Xebatkarên civakî di her warî de piştgiriyê didin jinan

Alîkarên civakî li navendên girêdayî komeleyên têkoşîna li dijî tundûtujiya li ser jinan, dixebitin hem guhdarî dikin hem jî ji bo serlêdana saziyên fermî bi wan re dibin alîkar.

RAJA KHAYRAT

Marakêş- Karê alîkarên civakî di komeleyên têkoşîna li dijî tundûtujiya li ser jinan de bibin du beş. Yek guhdarkirina qurbaniyên tundiyê ye yek jî bi wan jinan re diçin saziyên îdarî. Weke; dadgeh, nexweşxane û navendên ewlekariyê. Lê dema ew diçin van navendan an malên jinên qurbanî ji bo lêkolînên civakî bi ewlehî pêk bînin parastina wan zagonî nîn e. Karê wan metirsîdar e divê werin parastin, ji ber ku di dema kar de bûyerek biqewime ew bi xwe berpirsyar e çima li cih û zemanekî şaş de dimîne.

Karekî metirsîdar e

Alîkara civakî ya li navenda guhdarkirinê ya komeleya Pirsgirêka Wekhevî û Hemwelatiyê li Dar Al Baydaa, Raja Hemîn ji ajansa me re axivî û got ku wê bi jinên rastî tundiyê hatine re biçe navendên polîsan ji bo giliyên xwe tomar bike. Piştre diçin naxweşxaneyê raporê derbê bigrin, pişt re diçin dozgeriya giştî giliyê xwe dikin û dozê li ser êrîşkar vedike.

Piraniya jinên ku gilî dikin, bi rêbazên zagonî nizanin çawa mafên xwe bi dest bixin û ji ber tirs û nezaniyê nakevin navendên dadweriyê bi giştî, li vir karê alîkara civakî pêwîst dike.

Parastina wan berpirsyariya welat e

Raja Hemîn axaftina xwe didomîne û dibêje: “Welat di lêkolîn û raporên vê der barê de xwe dispêre navendên guhdarkirinê yên girêdayî komeleyên jinan, tevî vê jî parastina zagonî ji alîkarên civakî re nake. Ew tenê jinên di saziyên girêdayî hikumetê yên weke alîkarên civakî di şaneyên tundiyê di wezareta dadgehan de kar dikin û di wezareta tendirustiyê û saziyên hevkariya niştimanî de diparêzin.”

Karê alîkarên civakî di rêza yekem de karekî mirovî ye, warê kar ê mirovî dihêle ku gelek kes tevî metirsiyan bi vî karî rabin, bi taybetî dema wekîliyê, alîkara civakî di nava malan de digre lêkolîn dike û raporan dinivîsîne da ku bizanibin çiqas jina rastî tundiyê hatî hewcedarî piştgiriya darayî ya saziyan e, ev jî erkekî metirsîdare dema dikeve malan dibe ku rastî  destdirêjî, tundî û pêkutiyê werin.

Amadekirina parastina zagonî

Alîkara civakî ya li navenda guhdarkirina komeleya Qada Kolektîf a Jinan di herêma Ayt Obîr li taxên Marakêşê Suad Borosîn xembar e ji ber ku alîkara civakî ya bi karê mirovî radibe parastina wê zagonî nabe.

Suad Borosîn dibêje: “Di kar de her dem ez hewl didim nekevim malên jinên gilîkirine, ji tirsa ku dê bûyerên nebaş biqewimin. Lewma ez ji wan jinan dixwazim werin navendên guhdarkirinê yên girêdayî komeleyê û em alîkariya wan di hemû pêvajoyan de bikin. Ji pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û zagonî bigre heta rêbazên zagonî di dadgehan de weke mijarên hevberdanê, nefeqe û îsbatkirina bavîtiyê.”

Ji bo serlêdana fermî pêwîst e bi jinan re bibin alîkar

Piraniya jinên diçin dadgeha kolektîf a jinan, li gundan dijîn û nexwendî ne. Lewma pêwîst dibe alîkara civakî bi wan re biçe navendên fermî ji bo mafên xwe bi dest bixin. Di vir de alîkara civakî dikeve rewşeke metirsîdar di siya nebûna zagonên parastinê de. Ew di çarçoveya karê civakî di rewşeke dijwar de dijîn, di çûn û hatina wan de bi roj û şev ji bilî rêdana rêveber nîn e, ji bo pirsgirêkek çêbibe ev belge têrê nake.

Di dawiyê de, Suad Borosîn daxwaz kir ku ji bo alîkarên civakî yên di navendên guhdarkirinê di komeleyên jinan de kar dikin pişgtirîre were dayîn, ji ber ku karê wan mirovî ye û gelek girîng e.