Xebatên rêxistina Sara yên têkoşîna li dijî tundiyê

Rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Gulistan Evdikê têkildarî kar û xebatên Rêxistina Sara û mijara tundiya li ser jinan nirxand kir û wiha got: “Hebûna rêxistinên jinan bingeheke sereke ye ji bo avakirina sîstemeke demokratîk. Zewaca di temenê biçûk de, zewaca bi zorê, pirzewacî, berdêl, qedexeya xwendin û karkirinê ev hemû rengên tundiyê li ser jinan e. Jin ji salên demdirêj ve bi siyaset û polîtîkayên têkbirin û zextên tunekirina çandî û fikrî re rû bi rû ne, ev hemû di roja me ya îro de veguherîn volkaneke ji têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.”

Rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Gulistan Evdikê têkildarî kar û xebatên  Rêxistina Sara û mijara tundiya li ser jinan nirxand kir û wiha got: “Hebûna rêxistinên jinan bingeheke sereke ye ji bo avakirina sîstemeke demokratîk. Zewaca di temenê biçûk de, zewaca bi zorê, pirzewacî, berdêl, qedexeya xwendin û karkirinê ev hemû rengên tundiyê li ser jinan e. Jin ji salên demdirêj ve bi siyaset û polîtîkayên têkbirin û zextên tunekirina çandî û fikrî re rû bi rû ne, ev hemû di roja me ya îro de veguherîn volkaneke ji têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.”
ROJ HOZAN
Qamişlo-Jin di her qadên jiyanê de li ber xwe didin, ji ber di xwezaya jinan de ew ruhê xweparastinê heye. Ji bo bersivdayîna zordariya bi salan a li ser jinan dihate meşandin, jin di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bûn xwedî hebûn û rolên avaker. Bi avakirina rêxistin û dezgehên jinan re êdî jinan ew tirsa di dilê xwe de şikandin û dikarîbûn pirsgirêkên xwe bînin ziman û tecrubeyên xwe bi civakê re parve bikin. Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan di 1’ê Tîrmeha sala 2013’an hatiye avakirin, doz û pirsgirêkên jinan çareser dike û dibe bersiv ji hemû cureyên tundiyê re. Têkildarî mijarê Rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Gulistan Evdikê xebatên Rêxistina Sara û mijara tundiya li ser jinan nirxand û ji me re parve kir.
“Jin dibin qurbaniyên şeran û herî zêde ew rastî kiryarên xirab tên”
Gulistan armanca avakirina Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan anî ziman û wiha des bi axaftina xwe kir: “Rêxistina Sara di 1’ê Tîrmeha sala 2013’an de hatiye avakirin, avakirina wê jî bi çend jinên mamoste dest pê kir. Pêwîstî hebû di rewşeke ewqas xerab de tijî şer û koçberî  ku kiryarên hov li dijî jinan dihat kirin rêxistineke parastina jinan û bidestxistina mafên wan bê avakirin. Ji ber em hemû dizanin di rewşên bi aloz de her jin dibin qurbaniyên şeran û herî zêde ew rastî kiryarên xirab tên. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek hêzên herêmî û yên derve destwerdanên siyasî li Sûriyeyê kirin. Her wiha bi riya wan çeteyên terorîst derbasî herêmên me bûn, vê yekê hişt ku jin bi gelek rewşên tundiyê re rûbirû bimînin. Berî wê jî jin rastî tundiya malbatî, aborî, civakî û siyasî dihatin lê geşedanên şer hiştin ku rêjeya tundiya li ser jinan zêde bibe. Her wiha serweriya hişmendiya mêrê zayendperest azadiya jinan kilît kiribû û hemû mafên wan ên xwezayî ji wan girtibûn. Li hemberî hemû cureyên tundiyê me xwest cihekî taybet ji bo jinan hebe tê de daxwaza mafên xwe bikin bi vê armancê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan deriyê xwe ji hemû dozên jinan re vekir û piştgiriya wan kir.”
 Kar û xebatên rêxistinî yên Rêxistina Sara
Gulistan kar û xebatên rêxistinî yên Rêxistina Sara nirxand û wiha pêde çû: “Hebûna rêxistinên jinan bingeheke sereke ye ji avakirina sîstemeke demokratîk re ku mafên hemû jinan tê de parastî be. Jin di nava pergaleke bi hişmendiya mêrperest, zayendperest û netewperest de dijîn. Her çiqas pêşketin di civakê de hatibin çêkirin jî jin di nava tundiyê de dijiyan li ser vî esasê me tevgereke xurt a jinan ava kir ku bibe bersiv ji van hemû cureyên tundiyê re. Destpêkê me pergala xwe ya hundirîn derxist tê de xalên bingehîn ên têkoşîna li dijî tundiyê hatin bipêşxistin. Her wiha zagonên ku mafên jinan diparêzin hatin derxistin û me dest bi pêşwazîkirina dozên jinan kir. Bi riya dayîna perwerde û semîneran heya asteke bilind me zanista jinan bi pêş xist bi rengekî ku jin êdî bê tirs bên pirsgirêkên xwe bînin ziman û daxwaza mafên xwe bikin. Her wiha jinên ku nikarin xwe bigihîjînin me, em bi xwe serdana malên wan dikin û li pirsgirêkên wan guhdarî dikin. Em di xebatên şopandina dozên jinan ji dadgehan heya çareseriyeke mayînde berdewam dikin. Ji bo hişyarkirina civakê û şikandina hişmendiya li dijî jinan xebatên me yên  wekî din jî hene bi çalakiyên weke meş, daxuyanî, komcivîn û semîner em dixwazin rêjeya tundiya li ser jinan di civakê de bi temamî rakin. Li aliyê din jî weke Rêxistina Sara her tim em nêrînên xwe yên guncav bi tevahî jinan re parve dikin. Navendên me li hemû Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene û bi hemû sazî û rêxistinên jinan ên di herêmê de em di nava pêwendiyê de ne.”
Jin xwedî roleke sereke ne di sererastkirina hevsengiyên jiyanê de
Gulîistan bal kişand ser kiryarên hişmendiya ku jin bi qeyd û zincîran kilît kiribû her wiha têkoşîna jinan a li dijî wê pênase kir û ev tişt got: “Gelek kevneşopî û bûyerên ku di civakê de diqewimin di bin navên cuda de koletiya xwe li ser jinan didin ferzkirin û bi qeyd û zincîran wan mehkûmê hişmendiya paşverû dike. Zewaca di temenê biçûk de, zewaca bi zorê, pirzewacî, berdêlî, qedexeya xwendin û karkirinê ev hemû rengên tundiyê ne li ser jinan. Jinan bi salên demdirêj astengî kişandine bi siyast û polîtîkayên têkbirin û zextên tunekirina çandî û fikrî re rû bi rû mane. Her wiha bi şêwazên meşandina şerên taybet kesayetên lawaz û bê îrade ji jinan ku bi qedera xwe razî bin ava kirin. Ev hemû di roja me ya îro de veguherî volkaneke ji tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan. Helbet heya niha şûnmayên wê hene ji ber em nikarin bêjin tam tundî li ser jinan bi dawî bûye û em gihîştine asta jina azad lê berxwedana jinan û derketina wan li dijî zordariya ku li wan dihat kirin bi serê xwe şoreşek bû. Ji bo wê em pir girîngiyê didin avakirina kesayetên azad ên jinan. Her wiha pêşxistin û kûrkirina wan di aliyê ramanî de bi rengekî ku jin li cewherê xwe vegerin û li ser pêşketinên xwe bixebitin. Helbet pirsgirêkên aborî jî heya astekê tundiyê digihîjînin jinan, ji bo wê pêwîst e jin aboriya xwe xurt bikin û roleke sereke di rastkirina hevsengiya jiyanê de bilîzin. Ji ber ku bê rola jinan hevsengî di hîmên jiyanê de nabe.” 
Dozên jinan û îstatîstîkên tundiya li dijî jinan di sala 2021’ê de
Gulistan destnîşan kir ser dozên jinan ên ku Rêxistina Sara pêşwazî dike her wiha îstatîstîkên tundiyê di sala 2021’ê de wiha eşkere kir: “Piraniya dozên tundiya li ser jinan hatiye kirin xwedî bingehên demdirêj in yanî bi rengekî ku berê tundî li van jinan dihat kirin û jin nikaribûn bînin ziman. Me got bi hemû bûyerên jiyanê re heya niha tundî li jinan tê kirin mînak heya niha li herêmên dagirkirî weke Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn jin rastî tundiyeke hov ji qetilkirin, tecawizkirin, revandin û rewşên xwekuştinê tên, ji bo wê ya girîng têkoşîna me li dijî wê ye. Îstatîstîkên tundiyê di sala 2021’ê de li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ne: 50 dozên qetilkirina jinan, 92 dozên lêdanê, 24 dozên tehdîda qetilkirinê, 5 dozên tecawizê, 9 dozê tacîzê, 39 dozên berdanê, 34 dozên întiharê, 24 dozên daxwaza xwekuştinê. Her wiha piraniya dozên jinan jî ev in: Lêdan, berdan, kuştin û xwekuştina jinan.”
Çalakiyên Rêxistina Sara ji bo 25’ê Mijdarê
Gulistan çalakiyên Rêxistina Sara ji bo 25’ê mijdarê bi lêv kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir; “Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan me weke Rêxistina Sara hemleyek bi dirûşma “Dengê me bi dengê we re na ji kuştina jinan re” daye pêşiya xwe. Hemleya me jî ji 1’ê Mijdarê ve wê dest pê bike heya 10’ê meha Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê wê berdewam bike. Der barê hemleyê de wê semîner bên dayîn, belavkirina broşûr, daxuyanî û meş werin lidarxistin. Her wiha wê Rêxistina Sara kar û xebatên xwe yên salekê bi daxuyaniyek ji raya giştî re ragihîne. Ya din jî wê xebatên berfireh ji bo jinên koçber ên kampan bên meşandin. Banga me ji bo tevahî jinan ew e ku dengê xwe bikin yek û li dijî tundiyê têbikoşin.”