"Wijdanê min tehemul nekir ez dest ji Kobanê berdim"

Li ser berxwedana Kobanê ku bû bingeha li Bakur û Rojhilatê Sûrî tunekirina DAIŞ’ê, 8 sal bihurîn. Semîra Ehmed a di şer û berxwedana Kobanê de cih girtiye dibêje ku ew weke dayik ji şervanan re bibûn hêz û palpişt.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Di dirêjahiya dîrokê de rewşa jeo-stratejîk a Rojhilata Navîn û dewlemendiya wê ya di warê av, gaza xwezayî, maden û petrol, çand û jiyana xwezayî de bûye armanca êrîşên cur be cur ên hêzên hegemon û global ji bo ku serweriya xwe lê ferz bikin. Ev rewş di roja me ya îro de bi rengekî eşkere û veşartî tê jiyîn. Projeya DAIŞ`ê jî di heman çarçoveyê de hat sazkirin. Bi taybetî Rojhilata Navîn di demeke wiha re derbas dibû ku Bihara Ereban dest pê kirbû û li gelek welatan alozî dihat jiyîn. DAIŞ di vê navberê de hat bihêzkirin û ji aliyê rêxistinbûn û çekan ve hat xurtkirin. Ev rastî jî piştî bi tunekirina DAIŞ`ê re ku di êrîşên 15`ê Îlona 2014`an de ên li ser Kobanê hat nîşankirin.

15`ê Îlona 2014`an ku çeteyên DAIŞ`ê berê êrîşên xwe dan Kobanê, bi qasî roja rizgarkirina wê ya di 26`ê Çileya 2015`an e. Ev dîrok ango 134 rojên berxwedanê bûn destpêka tunekirina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pê ve girêdayî têkçûna armanc û xeyalên dewleta tirk.

Di şerê Kobanê de ku bi pêşengiya şervanên YPJ`ê û YPG`ê birêve çû, bi sedan welatparêzan jî cihê xwe di nav de girtin. Lê ya balkêş mayîna jinan ango dayikên ku çend zarokên wan hebûn. Yek ji jinên ku dayika 5 zarokan bû, Semîra Ehmed a 57 salî bû ku di tevahî kêliyên şerê Kobanê de cih girt.

Bi wesîleya salvegera êrîşên DAIŞ`ê yên li ser Kobanê, Semîra Ehmed behsa mayîna xwe ya di Kobanê de kir.

"Wijdana min qebûl nekir ez ji Kobanê derkevim"

Semîra Ehmed di destpêkê de biryara xwe ya mayînê wiha tîne ziman: "Heger mirov behsa çîrokên berxwedana Kobanê bike, roj û sal jî têrê nakin. Berxwedana ku li Kobanê pêk hat, ket nava dîroka berxwedanên cîhanî. Bi tayetî jî rola ku jinan lîst û qehremaniya ku nîşan dan bala tevahî cîhanê kişand. Ez jî yek jinên şansê min hebû ku em şahidiya destana Kobanê bikin û cihê xwe di nav de bigrim. Êrîşên DAIŞ`ê di 15`ê Îlonê de dest pê kirin û pê re jî koçberiyê dest pê kir. Di wan kêliyan de min hesteke gelek cuda jiya, ji ber vê wijdanê min qebûl nekir ku ez di wê rewşê de Kobanê berdim û derbasî bajarekî din bibim. Komek dayik  me biryara xwe ya mayînê girt, me jî li rex şervanan rola xwe lîst û em bi erka xwe rabûn. Min çek ranekir û li hemberî çeteyan şer nekir lê me bi gelek rêbazan alîkariya şervanan dikir. Me jinên ku li ser sînor diman birêxistin dikirin, xwarin amade dikir, cil dişûştin û alîkariya birîndaran dikir. Mayîna me ya di nava şer de hêz û moral dida şervanan. Şervanan her dem ji me re digotin ku ew hîs dikin dayikên wan li pişt wan in û ev yek jî îsrara wan a serkeftinê zêdetir dike."

"Kobanê ji gelek aliyan ve xwedî girîngî ye"

Semîra Ehmed di domandina axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser Kobanê û got: "Heger em bala xwe bidinê, Kobanê her dem bûye navenda şer, êrîş û gefan. Ev yek jî bingeha xwe ji gelek tiştan digre. Cara yekemîn ku Rêber Apo derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, hat Kobanê. Gelê Kobanê Rêber Ocalan hembêz kir û ji wê demê ve girêdana me ya bi tevgera Apoyî û bîrdoziya wê re dest pê kir. Her wiha şoreşa 19`ê Tîrmehê ku ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê re bû sembol ji Kobanê dest pê kir. Ev yek jî girîngî û rengekî din da Kobanê ku pêşengiya şoreşa Rojava kir. Ji lewre dema navê Kobanê tê gotin hêvî, bawerî û serkeftin tê bîra mirovan. Bi taybetî berxwedana Kobanê ku her çer parçeyên Kurdistanê kirin yek, girîngiya Kobanê zêdetir kir."

"Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê bigihîjin serkeftinê"

Semîra Ehmed axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "DIAŞ ji tevahî gelên cîhanê re bibû kabûs û her kes di metirsiya wan de bû. Çeteyan di rojekê de Mûsil, Tebqa, Reqa û herêmên din jî girtin. Tu hêzan nikaribû pêşiya hovîtiya wan bigirta. Destpêka têkçûna vê kabûsê di 15`ê Îlona 2014`an de li Kobanê bû. Ji ber vê em bi rengekî neyînî li vê rojê nanêrin, rast e rojeke gelek bi êş û giran bû lê di heman demê de bû bingeha tunekirina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di dirêjahiya van 8 salan de êrîş û gefên li ser herêma me ranewestiyan lê em weke gel û bi teybetî jî jin hê bi ruhê berxwedan û serkeftina Kobanê têdikoşin."