kesê ku şîdetê dimeşîne êrîşî me dike û astengiya din jî nekarîna jinan e ku xwe bigihînin me. Ji ber rewşa civakî, çandeke serdest a civakê heye ku ji ber wê pirsa hûn ê bi piştgiriya psîkolojîk û derûnî çi pêşkêşî me bikin ji me dikin? Pir caran hinek ji wan  beşdarî du danişînan an jî sê rûniştinên hişyarkirinê dibin û dûre ji me re dibêjin ez hewceyê xwarin û cilûbergan im. Ji ber vê yekê, em carna alîkariyê belav dikin da ku van jinan bikşînin bi aliyê zanistî ve û bi piştgirî ji bo moral û manewiyata wan bidin û şîdeta ku li dijî wan tê meşandin bi wan bidin zanîn."
"Rêxistin hilbijartî ye ne elîtîst e"
Xedîca Biskirî dibêje ku ji bo rêxistinê gotinên wekî elîtîst tên gotin, vê yekê red dike û dibêje: "Rêxistin bijarte ye, elîtîst nîn e. Heger kesek pirs bike ku şertên tevlibûna nava rêxistinê çi ne em ê bêjin ku di rêxistinê de desthilatdarî û astên jorê tune ne." 
Di dawiya axaftina xwe de, seroka Rêxistina Neteweyî ya Amazonên Lîbyayê, Xedîca Biskirî, xwest ku dengê wan bigihîje hemû jinên cîhanê û got: "Ji bo me, jin welat e. Em hêvî dikin ku xwe pêşve bibin û li ser ezmûnên jinên dora me fêr bibin. Em ne li dijî mêran e, em li dijî çandên ku jinan marjînal dikin têdikoşin."