Xaniyên ji heriyê ji bo koçberên li Idlibê navgîneke aramiyê ne
Bi avakirina xaniyên ji heriyê re jinên li Îdlibê taliya koçberiyê û buhabûna malzemeyên avahîsaziyê derbas dikin û hewl didin ku jiyanek baştir ji malbata xwe re pedeya dikin.
LENA AL-KATEEB
Îdlib - Jinên koçber ên di kampên penaberan ên Îdlibê de dimînin ji hewandinê heta avakirina derfetên jiyanê û perwerdekirina zarokên xwe hemû barê kampê dane ser milê xwe di demên dawiyê de jî dest bi avakirina xaniyên ji heriyê kirine. Jinên penaberên kampên Îdlibê hewl didin ji jiyana konê ku ewlekarî û nepenîtiya wan tune xilas bibin, ji ber vê yekê dest bi avakirina xaniyên ji heriyê kirine.
"Ji ber bahozê gelek caran konê me ji kokê de vedibû û difirya"
Merwa El-Hemdan a 45 salî diyar kir ku bi alîkariya zarokên xwe û cîrana xwe karîbû kevir û axê ji çiyayê nêzî kampa ku têde dijî kom bike, bi armanca avakirina odeyeke ji heriyê ku wan ji sermaya zivistanê û germa havînê biparêze û wiha domand: "Di zivistana borî de me gelek zehmetî kişandin. Ji ber bahozê gelek caran konê me ji kokê de vedibû û difirya û av jî di bin konê me de diherikî û hemû tiştên me di nav avê de diman. Piştî ku em ji gundê xwe yê girêdayê bajarê Seraqib di sala 2020'an de koçber bûn, me hizir dikir ku koçberiya me çend mehan dirêj nake û em ê vegerin gundê xwe, lê bi derbasbûna demê re êdî hêviya me ya vegera malên xwe nema ji bo vê jî lêgerîna çareseriyên mayînde û alternatîfên konan pêwîst bû.”
"Gelek atolyeyên çêkirina bilokên heriyê li herêmê hene"
Merwa El-Hemdan besa avakirina xaniyên ji heriyê kir û wiha got: "Destpêkê min ax bi xiş û avê tevlihev kir, paşê min dest bi danîna keviran kir û bi heriyê ji derve û ji hundir ve wan temîr kir. Piştî ku min avakirina malê qedand, min lewheyên darîn û naylon danî ser banê. Gelek atolyeyên çêkirina kevirên heriyê li herêmê hene, karkerên atolyeyê axê sivik dikin da ku qirêjê jê derxin, paşê ax bi ka û avê re tevlihev dikin û dixin qalibekî taybet a ji hesin, dûv re ji qalib tê derxistin, çend rojan li ber tavê tê danîn heya ku bi tevahî zuwa bibe û were bikar anîn."
"Xaniyê ji heriyê ji konan bi ewletirin"
Selma El-Qelsûm a 19 salî anî ziman ku xaniyên ji heriyê hinek nepenîtiyê ji wê, diya wê û xwişka wê ya 15 salî re peyda dike û wiha lê zêde kir: "Jiyana di kanan de pir zehmet bû, azadiya me ya cil û berg û axaftinê dihat asteng kirin û ditirsiyan ku dema em razayî bin diz an jî heywanên bêxwedî têkevin kon. Ji ber vê yekê me dît ku xaniyê ji heriyê bi ewletirin."
"Ez hêvî dikim ku ev xanî li ber sermê û germê li ber xwe bide"
Newal El-Heşmo ya 50 salî da zanîn ku xaniyên ji heriyê dişibin xaniyê bav û kalan û wiha axaftina berdewam kir: "Ez hêvî dikim ku ev xanî li ber sermê û germê li ber xwe bide û her zivistan min ji baran û berfê biparêze. Rêxistinên civaka sîvîl ji bo baştirkirina şert û mercên kampan piştgirîya pêwîst nadin."
"Piştî ku konê min şewitî min dest bi avakirina odeyek ji heriyê kir"
Welîda El-Onî ya 35 salî eşkere kir ku piştî ku konê wê şewitî dest bi avakirina odeyek ji heriyê kir û wiha axivî: "Nêzîkî sê meh berê min papor vêxist da ku ji malbata xwe re xwarinê amade bikim û dema ba rabû agir ber bi kon ve çû û kon şewitî. Ji bo ku bûyera şewatê dûbare nebe min xaniyek ji heriyê ava kir."